Gerîla ji Cûdî bigire heta Zagrosan li her derê li ber xwe dide-NÛ BÛ

HPG’ê ragihand gerîla ji Cûdî bigire heta Zagrosan li her derê li dijî dewleta Tirk a dagirker berxwedaneke destanî nîşan dide. Di çalakiyên hatin kirin de bi qasî hate zelalkirin 11 dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da û got: “Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji Cûdî bigire heta Mêrdîn, Metîna, Zap û Avaşînê destanên lehenegî dinivîsînin û şehîdan dide û berxwedan û çalakiyên xurt didomîne. Di encama çalakiyên ji esmana û bejahiyê yên cuda de derbeyên giran li dargirkeran hatiye dayîn. Şerê dijwar li Avaşîn, Zap û Metînayê hê jî didome.

HPG’ê li ser berxwedan û çalakiyên dewam dikin ev agahî da.

LI DIJÎ CIHÊ KAR Ê HEVKAR SULEYMAN BOLUMEZ ÇALAKÎ HATE KIRIN

Li herêma Cûdî li dijî cihê kar ê hevkar ê xebatên kontrayê dike Suleyman Bolunmez çalakiyek hate kirin. 11 kamereyên li cihê kar hatin rûxandin, 11 wesayît hatin şewtinadin, 2 çek û 3 durbîn jî hatin desteserkirin.

LI CÛDÎ ŞER

7’ê Hezîrana 2021’ê di saet 03:45’an de li devera Navsera Cûdî ya Herêma Cûdî ya Şirnexê di navbera komek hevrêyên me û dagirkeran de şer qewimî bû. Di vî şerî de ku gelek dagirker hatin cezakirin, hevrêya me Dilsoz Cûdî ku heta guleya xwe ya dawî fedayî şer kir giran birîndar bûbû, ji bo dîl nekeve destê dijmin, bombeya li xwe xwe diteqîne û şehîd dibe.

Nasnameya hevrêya me ya şehîd wiha ye:

Nasnav: Dilsoz Cûdî
Nav û Paşnav: Bedîa Yalıç
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayikê Bav: Kumrî – Ahmet
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Cûdî / 7’ê Hezîrana 2021

 

Hevrêya me Dilsoz Cûdî ya li dilê Kurdistanê Botanê hatiye dinê, di nava malbateke welatparêz de mezin bûye. Ji ber ku derdorî malbata wê malbatên ku di nava Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de berdêl dane, tevî zext û zordariya dijmin jî, domandina girêdanbûna bi Tevgera Azadiya Kurdisanê bûye sedem ku hevrêya me Dilsoz partiya me PKK’ê nas bike. Hevrêya me Dilsoz bi vê yekê re dema ku lêkolînan li ser Rêber Apo dike, ji nêzîkbûna Rêber Apo ya ji bo jinê bandor dibe, cihê xwe aktîf di nava xebatên jinan de digire. Hevrêya me Dilsoz dibîne ku cihê herî aktîf têkoşînê li hember dewela Tirk a li her derê êrîş û zextê li gelê Kurd dike qadên gerîla ye, piştre tevlî gerîla dib.e Hevrê Dilsoz dema dema tevlî gerîla dibe û şûnde, xwestek û daxwazên xwe pêşxitin û tevlîbûnê zêdetir dike, ji bo xwe pêş bixe û tevlî her karê qadê bibe, dikeve nava hewldanên mezin. Hevrê Dilsoz bi perwerdehî û lêhûrbûnên xwe li ser xeta jina azad kûr dibe, ji bo nûnertiya vê xetê bike weke erkekê dibîne. Hevrê Dilsoz a girêdanbûna wê ya têkiliya hevrêtiya PKK’ê kûr dike, bi taybet ji hevrêtiya Rêber apo û Kemal Pîr pir bandor bûye, ji bo vê têkiliya vê hevrêtiyê bide jiyanîkirin, bûye xwedî hewldaneke pir mezin.

Hevrê Dilsoz ji bo li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser gelê me û tevgera me bibe bersiv, li qada leşkerî pispor dibe, piştî li gelek qadan kar dike û şûnde berê xwe dide Botanê. Li dijî polîtîkayên talankirina xweza û bê Kurdkirina di serî de Botanê û hemû beşên civakê, bûye xwedî hêrsekî pir mezin. Hevrê Dilsoz vê hêrsa xwe di gelek çalakiyên tê de beşdar bûye, bûye yek jî mînakên herî xurt bê ka wê çawa mirovbl i hember dijmin têkoşînê bike,nîşan daye. Hevrê Dilsoz Cûdî ya li gelek qadên Kurdistanê pratîk kar kir, di nava her xebatên bi hevrêyên xwe re kir, şopa xwe hiştiye, cihê xwe di dilê her hevrêyeke xwe de kiriye.

Di serî de ji malbata hevrêya xwe ya şehîd, gelê Şirnexê û tevahî gelê Kurd ê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

LI GIRÊ HIRMO 4 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

7’Ê Hezîranê saet 09:00’an li dijî dagirkerên ku li qada Girê Hirmo ya herêma Cûdiyê derketibûn operasyonê çalakiyek bi rêbaza taktîka sabotajê hatiye kirin. Di vê çalakiyê e 3 dagirker hatin cezakirin. Dagirkeran bi helîkopterên êrîşê devera Girê Hirmo bombe kiriye, beşek qismî ya operasyonê vekişiyane.

LI METÎNA JI HEWA VE ÇALAKÎ

Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal, 10’ê Hezîranê saet 11:30’î li dijî dagirkerên li Girê Azad ê Herêma Metînayê ji esmanan ve çalakiyek kirin. Hedefên hatin nîşandan hatin lêdan.

Çalakiyên li Avaşîn ên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê:

9’ê Hezîranê saet 05:30’î li dijî dagirkerên ku xwestin bikevin tûnelên şer ên li dever Werxelê, bi çekên ferdî û bandor çalakî hatiye kirin. Di vê çalakiyê de dagikerek hatiye cezakirin. 2 jî hatine birîndarkirin. Saet 09:30’î jî li dijî dagikerên ber bi tûnelên şer ve bi pêş ve dihatin bi taktîka sabotajê çalakiyek hatiye kirin. Dagikerên ku neçar man bi şûn ve vekişin, bi dronan xwestine dîmen bigirin. Piştî mudaxeleya hêzên me û şûnde dron jî neçar mane ji qadê dûr bixin. saet 15:30’î jî li dijî dagikerên xwestin nêzî tûnelên şer bibin, çalakiyek hatiye kirin. Dagikerên ku derb xwarin neçar man vekişin. Saet 16:00’an 3 caran bi taktîka sabotajê û bi çekên ferdî li wan hatiye dayîn. Li vir 4 dagirker hatine cezakirin. saet 17:00’an 2 dagirkerên li nêzî girekî çeperên şer bi taktîka sabotajê li wan hatiye dayîn, dagikerek hatiye cezakiri, 1 jî birîndar bûye.

9’ê Hezîranê di şer û çalakiyên li çeperên şer ên li Werxelê pêk hatin de 6 dagiker hatin cezakirin, 3 jî birîndar bûne.

10’ê Hezîranê saet 10:00’an li dijî dagikerên li bejahiya Werxelê bi sekvaniyê li wan hate dayîn, dagirkerek hatiye cezakirin.

10’ê Hezîranê saet 11:00’an 5 çenteyên dagirkeran ên li Werxelê, kunyeyên leşkerî û 150 kêlogiram teqemenî hatiye desteserkirin.

10’ê Hezîranê saet 14:00, bi çekên ferdî li dagirkerên ku xwestin bikevin tûnelên şer li wan hatiye dayîn. Li vir dagirker qedemeyek bi paş ve vekişiyane.

10’ê Hezîranê saet di navbera 21:20-23:30’î de dagirkeran bi helîkopteran leşekr danîne Mamreşo, Mervanos, Banîstan.

10’ê Hezîranê saet 22:50’î balafirên şer 5 caran bombe li Werxelê barandine.

Çalakiyên li Zapê yên di çarçoveya Pêngva Şoreşgerî ya Bazên Zagorosan wiha ne:

9’ê Hezîranê saet 20:00’an li sîlsîleya Cîloyê Biçûk li dijî dagikeran çalakiyeke sekvaniyê hate kirin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

9’ê Hezîranê saet 09:00-10:30’î de jî balafirên şer li devera Çemco 3 caran bombe barandin.

10’ê Hezîranê saet 21:20-00:00’an li devera Cîloyê Biçûk tevgera helîkopteran hebû.

10’ê Hezîranê saet 20:55’an balafirên şer 2 caran bombe li devera Karker barandin.

11’ê Hezîranê saet 07:00’an dever Çemço bi obusên ji qereqolên li ser sînor hate bombekirin.

Çalakiyên li herêma Metîna ya di Çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê wiha ne:

10’ê Hezîranê saet 14:30’î heta van kêliyan li devera Zendûra li çepoerên şer teqînên mezin û şerekî dijwar heye.

9’ê Hezîranê saet 19:30’î balafirên şer gundên Kêste û Qela Qumriyê ya girêdayî bajarokê Kanî Masî ya navçeya Amêdiyê bombe kirin.

9’ê Hezîranê saet 19:30-20:00’an balafirên şer 4 caran bombe li Zendûra barnadin.

9’ê Hezîranê saet 21:00-03:00’an balafirên şer bombe li Zendûra, Gundên Hîrorê, Deşîşê, Sererû û Qela Qumriyê yên girêdayî bajarokê Kanî Masî ya Amêdiyê barandin.

11’ê Hezîranê di saetên sibê helîkopteran leşker danî gundê Êzîdî yê bajaroka Kanî Masî ya navçeya Amêdiyê.

NASNAMEYA 2 GERÎLAN HATE EŞKEREKIRIN

30’ê Nîsana 2021’ê di daxuyaniya me dabû de, ragihandibû ku 29’ê Adara 2021’ê me agahî parvekiribû ku li devera Kela Şehîdan a Mêrdînê bi artêşa TC’ê re şer qewimî bû û di vî şerî de hevrêyê me yên bi navê Agît Timok (Kamûran Sûnar) şehîd bûbû. Piştre hevêryên me yên li qadê lêkolîn kir, hate diyarkirin ku hevrêyê me Agît Timok (Kamûran Sûnar) şehîd nebûye, li ser erka xwe ye. Di şerê qewimî de hevrêyê me Agît Bîrhat (Serdar Saglam) şehîd ketiye. Di heman şerî de hevrêyê me Ferhat jî şehîd ketiye.

Nasnameya hevrêyên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Agît Bîrhat Nûcan
Nav û Paşnav: Serdar Saglam
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayikê-Bavê: Melîke – Mehmet Şerîf
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Mêrdîn- 29’ê Adara 2021

 

Nasnav: Ferhat Cûdî
Nav û Paşnav: Yakup Salgin
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayikê-Bav: Sultan – Seyfettîn
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Mêrdîn- 29’ê Adara 2021

 

 

 

Hevrêyê me Agît ê di nava malbateke kedkar a Botanê de hatiye dinê, bi çanda welatparêziyê mezin bûye. Hevrêyê me Agît ê bi ked û xwêdana xwe her tim hebûna xwe nîşan daye, tim ketiye nava jiyaneke ya bi rûmet, rûyê rast ê dewleta Tirk a qirker û mêtinger dema li metrepolên Tirkiye hê baştir dît, ketiye nava têkoşînê. Hevrê Agît ê bi kesayeta xwe ya asî û serî netewîne, di demeke kin de aktîf cihê xwe di nava kar de digire, hê zêdetir fersenda ku tevgera azadiyê nas bike, bi dest dixe. Hevrê Agît li metrepolên Tirkye hê zêdetir zilma dewleta Tirk ya li ser Kurdan dibîne, îdeolojiya Rêber Apo nas dike û tevlî refên gerîla dibe. Bi kesayetiya xwe ya kedkar û hesta wiya bi çiyayên Kurdistanê re, di demek kin de di nava pratîka gerîla de cih digire û tim li eniyên pêş ên berxwedanê ye. Hevrê Agît ê li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê kar dike, dema çeteyên DAÎŞ’ê berê xwe dide Başûrê Kurdistanê, di nava koma gerîla ya bi hewar xelkê Mexmûr û Kerkûkê diçe cih digire. Piştî berxwedanek henase bi henase û şûnde, ji bo têkoşînê li dijî dagirkeriya Tirk li Botanê bike, dikeve nava hewldanên mezin. Weke fermandarekê li warên ku lê mezin bûye vedigere. Hevrê Agît ê bi salan bi bawerî û israreke mezin a vîna Apoyî li dijî dagikeran li ber xwe dide, bi têkoşîna xwe ya bi esim û kesayeta xwe ya kedkar, her demê wê cihê xwe di nava lehengên Botanê de bigire, bibe çavkaniya îlhamê.

Hevrêyê me Ferhat jî li Mêrdînê di nava malbateke welatparêz de tê dinê, di nava jîngeheke welatparêz û berxwedêr mezin dibe. Hê di salên destpêkê yên perwerdehiyê de rastiya qirker û faşîst a dewelta Tirk ferq dike, ji bo wê dikeve nava lêkolînên kûr. Di dawiya lêkolîna de îdeolojiya Rêber Apo nas dike, di salên zanîngehê de aktîf di nava kar de cihê xwe digire. Hevrê Ferhat ên salên dirêj di nava xebatên ciwanan de cihê xwe digire, li dijî tecrîd û êşkenceya li ser Rêber Apo tevlî nava refên gerîla dibe.Hevrê Ferhat ê bi baweriyeke mezin û vîneke Apoyî ya ji pola, di jiyana xwe ya gerîla de, erkên girîng girtiye. Hemû erk û berpirsyariyên xwe bi serketineke mezin û azîm pêk aniye, di şertên zor û zehmet û dîsa bêderfetiyê de bi kesayetiya xwe ya xuliqker her demê ji nava zorî û zehmetiyan derketiye. Hevrê Ferhat ê ezmûn û kêrhatiyên mezin bi dest xist, piştî salan weke fermandarê gerîla, berê xwe dide Bakurê Kurdistanê û ji bo li dijî dewleta Tirk a dagirker cihê xwe di berxwedanê de bigire, berê xwe dide Mêrdînê. Hevrê Ferhat ê li dijî dewleta Tirk a mêtinger cihê xwe di berxwedana destanî de girt, tevlî gelek çalakiyan bû ku derb li dagirkeriyê da. Hevrê Ferhat wê bi têkoşîna xwe ya bê westan, bi sekna xwe ya fedayî ya Apoyî, her demê wê ji bo hevrêyên li pişt mayî bibe perspektîfa têkoşînê.

Ji malbatên hevêryên xwe yên bi nirx û hemû gelê welatparêz ên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.”