HPG’ê gerîlayê şehîd Serdar Pîr Avesta bi bîr anî

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê gerîlayê bi navê Serdar Pîr Avesta yê ku di meha Hezîranê de li Xakurkê di bomberdûmana dewleta Tirk de şehîd bûbû, bi bîr anî.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê got “Di 22’ê Hezîrana 2021’an de li qada Kelaşînê ya Xakurkê di bomberdûmana artêşa Tirk a dagirker de hevrêyê me Serdar Pîr Avesta şehîd bûye.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wisa ye:

Nasnav: Serdar Pîr Avesta
Nav û paşnav: Hakan Ateş
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dê û bav: Gulten – Mugdat
Dîrok û cihê şehadetê: 22’ê Hezîrana 2021’an – Xakurkê

Hevrê Serdar di malbateke welatparêz de ji dayik bûye û di temenekî ciwan de PKK ji nêz ve nas kiriye. Çanda welatparêziyê ya ku hevrê Serdar tê de mezin bûye rê li ber vî tiştî vekiriye ku ew polîtîkayên asîmîlasyonê yên li dibistanên dewleta Tirk a dagirker qebûl neke. Hevrê Serdar li hemberî polîtîkayên qirkirinê dest bi têkoşînê kiriye. Di dema zanîngehê de li hemberî asîmîlasyon û qirkirinê dest bi têkoşîneke berfireh kiriye. Di dema xebatên ciwanan de wî her dem xwe perwerde kiriye. Di sala 2014’an de dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êrişî gelê me kir, wî jî bi helwesteke radîkal berê xwe daye çiyayên azad.

Hevrê Serdar bi heyecaneke mezin tevlî perwerdehiyên bingehîn bûye, kûrbûna di îdeolojî û felsefeya Rêbertî de ji xwe re kiriye esas. Di tarz û taktîka gerîla de xurt bûye, hewl daye her dem di eniya pêş a berxwedanê de cih bigire. Hevrê Serdar li gelek qadên gerîlayan peywir stendiye û bi serkeftî ev peywirên xwe bi cih aniye. Di performan û tarza xwe ya serkeftî ya li eniyên berxwedanê, di gelek çalakiyan de derbên giran li hêzên dagirker xistiye. Hevrê Serdar alaya têkoşînê ya hevalên me yên şehîd bi biryardariyeke mezin hildaye û heta kêlîka dawîn li ser rêya şehîdên me yên qehreman meşiyaye.

Em ê jî alaya têkoşînê ya ku hevrê Serdar dewrî me kiriye, bi biryardariyeke mezin û têkoşînê bi serfiraziyê tacîdar bikin. Malbata wî hêja di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin.”