HPG'ê li ser koma gerîla ku agahî ji wan nedihate standin daxuyanî da

HPG'ê li ser koma gerîla ku agahî ji wan nedihate standin agahî da û got, "Li gorî agahiyên ku me ji gelê xwecih standiye hêzên bi ser PDK'ê ve dora komê pêçaye, van hêzan êriş biriye ser wan û hin hevalên me şehîd bûne."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Komeke me ya biçûk a gerîla ku peywirdar bû ji deverekê biçe devereke din, piştî ku gihaştine dehma Xelîfan 26'ê Tîrmehê têkiliya me ji hev qut bû.

Li gorî agahiyên ku me ji gelê xwecih standiye hêzên bi ser PDK'ê ve dora komê pêçaye, van hêzan êriş biriye ser wan û hin hevalên me şehîd bûne. Agahiya ku gelê xwecih daye wiha ye. Qada navborî ji hêla hêzên PDK'ê ve hatiye pêçand, ketin û derketina nav qadê hatiye qedexekirin, ti agahiyek nayê standin.

Heman deman rayedarên PDK'ê jî di ser çapemeniyê re daxuyandine ku li dehma Xelîfan rûdanek çêbûye. Derheqê aqûbeta van hevalên me fikarên me hene. Ti maneyeke wê nîne ku komeke ku tenê ji wir diçe were dorpêçkirin û êriş biçe ser. Ev rewş nayê qebûlkirin. Tê fêhmkirin ku helwesteke wiha tê nîşandan ku tenê xizmetê ji dijminên gelê Kurdistanê re dike.

Beriya ku zêde zor li sînorên tehemmûlê were kirin, derheqê aqûbeta van hevalên me de li hêviyê ne ku PDK ji bo me û raya giştî ne bi berevajîkirinê, agahiyeke pêbawer û pêewle bide.

Di qonaxa krîtîk a dîrokê de li bara vê êrişkariyê ku ji hêla berjewendiya neteweyî ya gelê Kurd ve dikare rê li ziyanên mezin veke em bang li gelê xwe dikin ku bihistyar be û hemû derdorên siyasî yên têkildar ji hêla peywirên neteweyî ve bi berpirsyarî tevbigerin."