HPG: Em ê xewn û xeyalên şehîdên leheng pêk bînin

HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên sala derbasbûyî 19'ê Tîrmehê li Heftanînê di êrişa hewayî de şehîd bûbûn eşkere kir û diyar kir ku wê xewn û xeyalên hevrêyên xwe yên leheng pêk bînin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya gerîlayên li Heftanînê şehîd bûbûn eşkere kir.

Daxuyaniya HPG'ê wiha ye:

"19'ê Tîrmeha 2020'î artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer bombardûmaneke giran li qada Şeşdara ya herêma Heftanînê kir. Di encama êrişên hewayî de hevrêyên me Brûsk, Bêrîtan, Hêjar û Serhat gihîştin asta şehadetê.

BRÛSK HEVRÊYEKÎ ME YÊ KEDKAR BÛ

Hevrêyê me Brûsk ku li Mêrdînê ji dayik bû, hîn di zarokatiya xwe de bû xwedî cewhera welatparêziyê. Piştre neçar ma biçe metropolan û tevî ê yekê jî hişmendiya Kurdîtiyê parast. Li dijî sîstema dewleta Tirk a faşîst ku bi rengekî sondxwarî dijminatiyê li Kurdîtiyê dike, hevrêyê me kete nava lêgerînan û tevlî karên ciwanan bû. Hêrsa wî ya li dijî dijmin û daxwaza wî ya kar kir ku tevlî milîstiyê bibe û cihê xwe di nava karê me yê milîsiyê de girt ku temsîla welatparêziyê dike. Hevrêyê me Brûsk her ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir bêhtir xwe da doza gel û bi gotina xwe 'gava xwedîderketina li xeyalên zarokatiyê' sala 2012'an tevlî nava refên gerîla bû. Li nava refên gerîla jî her ku felsefeya Rêber Apo nas kir, xwe ji rastiya Kurdîtiya sîstemê rizgar kir û li ser rêya Kurdbûna Apoyî bi pêş ve çû. Bi hevrêtiya xwe ya sade, kedkar û pê bawer, bi dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re û baweriya bi doza azadiyê ya Kurdistanê re têkiliyeke qewîn bi hevrêyên xwe re danî. Hevrêyê me Brûsk her wezîfe û berpirsyariya xwe, bêteredût pêk anî û îdîaya xwe ya milîtaniya partiyê xiste meriyetê. Hevrê Brûsk ku her tim xwe bi hesta tolhildanê mezin kir û bi rengekî fedayî jiya, felsefeya şerê bi fedayîtiyê ji xwe re kir esas, mîsyona fedayîtiyê hilda û heta şehadetê ev mîsyon di kesayetiya xwe de bi rengekî şareza temsîl kir. Her tim dixwest hêrsa xwe ya li dijî şerê li Îmraliyê û Kurdistanê li eniya şer nîşan bide û bi vî rengî timî xwe ji bo qadên herî giran ê şer pêşniyar dikir. Li ser vê bingehê bi coş û daxwazeke mezin tevlî Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê bû û cihê xwe di nava vê berxwedana rûmetê de girt.

HEVRÊYA ME BÊRÎTAN ŞERVANEKE ŞAREZA YA YJA STARÊ BÛ

Hevrêya me Bêrîtan li nava malbateke welatparêz û dilsozê nirxên xwe ji dayik bû. Ji ber şewitandina gundê Zivingokê yê li quntara Çiyayê Gabarê ya herêma Botanê tevî malbata xwe neçar ma koçî navenda Şirnexê bike. Hevrêya me Bêrîtan bi kevneşopiya berxwedêrî û welatparêziya kûr a şêniyên gundê Zivingokê mezin bû, li dibistanên dewleta Tirk a qirker ku navendên asîmîlasyonê ye, li dijî dûrxistina ewladên gelê Kurd ji rastiya civakî, li dijî sîstema perwerdeyê ya ku dike dijminê cewhera xwe, bi nakok bû. Hevrêya me Bêrîtan ku nakokiyên xwe kûr bû û lêgerînên xwe xurt bû, felsefeya Rêber Apo bi asta îdeolojîk nas kir, dît ku serketina dawî ya li dijî faşîzmê tenê bi berxwedana gerîla dibe û li ser vê bingehê tevlî refên gerîla bû. Li Botana ku lê ji dayik bû û mezin bû tevlî nava refên gerîla bû, xwe gihand çiyayên Botanê û di meşa gerîla de demeke kurt pêşketinên mezin bi dest xist. Li akademiyên perwerdeyê li ser rêya gerîlatiya profesyonel perwerdeya pisportiyê wergirt û xwe hîn bêhtir bi pêş xist. Ji Botanê heta Zagrosan bû xwedî meşeke dirêj a gerîla. Dema dawî tevlî berxwedana Cenga Heftanînê bû, di têkoşîna dîrokî de bû şervaneke YJA Starê ya şareza, pêşengî kir û di meşa şoreşê de weke milîtaneke fedayî ya Apoyî şehîd bû.

HEVRÊYA ME HÊJAR ERKA XWE YA PÊŞENGIYÊ BI CIH ANÎ

Hevrêya me Hêjar li Mûşê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û bi hezkirina ji gerîla, welêt û berpirsyariya xwe ya li pêşberî gelê xwe di temenê ciwantiyê de tevlî nava refên têkoşînê bû. Hevrêya me hêjar her ku di nava têkoşînê de dewleta Tirk a faşîst nas kir, bêteredût biryarên radîkal wergirt û ji dil bawer kir ku li dijî kiryarên qirker ên dewleta Tirk a faşîst têkoşîna encamgir tenê bi şerê gel ê şoreşgerî dibe û bi vê têgihiştinê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Hêjar ku di jiyana gerîla de timî bi pêş ve çû, di îdeolojiya azadiya jinê de xwe ji nû ve afirand û şareza kir û di felsefeya Rêber Apo de xwe kûr kir, di nava demeke kurt de di rê û rêbazên gerîla de pispor bû û di pêkanîna pratîkê de jî serketinên mezin bi dest xist. Hevrêya me Hêjar ku li qadên cuda gelek wezîfe wergirt, bi hişmendiya milîtaniya Apoyî û bi nasnameya YJA Starê bi hesasiyet û serketineke mezin wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih anî. Di sala 2014'an de dema ku xelkê me yê Êzidî li Şengalê di nava komkujiyê de hate hiştin, hevrêya me Hêjar jî cihê xwe di nava Berxwedana Şengalê de girt û pêşî li qirkirina xelkê me yê Êzidî girt. Weke jineke Kurd a azad a çiyayî wezîfeya xwe ya pêşengiyê bi cih anî. Herî dawî weke şervaneke YJA Starê ya pêşeng tevlî nava Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê bû û weke milîtaneke Apoyî bû yek ji sembolên berxwedana dîrokî ya li dijî dagirkeriyê.

HEVRÊYÊ ME SERHAT HER CÛRE WEZÎFEYÊN XWE BI CIH ANÎ

Hevrêyê me Serhat jî li herêma Serhedê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber polîtîkaya dewleta Tirk a qirker mêtinger a koçberkirina Kurdan û bêkurdhiştina Kurdistanê, hîn di temenê ciwantiyê de tevî malbata xwe neçar ma koçî metropolan bike. Pêkanînên qirker ên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî gelê Kurd bi xwe dît û bi berpirsyariya têkoşîna li dijî dewleta Tirk a dagirker li metropolan cihê xwe di nava karên ciwanan de girt. Di zanekirina ciwanan û birêxistinkirina wan de li ser xeta Alî Çîçekan meşiya. Piştî karên ciwanan ku demeke dirêj meşand, tevlî nava refên gerîla bû û bi berpirsyariya dîrokî û civakî biryar da ku têkoşîna xwe bi têkoşîna gerîla dewam bike. Kesayetiya xwe ya milîtaniyê ku bi îdeolojiya Apoyî xurt kir, bû gerîlayekî şareza. Hevrêyê me Serhat ku bi taybetmendiyên xw eyên kedkar û fedakar tê naskirin, li her qada ku lê ma bi coş û moraleke mezin, kesayetiya xwe ya milîtaniya fedayî ya Apoyî nîşan da, bû çavkaniya moralê ji hevrêyên xwe re. Hevrêyê me Serhat ku heq ji her cûre zor û zehmetiyan derket, her wezîfe û berpirsyarî bi rengekî serketî bi cih anî. Di Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de bû xwedî kedeke mezin û bi berxwedana xwe, bi fedayîtiya xwe bû mînakek ji kesayetiya milîtaniya fedayî ya Apoyî.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne, em sersaxiyê ji tevahiya malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku armanca lehengên me yên şehîd ên xwe di oxira Kurdistana Azad û Rêbertiya Azad de feda kirine bi cih bînin, xewn û xeyalên hevrêyên xwe yên leheng pêk bînin."

Nasnav: Serhat Badikî
Nav paşnav. Mûhammed Kavşût
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Saîme-Cafer
Dem û cihê şehadetê: 19'ê Tîrmeha 2020 / Heftanîn

Nasnav: Bêrîtan Cûdî
Nav paşnav: Bişeng Benlîk
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Kerîme-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 19'ê Tîrmeha 2020 / Heftanîn

Nasnav: Hêjar Dilbirîn
Nav paşnav: Elîf Rojda Aydin
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Fatma-Îrfan
Dem û cihê şehadetê: 19'ê Tîrmeha 2020 / Heftanîn

Nasnav: Brûsk Welat
Nav paşnav: Feyzûllah Cengîz
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Zelîha-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 19'ê Tîrmeha 2020 / Heftanîn