Heco: Fermana Osmaniyan û DAÎŞ'e ji hev ne cuda ye

Hevserokê Berê yê MXDŞ'ê Riham Heco bal kişande ser Ferman'a 73'an a li ser Êzîdiyan û got,''Fermana Osmaniyan û DAÎŞ'ê ji hev ne cuda ye''.

Hevserokê berê yê Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Riham Heco ji bo salvegera 3'an a Fermana li ser Êzîdiyan axivî.

Heco diyar kir armanca dijminan ne tenê dagirkirina xaka Êzîdyan e, li ser sedema wê jî got, ''Ji ber ku Êzîdî ji hêla çandî ve civakeke zengîn in. Jiyana bi vê nasnameyê ji bo desthilat û pergalê tirseke mezin bû. Ji ber tirsa ku bikevin ber bayê vê çandê tim hewl dan ku gelê Êzîdî ji holê rakin. Fermana pêşî ji hêla Osmaniyan ve hatiyek irin. Wê demê gelek biryar hatin standin, biryarên mîna yên DAÎŞ'ê.''

Heco bi berdewamî got wê demê li talana wan dane, revandina jinên Êzîdî, tecawiza li wan li xwe helal kirine, li xwe helal kirin ku çanda Êzîdî bi temamî ji holê rakin, ji zimanê wan re 'zimanê kafiran' gotine û qedexe kirine.

Heco bal kişande ser Êzîdîtîyê, got, ''Êzîdî ne dînek e, ne dînekî weke dînên dî ye, baweriyek e. Hem ji hêla çandê ve, ji hêla ziman, sirûşt, cografya û pîvanê ve baweriyeke zengîn e. Ji her alî ve ev civak zengîn e. Ji ber vê tim ferman anîne ser serê vî gelî. Ji ber vê gelek armancên fermanan hene. Beriya her tiştî xwestin ku vê baweriyê tine bikin, kanên wan tine bikin û xaka wan dagir bikin. Dixwazin hemû tiştên wan tine bikin.''

Heco bi berdewamî diyar kir dema ku di dîrokê de behsa Êzîdiyan tê kirin tenê Şengal, li herêma Rojava Cizîr, Erînê na, behsa gelek devan tê kirin, xaka Êzîdiyan berfireh e û got, ''Em ji van xakan re Êzîdxan dibêjin. Herêma Kurdistanê jî di nav de ye. Armanca dijmin ne tenê dagirkirina xaka Êzîdyan bû, ji ber ku gelê Êzîdî ji hêla çandê ve pir zengîn e û jiyana bi vê nasnameyê ji bo pergal û desthilatan tirseke mezin bû. Ji ber tirsa ku bi ber bayê vê çandê bikevin xwestine ku gelê Êzîdî ji holê rakin. Fermana pêşî ji hêla Îslamiyeyê ve hatiye kirin .Wê demê dîsa gelek biryar hatine standin, biryarên mîna yên DAÎŞ'ê.

Heco bi berdewamî wiha got: ''Çi kirin wê demê? Li talana mal û milkê wan dan, revandin û destdirêjiya li jin û keçên wan li xwe helal kirin. Li xwe helal kirin ku çanda Êzîdî ji holê rakin. Gotin zimanê Êzîdiyan ê kafiran e û qedexe kirin. Piştre Osmaniyan, Farsan ji bo desthilata xwe taloke dîtin û gelek ferman bi ser serê wan de anîn. ''

Heco bal kişande ser rengê fermana li ser Êzîdiyan, diyar kir dieb ku Êzîdî ji hêla fizîkî tine nekiribin lê ji hêla çandî ve gelek ferman anîne ser wan û got, ''Fermana çand û baweriyê anîne ser Êzidiyan. Helbet li gel vê fermanên fizîkî jî anîne. Mînak li gelek herêmên Başûr û Bakurê Kurdistanê gundên Êzîdiyan hebûn. Hemû bi zorê kuştin, an jî bi zorê ew kirin misilman. Ên ku qebûl nekirin ku bibin misilman jî ji ber zext û zordariyê bêgav man ku derkevin derveyî welêt.''

Heco her wiha got dema hikûmeta AKP, PDK'ê gelek gund hatine şewitandin, dewletê rasterast dest avêtiye vî karî, li nav gel nîjatperestî geş kiriye, kirin ku gelê li wir Êzidiyan qebûl nekin. Heco bi berdewamî diyar kir li Başûrê Kurdistanê ji aliyekî ve dewletê êrîş dianî ser Êzîdiyan ji aliyekî ve Misilman û Tirkan êrîş dianî.

Heco bi berdewamî fermanên Osmanî û DAÎŞ'ê li rex hev danî û got, ''Fermana Osmaniyan û DAÎŞ'ê ji hev ne cihê ye. Divê mirov ji hev cihê nebîne. Mînak kesên li nav DAÎŞ'ê nedizanîn bê ka şerê çi dikirin. Sedemeke vê nezanî û ya dî jî nîjatperestî bû. Osmanî di serî de ne Misilman bûn rast e. Osmanî di serî de nexwedî tiştekî bûn û xwestin bibin xwedî tiştekî. Ji ber vê diviya qira hinan bianiya. Heke nikaribî hinan qir bikî tu yê tim weke xwe bimînî. Ev hişmendiya desthilatî ye. Ev çavbirçîtî sedema fermanê ye. Dîn di dest xwe de kirin weke çekekê.''

Heco herî dawî got li Rojhilata Navîn polîtîkaya qirkirinê bi Êzîdiyan dest pê kiriye û li ser gelên din hatiye domandin.

WÊ DEWAM BIKE