Hevşaredarên Bêgir, Qelqelî û Elbakê hatin destgîrkirin

Hevşaredarên HDP'î yên Bêgir, Qelqelî û Elbakê yên Wanê û endama Meclîsa Şaredariya Baglarê ya amedê Naşîde Bûlûttekîn Can hatin destgîrkirin.

Hevşaredarê Bêgirê Yilmaz Şalan, Hevşaredarê Qelqeliyê Yakûp Almaç û Hevşaredarê Elbakê Erkan Acar ên HDP'î di serdegirtina malên wan de hatin destgîrkirin. Hevşaredar birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Wanê.

Li Amedê jî endama Meclîsa Şaredariya Baglarê Naşîde Bûlûttekîn Can hate destgîrkirin. Can birin Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê ya Midûriyeta Emniyetê ya Amedê.

Can tevî 5 endamên Meclîsa Şaredariyê di 22'ê Cotmehê de ji wezîfeyê hatibû dûrxistin û qeyûm li şûna wan hatibû bicihkirin.