HPG: 3 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên HPG/YJA Starê ragihand ku di çalakiyên dijî artêşa Tirk a dagirker de herî kêm 3 leşker hatine cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li dijî artêşa Tirk a dagirker ku li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrişa dagirkeriyê kiriye, hêzên wan 2'ê Tîrmehê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de çalakî kirine.

HPG'ê diyar kir, "Saet di 11:20'î de hêzên me yên YJA Starê li qada Şeşdara li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyeke sûîqestê kirin û leşkerekî dijmin ceza kirin.

Saet di 19:30'î de hêzên me li leşkerên dagirker ên li ser Girê Katu Sule xistin. Di vê çalakiyê de ku derbên giran li yekîneyên dijmin hatin xistin, hejmara leşkerên mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin."

Di daxuyaniya HPG'ê de li ser çalakiyan ev agahî hatin parvekirin:

"HÊZÊN ME REWŞA PARÊZVANÊN SÎNOR DIŞOPÎNIN'

"1'ê Tîrmehê hêzên ku parastvanên sînor ên ên ser bi Iraqê li mintiqeya Kerê ya ser bi herêmên Kela Şabanike û Derkarê yên Batufayê bi cih bûn. Van hêzan ragihandin ku ji bo pêşîgirtina li pêşveçûna artêşa TC a dagirker hatine. Hewldaneke bi vî rengî ku bi zêdebûna êrişên dewleta TC a dagirker hate kirin cihê fikaran e. Hêzên me rewşa wan a li herêmê dişopînin. Heta ku rewşa li vir baş bê fêhmkirin, hêzên me wê di pozîsyona xwe ya heyî de bin û piştre wê li gorî encama derkeve holê helwestê nîşan bidin.

LI ŞAXÊ ÇALAKIYA SÛÎQESTÊ

Hêzên me yên YJA Starê di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de 30'ê Hezîranê saet di 19:50'î li qada Kato Xelîla ya navçeya Şaxê ya Wanê li leşkerên dagirker ên li mintiqeya Çelê Buka kontrola rê dikirin, xistin. Di çalakiyên sûîqestê de 2 leşkerên di yekîneya dijmin de hatin cezakirin.

OPERASYONA LI COLEMÊRGÊ BÊENCAM MA

26'ê Hezîranê artêşa TC a dagirker li qada Kato Kavalê ya Colemêrgê dest bi oeprasyonekê kir. Balafirên şer û helîkopterên êrişê bi şev bombardûmanek giran kirin û artêşa TC a dagirker bi helîkopterên Skorsky leşker li herêmê danî. Artêşa TC a dagirker 27'ê Hezîranê bi rengekî bêencam ji herêmê vekişiya.

BALAFIRÊN ŞER ÊN TIRK BOMBE LI GARÊ BARANDIN

2'ê Tîrmehê balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li derdora gundê Yekmalê yê herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatin."