Gerîlayên HPG/YJA Starê li Xakurkê li dagirkeran xistin

Gerîlayên HPG/YJA Starê li herêma Xakurkê derbên giran li kozik û stargehên artêşa Tirk a dagirker xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên hewayî daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye:

"Hêzên me yên YJA Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 28'ê Adarê saet 09:30'î li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Şehîd Derwêş çalakiyek kirin. Derbên giran li kozik û stargehên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin. Yekîneya me ya çalakî kir bi serketî li wargehên xwe vegeriya.

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên hewayî kirin. Di vê çarçoveyê de;

26'ê Adarê saet 15:00 balafirên şer bombe li Girê Hakkarî yê li herêma Metînayê barandin.

27'ê Adarê saet di 10:30'î de balafirên şer bombe li derdora çemê Lolanê yê li herêma Xakurkê barandin.

Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat."