HPG: Em şehîdên xwe yên Serhedê bi rêzdarî bi bîr tînin

HPG'ê nasnameya gerîlayên li herêma Serhedê şehîd bûn eşkere kir û got, "Di şexsê van hevrêyên xwe de ku bi jiyan, sekn û baweriya xwe ya bi serketina doza azadiyê ya Kurd re ji bo me bûn mînak, şehîdên xwe yên leheng hemûyan bi bîr tînin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 6 gerîlayên li herêma Serhedê şehîd bûn eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Sala 2018'an mîna li gelemperiya Kurdistanê li herêma Serhedê jîj i bo Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû saleke girîng a berxwedanê. Li dijî zilma ku artêşa TC a dagirker li gelê me ferz dike, di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî ya eyaletê de, gelek çalakiyên serketî hatin kirin û derbên giran li dijmin hatni xistin. Hêzên me ku li her devera herêma Serhedê li dijî artêşa TC a dagirker bi xurtî li ber xwe dan, bi îdîa û biryardariyeke mezin xwedî li wezîfeyên xwe derketin.

Bêguman encama ku di vê pêvajoya şer de li herêma Serhedê derkete holê, bi saya ked û hewldanên bê dawî yên şehîdên me yên leheng afirîn. Her hevrêyekî me ku di sala 2018'an de li deverên cuda yên herêma Serhedê di şer û êrîşên hewayî de şehîd bûn, bîrdariyeke baweriyê bûn. Em van hevrêyên xwe yên leheng bi bîr tînin.

Daxuyaniya HPG'ê wiha dewam kir:

"Hevrê Berxwedan (Farûk Polat), Felat (Behçet Arvas), Rojger (Nesîm Aktan), Welat (Guney Bati), Hogir (Sînan Karagulle) û Mazlûm (Savaş Dora) bi jiyan, sekn û baweriya xwe ya bi serketina doza azadiyê ya Kurd re ji me hemûyan re bûn mînak. Di şexsê wan de em şehîdên xwe yên leheng hemûyan bi minetdarî bi bîr tînin. Di şexsê malbatên hêja yên ehvrêyên me de, sersaxiyê ji gelê herêma Serhedê û tevahiya Kurdistanê re dixwazin û soz didin ku em ê têkoşîna azaidyê ya şehîdên xwe bi ser bixînin û xwedî li bîranîna wan derkevin. Soza herî watedar a ji bo şehîdan, meşa li ser xeta milîtanî ya Apoyî ye.Em bang li ciwanên welatparêz ên herêma Serhedê dikin ku tevlî nava refên gerîla bibin."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Berxwedan Ararat
Nav paşnav: Farûk Polat
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Ayşe-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 15'ê Nîsana 2018'an / Agirî

Nasnav: Felat Artos
Nav paşnav: Behçet Arvas
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Sîman Perî - Mûrat
Dem û cihê şehadetê: 22'ê Gulana 2018'an / Qers

Nasnav: Rojger Karayazi
Nav paşnav: Nesîm Aktan
Cihê jidayikbûnê: Erzîrom
Dayik-Bav: Zahîde-Abdullah
Dem û cihê şehadetê: 22'ê Gulana 2018'an / Qers

Nasnav: Welat Bahoz
Nav paşnav: Guney Bati
Cihê jidayikbûnê: Stenbol
Dayik-Bav: Bedriye-Îbrahîm
Dem û cihê şehadetê: 24'ê Gulana 2018'an / Eyaleta Serhedê

Nasnav: Hogir Begirî
Nav paşnav: Sînan Karagulle
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Turkan-Abdulselam
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Îlona 2018'an / Agirî

Nasnav: Mazlûm Agir
Nav paşnav: Savaş Dora
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Nazenîn-Ebedîn
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Îlona 2018'an / Agirî