‘Xakûrkê cineta gerîla ye’

Gerîlaya YJA Starê Roj Argeş a diyar kir ku Xakûrkê ji bo gerîla herêmeke cinete got: “Wisa hîs dikim ku li qada Xakûrkê ji nû ve hatime dinê. Li ser vê xakê bi kesaya xwe hisiyam, min xwe nas kir.

Çiya cineta ser zemînin. Bi hembûna mirovahiyê heta roja me ya îro re tim lêgerîna jiyanê hebûye. Jiyan bi hebûna çiyan xweş bûye. Zorî ji bo wê astengiyên herî mezin jî derxe, çiya ji bo mirovahiyê, her demê bûne mekanên saxlem û paristî. Hemû dagirker û zilmkar li lûtkeyên bilind ên çiya, daristanên wê yên asê, avên wê yên xume xum têk çûne. Jiyana azad tim li himêza çiyan pêkan bûye. Ji bo şervanên Kurdistanê jî, wateya hebûnê jî çiya ne. Gerîla Roj Argeş ji bo yek ji çiyayê Kurdistanê Xakûrkê vê dibêje: “Xakurkê cineta gerîlayan e. Xakûrkê ji bo gerîla dayik e. Dayikek çawa zarokê xwe diparêze û dixe himêza xwe, pêş dixe, Xakûrkê jî wiha gerîla pêş dixe.”

‘LI ÇIYAYÊ XAKÛRKÊ MIN KESAYETA XWE NAS KIR’

Çiya ji bo hemû gelên hejar pusûleya azad mayînê ye, cihê xwe herî zêde lê aram, bi hizûr hîs bike ye. Her çendî devera Xakûrkê bi salan bûbe qada şer jî, em ji nirxandinên gerîla dizanin ku bûye yek ji cihê herî zêde gerîla xwe lê naskiriye, bi wate bûye.

Ji gerîlayên YJA Starê Roj Argeş, li ser demê ku li Xakûrkê mayî vê tîne ziman: “Cihê yekem lê mayî qada Xakûrkê bû, ji bo vê pir girêdayî vir im. Çawa ku mîna mirov li cihekê tê dinê, ez wisa hîs dikim ku li Xakûrkê ji nû ve hatime dinê. Li ser vê erdnîgariyê ketim ferqa kesayetiya xwe, min xwe nas kir.”

Xakûrkê ji bo gerîla cihekî yê parastinê ye. Her kevir û dar gerîla diparêze, li kû bimînî ew te diparêze. Dema mirov li dîrokê dinêre gelek kes hatine, derbas bûne. Yek ji van jî Îskenderê Mezin e. Dema li Xakûrkê re derbas bûbû, ji bo vir gotibû; ‘Cinet e’, bi rastî jî ji bo gerîla Xakûrkê cinet e. Çima gerîla ewqasî girêdayî vê erdnîgariyê ye? Ji ber ku ji dîrokê heta roja me ya îro, bermahiyên dîrokî li Xakûrkê hene, mirov vê yekê ji çiya, kevir, teht û şiketên wê dizane, dibîne. Mirov demê ku mirovahî li van deran jiyayîn, hîs dike. Em jî ji ber ku bi xwezayê re dijîn, yên ku herî zêde dîrokê hîs dikin em gerîla ne.”

‘WARÊ BERXWEDANÊ’

Di şeran de hinek kêlî welê hene ku qedera gelek tiştan dide guherîn. Di wan kêliyan de tu biryar dide ku bibe çi.

Gerîla Roj Argeş li ser lehengiyên li Xakûrkê pêk hatine jî got: “Demek dirêj li qadên Xakûrkê mam. Li warekî wiha cihet ê Xakûrkê min gerîlatî kir, hêzekî mezin dide mirov. Biqasî ku ciheke dîrokî ye jî, erdnîgariyeke ku malovanî ji berxwedanê re kiriye. Bi hezaran hevrêyên me yên li vir ked dan û şehîd ketin, lehengiyên wan hene.

Çawa ku hevrê Bêrîtan li dijî xiyanetê bi lehengî şer kir û nemir bû, li Xakûrkê bi hezaran hevrêyên me yên jin û mêr mîna Bêrîtan bûn nemir. Bi jiyan, hevrêtî, kîn û hêrsa xwe ya li dijî dijmin bûn pêşeng her demê. Hevrê Bêrîtan bû şopdarê xeta fedayîtiyê. Erka dikeve ser milê me jî em bibin layîqî lehengên wiha, tola wan bi awayekî xurt hilînin.”