HPG: Çalakiya fedaî ya li Mersînê bersiva li êrişên bi çekên kîmyewî û komkujiyên li zindanan e

HPG'ê ragihand ku çalakiya fedaî ya li Mersînê ji aliyê gerîla Sara û Rûken ve hatiye lidarxistin û got, "Ev çalakî bersiva li zextên li zindanan, komkujiyan û êrîşên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîla ye."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiya fedaî ya li Mezîtlî ya Mersînê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Şeva 26'ê Îlonê du hevrêyên me yên fedaî li navçeya Mezîtlî ya li Mersînê li dijî hêzên dijmin çalakiyeke fedaî kirin. Ev çalakî bersivek li dijî zextên li zindanan, komkujiyan û êrîşên bi çekên kîmyewî yên li hemberî gerîla ye.

Hevrêyên me Sara û Rûken perspektîfa tîma gerîla ya fedaî ya profesyonel ji xwe re kirin esas, xwe ji çiyê berdan, tora îstîxbaratê ya dijmin têk birin û bi rengekî serketî gihîştin armanca xwe. Rejîma AKP-MHP'ê dixwaze atmosfereke welê biafirîne ku qaşo 'li Tirkiyeyê li ser her tiştî serwer e, têkildarî civakê bi her tiştî zane, li her derê sîxurê xwe heye' û bi vê têgihiştinê hewl dide civakê bitepisîne. Lê belê heta ku me daxuyanî neda, dijmin ne li ser nasnameya hevrêyên me ne jî li ser naveroka çalakiyê ti agahiya xwe tune bû. Hikumeta faşîst a AKP-MHP'ê ji bo lawaziya xwe veşêre, senaryoyeke sexte pêşkêşî civakê kir.

VÊ ÇALAKIYÊ NÎŞAN DA KU MILÎTANÊN APOYÎ YÊN FEDAÎ DIKARIN ÇI BIKIN

Tîma me ya gerîla ya fedaî ya bi fermandariya hevrê Sara, bi rengekî profesyonel gihîşt armanca xwe. Hevrêyên me Sara û Rûken li pêş çavan bi wêrekiyeke mezin, bi baweriya ji xwe, bi xwînsarî û bi biryardariyeke mezin bi ser dijmin ve meşiyan û ruhê fedaîtiyê nîşan dan. Bi însiyatîf destpêkê bi debanceyê, piştre jî bi çekên otomatîk li dijmin xistin. Tîma me ya fedaî ev çalakî li ser wê bingehê bi rêxistin kirin ku bêdudilî bi ser dijmin ve biçe, teqez encamê bi dest bixe û çalakiya fedaî pêk bîne. Her wiha ev çalakî di asta herî bilind a profesyoneliyê de bi hostatî hate plankirin ku bi ti awayî zerar negihêje sivîlan. Ev plana xwe bi rengekî serketî bi cih anîn, piştî ku bi dijmin re şer kirin, dijmin bi ser xwe ve kişandin û teqemeniyên amade kiribûn teqandin. Bi vî rengî çalakiya xwe pêk anîn û şehîd bûn. Vê çalakiya hevrêyên me Sara û Rûken nîşan da ku tîmên gerîla yên fedaî yên otonom ên profesyonel û milîtanên fedaî yên Apoyî dikarin li her cihê bixwaze di her astê de çalakiyê bikin.

Dewleta Tirk sala 2021'ê ji Siyanê ya ser bi Garê destpê kir û heta Zap, Avaşîn û Metînayê li dijî hêzên me yên gerîla di salên 2021 û 2022'an de 2568 caran çekên kîmyewî û bombeyên di asta navneteweyî de bikaranîna wan qedexe ye, bi kar anî. Di van êrîşan de ên bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî 66 hevrêyên me şehîd bûn. Lê belê her kesî ev sûcê li dijî mirovahiyê yê dewleta Tirk bi hezaran carî kir ji nedîtî ve hat, nerazîbûn nîşan neda. Hevrêya me Sara sala 2021'ê meha Sibatê li hemberî êrîşa dagirkeriyê ya dijmin a li Garê, di asta fermandariyê de tevlî operasyona şoreşgerî bû. Hevala me ya destpêkê bû ku bi operasyona şoreşgerî ji bo destwerdanê yekser kete nava liv û tevgerê, bêteredût bi ser dijmin ve çû û xwe gihand kampa Siyanê ya ku bi çekên kîmyewî yên artêşa Tirk hevrêyên me lê şehîd bûn. Hevrêya me Sara li vê derê kete bin bandora gazên kîmyewî yên hatin bikaranîn. Şehadeta Şoreş Beytuşşebap û hevrêyên me yên pê re şehîd bûn, bandor lê kir û soz da ku wê tola wan ti carî li erdê nehêle û çalakiya fedaî jî li ser vê bingehê pêk anî.

HEVRÊYÊN KU XWE FEDA KIRINE, NIRXÊN ME YÊN HERÎ PÎROZ IN

Hikumeta AKP-MHP'ê nasnameya hevalên me yên ev çalakî kirin nekarî tespît bike û ev yek jî radixe pêş çavan ku di îstîxbaratê de çiqasî lawaz e. Hikumeta AKP-MHP'ê tevî ku zane hevala me Zozan Tolan tevlî vê çalakiyê nebûye jî bi zanebûn navê hevala me Zozan da û xwest vê yekê ji bo zextê li malbatê û derdora wê bike, weke amûrekê bi kar bîne. Ti eleqeya hevala me Zozan bi vê bûyerê re nîne, ew li ser erka xwe ye. Hikumeta AKP-MHP'ê ji ber vê çalakiyê gelek kes destgîr kir, zext û êşkence li gel kir û hewl da tolê ji gel hilîne. Ev hemû jî hewldana nixumandina têkçûna xwe ya li pêşberî çalakiya gerîlayên me yên fedaî ye.

Hikumeta AKP-MHP'ê nekarî tespît bike bê hevrêyên me yên fedaî ji ku hatine û çalakî kirine. Bi zanebûn hewl da nîşan bide ku mîna 'Ji Rojava hatine û çalakî kirine'. Hevala me Rûken demeke dirêj li çiyê weke milîtaneke PKK'ê û endama Hêzên Taybet li nava refên me bû. Ti eleqe û têkiliya xwe bi rêxistinên li Rojava re nîne. Lewma îdîayên ku dibêje ev çalakî ji Sûriyeyê hatiye birêxistinkirin, asparagas in, dereweke ku ji aliyê hikumeta AKP-MHP'ê ve  hatiye kirin, ji bo li dijî dijberê xwe bi kar bîne.

Di rewşeke welê de ku kêra qirkirinê dane stuyê gelê me, kiryarên li dijî mirovahiyê li berxwedêrên li zindanan têne kirin, gelê Kurd ê bêguneh her roj bi rê û rêbazên cuda tê qetilkirin û hevrêyên me bi çekên kîmyewî têne qetilkirin, bila kes ne li bendê be ku milîtanên fedaî yên Apoyî bi rengekî cuda tevbigerin. Yên ku zimandirêjiyê li vê çalakiya bi heybet dikin, beriya her tiştî bila bala xwe bidin ser êrîşên bi çekên kîmyewî yên rejîma qirker faşîst a AKP-MHP'ê yên li dijî hêzên me yên gerîla. Yên ku bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê rejîma faşîst ve şermezar nakin, fedaiyên ku ji bo parastina nirx û gelê Kurd xwe feda dikin bi zimanê dijmin şermezar dikin. Ev nêzîkatî tenê bi tepisandinê dikare bê vegotin. Hevrêyên me yên ku ji bo pêşî li qirkirina gelê Kurd bigirin xwe feda dikin, nirxên me yên herî pîroz in. Yên ku zimandirêjiyê li van nirxan dikin, divê zanibin ku gelê me yê welatparêz jî heqîqeta fedaiyên me temsîl nakin.

Heta ku êşkenceya li derveyî mirovahiyê ya rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ya li ser zindanan dewam bike, heta ku qirkeriya li ser gelê me û bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî gerîla nesekine, çalakiyên me yên bi vî rengî wê dewam bikin.

Agahiyên li ser nasnameyên hevrêyên me yên ev çalakiya fedaî kirin wiha ne:

Nasnav: Sara Tolhildan
Nav paşnav: Dilara Urper
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Pîroz-Hamdî
Dem û cihê şehadetê: 26'ê Îlona 2022 / Mersîn

Nasnav: Rûken Zelal
Nav paşnav: Emel Feremez Hisên
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Dayik-Bav: Faîze-Feremez
Dem û cihê şehadetê: 26'ê Îlona 2022 / Mersîn