Hozat: AKP-MHP koalîsyoneke kontrgerîla ye

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat: Desthilatdariya AKP-MHP koalîsyoneke kontrgerîla ye. Armanca xwe bicihanîna plana qirkirina Kurdan e. Bi ti awayî meşrû nîne.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat bersiv da pirsên ANF'ê yên li ser mijarên di rojevê de ne.

Hozat beriya her tiştî sersaxî ji malbat û xizmên kesên li Xarpêtê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan û şîfa xêrê ji birîndaran re xwest.
Hozat diyar kir, mîna her erdhejê ji ber avahîsaziya qels a desthilatdariya talanker û wernegirtina tedbîran, xisareke mezin rû da û got, "Divê gelê me bi piştgirî û alîkariyeke mezin tevbigere û alîkariyê bide erdhejzedeyan. Em di wê baweriyê de ne ku di vê mijarê de ji roja destpêkê ve berpirsyariyeke mezin tê nîşandan.

Desthilatdariya faşîst bi baca gel ji xwe re qesrên ji hezar odeyî çê dike, artêşa xwe ya çeteyên tecawizkar xwedî dike û mal û avahiyên gel jî li wan dike goristan. Siyaseta desteserkirin û talanê dike ku gel dibe ber mirinê."

15'Ê SIBATÊ WÊ TIMÎ WEKE ROJEKE REŞ BE

Besê Hozat bi wesîleya salvegera 22'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê komploger bi tundî şermezar kir û di şexsê cangoriyên ku bi dirûşma "Hûn nikarin roja me tarî bikin" li dijî komployê canê xwe feda kirin, şehîdên azadiyê û şoreşê bi hezkirin, rêzdarî û bi minet bi bîr anî.

Hozat destnîşan kir, eger 22 sal in komplo hîn jî dewam dike sedema vê yekê ew e ku komploya 15'ê Sibata 1999'an bi ser neketiye û got, "15'ê Sibatê ji bo dîroka Kurdistan û mirovahiyê rojeke reş e û wê timî weke rojeke reş di hiş û mejiyê mirovan de cih bigire. Wê bi hêrs bê bîranîn.

Komplo 22 sal in bi tecrîda li Îmraliyê dewam dike. Komplogeran hîn dest ji armanca xwe bernedane. Hêzên ku serkêşiyê ji komployê re dikin, bi piştgiriya xwe ya ji bo planên qirkirinê yên dewleta Tirk 22 sal in Rêber Apo tecrîd dikin. Bi piştgiriya ji bo plana qirkirina Kurdan a dewleta Tirk re hewl didin gelên Rojhilata Navîn teslîm bigirin. Tecrîdkirina Rêber Apo encameke plana qirkirinê ya li dijî gelê Kurd e."

Hozat destnîşan kir, komploger di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurd û gelên herêmê şer dikin.

TECRÎD POLÎTÎKAYEKE QIRKIRINÊ YE

Hozat anî ziman, ji ber ku tê xwestin ku Kurd bên qirkirin Ocalan tê tecrîdkirin û got, "Tecrîd polîtîkayeke qirkirinê ye. Tecrîdkirina Rêber Apo bi rengê hiqûqa qirkirinê ya li ser gelê Kurd dikeve meriyetê. Hêzên hegemonîk ên global li herêmê bi Şerê Cîhanê yê 3'emîn re ji nû ve parvekirinê dikin û di rewşeke wiha de hewl didin ku bandora Rêber Apo ya li ser herêmê bişikînin. Armanc ji komployê û tecrîdê tasfiyekirina xeta azadiyê ye. Ji ber vê yekê sîstema tecrîdê ya Îmraliyê konsepteke navdewletî ye ku dewleta Tirk jî di nav de ye."

HER KESÊN BI RÛMET DIVÊ LI BER RABIN

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê  Hozat destnîşan kir ku rabûna li ber tecrîdê wezîfeyeke mirovî ye û got, "Her kesên ku dixwazin bi rengekî mirovî, bi rûmet û azad bijîn divê li dijî tecrîdê têbikoşin. Têkoşîna li dijî tecrîdê pîvana mirovbûnê ye. Bi helwesta xwe ya li dijî tecrîdê nîşan dide ku mirov çiqasî xwedî exlaq û wijdan e, çiqasî nirxên azadiyê, wekhevî, hiqûq, edalet, aştî û demokrasiyê diparêzin."

RÊYA TASFIYEKIRINA KOMPLOYÊ

Hozat ragihand, têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna li dijî rejîma qirker e û got, "Têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna li dijî dîktatoriya faşîst e. Têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna li dijî komkujiya jinê ye. Têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna li dijî neheqiyê, bêhiqûqiyê, bêedaletiyê, hilweşîna ekolojîk û aboriyê ye. Wê demê têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna xwedîderketina li nirxên mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê divê her kes, rêxistin, sazî, hawirdor, civat û kom bi xurtî tevlî vê têkoşînê bibin."

Di salvegera 22'an a komploya navdewletî de Hozat bang li gelê Kurd, dostan, jinan û alîgirên demokrasî û azadiyê kir ku bi feraseta "Hilweşandina faşîzma qirker-dagirker, azadkirina Rêber Apo, têkoşîna demokratîkkirina Rojhilata Navîn" rabin ser piyan û xwedî li paşerojê derkevin.

Hozat anî ziman ku îsal hem ji bo gelê Kurd hem jî ji bo gelên herêmê, jin û mirovahiyê saleke gelekî girîng e û destnîşan kir, Şerê Cîhanê yê 3'emîn ku navenda xwe li Kurdistanê ye, ji bo gelê Kurd û gelan pêvajoyeke diyarkirina çarenûsê ye.

DESTHILATDARÎ ÊDÎ NE MEŞRÛ YE

Besê Hozat diyar kir ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê êdî bi ti awayî meşrû nîne û got, "Ketiye nava pêvajoyeke helandinê. Hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê û 23'ê Hezîranê ev rastî bi rengekî eşkere raxist pêş çavan. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ji bo li ser piyan bimîne, îradeya demokratîk a gel tine dibîne, êrişên xwe yên qirkirinê zêde dike. Ev desthilatdariya faşîst hewl dide bi rêya şer li ser piyan bimîne. Li nava welêt û derveyî welat li dijî gelan şer dike. Hebûna xwe spartiye qirkirinê, komkujî û polîtîkayên dagirkeriyê. Bi vê zîhniyeta nemerdane êrişî derdorê dike. Ev desthilatdariya qirker dijminê Kurdan ê sondxwarî ye."

AKP-MHP KOALÎSYONEKE KONTRGERÎLA YE

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP koalîsyoneke kontrgerîla ye û got, "Hêza tifaqê ya gladiyo ye. Armanca xwe ew e ku plana qirkirinê ya sed sal in li dijî Kurdan tê meşandin bi cih bîne. Ev hêza şer ku bi şerê li hundir û derve û bi komkujiyan hewl dide hebûna xwe bidomîne, di dîroka komarê de desthilatdariya faşîst a herî metirsîdar e. Hêzên derve vê hêza şer ji bo berjewendiyên xwe yên li Rojhilata Navîn bikaranîner dibînin, lewma destekê didin vê hêzê û li ser piyan dihêlin. Ev hêza şer a faşîst bi piştgiriya derve li ser piyan dimîne. Her wiha nebûna mûxalefeteke civakî û siyasî ya xurt li Tirkiyeyê dibe sedem ku ev hêz hebûna xwe bidomîne. Naxwe bi rastî jî ti rewatiya desthilatdariya AKP-MHP'ê nemaye. Eger têkoşîneke xurt a siyasî û civakî bê meşandin wê ev desthilatdarî bi erdê re bibe yek.

Pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê pirsgirêka têkoşîna civakî ya yekbûyî û mûxalefeta demokratîk e. Hêza faşîst a AKP-MHP'ê ji vê yekê hêzê werdigire û li ser piyan dimîne. Di ser dijminatiya li Kurdan re neteweperestiyê sor dike û bi vî rengî temenê xwe dirêj dike."

Hozat ragihand, di serî de gelê Tirk divê gelên Tirkiyeyê hemû li dijî vê desthilatdariya faşîst a kontra bi rengekî topyekûn têkbikoşin û got, "Têkoşîna li dijî vê desthilatdariya kontra ne tenê pirsgirêka Kurdan û hêzên demokrasiyê ye. Pirsgirêka gelên Tirkiyeyê hemûyan e. Her kesên ku dibêjin ew welatparêz in divê tevlî vê têkoşînê bibin."

DESTHILATDARÎ JI BANDORA TÊKOŞÎNA JINÊ DITIRSE

Besê Hozat bal kişand ser êrişkariya desthilatdariya AKP-MHP'ê ya li dijî jin û zarokan û got, "Li Kurdistan û Tirkiyeyê têkoşîna azadiyê ya jinê gihîşt asteke girîng. Sekna têkoşer a jinê dibe sedem ku hişmendiya civakê bilind bibe. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ji bandora erênî ya têkoşîna jinê ya li ser siyasetê û civakê ditirse. Sedemeke zêdebûna tundiya li dijî jinê jî mezinbûna têkoşîna jinê ye. Têkoşîn hişmendiyê xurt dike, jinên xwedî hişmendî û îrade jî ferz û zextên dewletê û mêr qebûl nakin. Jineke têgihiştî û xwedî îrade, serî natewîne. Dewleta  ku asta pêşketinê ya jinê li pêşiya armancên xwe yên civakî weke gefekê dibîne, ji bo îradeya têkoşînê ya jinê bişikîne êrişên xwe zêde dike û tundiya mêr teşwîq dike."

Hozat got, "Bi rêya komkujiya zarokan jî heman tiştî dixwaze bike. Destavêtina li zarokan komkujî ye. Zarokên vê serdemê, mirovên têgihiştî û civaka paşerojê ne. Bi êrişên destavêtinê îradeya zarokan dişiînin û kesayetên ku derûniya xwe têk çûye diafirînin bi vî rengî kujeran, çeteyan, tetîkkêşan, tecawizkaran diafirînin. Çanda destavêtinê bi vî rengî ava dibe. Bi vî rengî civakê dirizînin, dejenere dikin û xemsariyê serdest dikin. Li ser civaka dejenerebûyî û xemsar desthilatdariya xwe ya siyasî ava dikin. Dewlet destavêtinê weke polîtîkayekê dimeşîne. Bi rêya jina ku têk biriye û kiriye kole hewl dide civakê bi temamî têk bibe û teslîm bigire.

TÊKOŞÎNA YEKBÛYÎ Û RÊXISTINBÛYÎ YA JINAN GELEKÎ GIRÎNG E

Li dijî vê yekê têkoşîna yekbûyî û rêxistinbûyî ya jinan gelekî girîng e. Bandora têkoşîneke parçebûyî û ji hev belavbûyî kêm e. Jin çiqasî di nava xwe de rêxistinbûyî bin, çiqasî piştgiriya hev bikin û têkoşîneke hevpar bimeşînin wê ewqasî jî encamê werbigirin."

Hozat destnîşan kir ku di vir de yekane tişta ku divê jin bike, li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ku dijminê jinan e, têkoşîna hevpar li her deverê bilind bikin.

KARÊN JI BO ZIMAN GELEKÎ HÊJA NE

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat bi dewamî karên ji bo ziman û çanda Kurd tên kirin nirxand û got, "Ev kar gelekî hêja û watedar in. Ji dil her kesên ku di vê mijarê de hewl didin pîroz dikim. Hêvî dikim ku wê vî karê xwe bidomînin. Asîmîlasyoneke mezin li ser ziman û çanda Kurd heye. Li Kurdistanê sed sal in qirkirineke çandî ya mezin heye. Qirkirina bingehîn a li Kurdistanê qirkirina çandî ye. Ji xwe dema ku gelek ji aliyê çandî ve hate qirkirin û encam ji vê polîtîkaya qirkirinê hate standin hingî ew gel qediya ye. Ya ku sed sal in li Kurdistanê tê kirin ev e. Ji ber vê yekê karên ku ji bo ziman û çandê tên kirin gelekî hêja ne.

Divê mirov di asta seferberiyê de vî karî bikin. Gelê me divê li her cihî bi zimanê dayikê biaxive, hînî zarokên xwe bike. Gelê me yê li Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê gelekî di nava oto asîmîlasyonê de ye. Li dijî vê yekê têkoşîneke xurt divê."

HER DAYIK DIVÊ ZIMANÊ XWE HÎNÎ ZAROKÊN XWE BIKE

Hozat anî ziman ku di vê mijarê de jin divê bi roleke çalak rabin û got, "Di parastina çand û zimanê Kurdî de rola jinan bi rastî jî diyarker bû. Jinê çand û ziman afirand, parast û bi pêş ve bir. Ji xwe navê zimanê dayikê jî ji dayikê tê. Yê ku ev yek afirand û wate da jin e. Bêguman di rewşeke wiha de wê rola jinan di pêşvebirina çand û ziman de sereke be."

Hozat di vê mijarê de bal kişand ser berpirsyariya ciwanan jî û got, "Divê ciwan bi zimanê xwe yê dayikê hîn bibin û li her qada jiyanê pê biaxivin."

YEKÎTIYA NETEWEYÎ KARÊ HERÎ STRATEJÎK Û LEZGÎN E

Mijareke din a ku di rojeva Hozat de bû karên ji bo yekîtiya neteweyî ye. Hozat got, "Dema ku mirov ji aliyê paşeroja azad a gelê xwe ve dinirxînin, hingî karên ji bo yekîtiya neteweyî tên kirin karekî stratejîk û herî lezgîn e. Mehên dawî li Bakurê Kurdistanê di vê çarçoveyê de gelekî gelekî hêja û berfireh hate kirin. Kesên ku beşdarî vî karî bûne bi rêzdarî silav dikim. Vî karê hêja pîroz dikim û serketinê dixwazim. Bakurê Kurdistanê navenda têkoşîna demokrasî û azadiyê ye. Dewleta Tirk jî serkêşê dijminê Kurdan e. Gelekî watedar e ku yekîtiya neteweyî ya Kurdan li Bakurê Kurdistanê bi pêş dikeve."

Hozat anî ziman ku heman hewldan li Rojava jî di nava rêxistinên Kurdan de heye û got, "Ev jî gaveke cihê kêfxweşiyê ye. Bêguman hin meylên ku xwe nadin ber yekîtiya neteweyî û dixwazin vê hewldanê sabote bikin, bi dijmin re tevdigerin û li pey berjewendiyên qirêj in hene. Lê belê ev meyl divê nebe astengî û hincet."

Hozat diyar kir ku hunermend û rewşenbîrên Kurd jî bi vê armancê di nava hewldanên hêja de ne û destnîşan kir ku girîng e ev hewldan bên zêdekirin û berfirehkirin.

DÎROK YEKÎTIYÊ LI ME FERZ DIKE

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat got, "Di mijara yekîtiya neteweyî de em ji her awayên daxwaz û banga gelê xwe re amade ne. Em baş pê zanin ku yekîtiya neteweyî ji bo paşeroja azad a gelê me çiqasî bi wate û girîng e. Dîrok bi rastî jî yekîtiyê li me Kurdan ferz dike. Di vê pêvajoya diyarkirina çarenûsê de yekîtî wezîfeyek e, mecbûrî ye û fermana bilind a gelê me û dîrokê ye. Divê gelê me bi têkoşîna xwe yên ku ji yekîtiya neteweyî re ne amade ne amade bike. Di vê mijarê de wezîfeyeke girîng dikeve ser milê gelê me. Divê gelê me her tiştî ji partiyan hêvî neke. Mixabin hin partî bêîman tevdigerin. Ji bo îman bi wan re çêbibe pêwîstî bi têkoşîna gelê me û zexta demokratîk heye."

Beşa duyemîn a hevpeyvînê sibe ye...