'Gelê Başûr ê ku Saddam têk bir, divê li ber dagirkeriya Tirk jî rabe'

Endama Koordînasyona KJK'ê Rewşen Mardîn bal kişand ser taybetmendiya berxwedêriyê ya gelê Başûrê Kurdistanê û destnîşan kir, çawa ku rejîma Saddam têk birin, bi heman rengî divê li ber dagirkeriya dewleta Tirk jî rabe.

Endama Koordînasyona KJK'ê Rewşen Mardîn beşdarî 'Bernameya Taybet' a Stêrk TV bû û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, berxwedana li dijî dagirkeriyê û hewldanên yekîtiya Kurdan nirxand.

'BERXWEDANA LI ÇAR ALIYÊN KURDISTANÊ BI FEDAYÎTIYA ZÎLAN TÊ MEŞANDIN'

Rewşen Mardîn di destpêka axaftina xwe de, bi wesîleya salvegera 24'an a çalakiya fedayî ya gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan) şehîdên meha Hezîranê bi bîr anî û got, "Heval Zîlan bi rola pêşengiyê rabû û bi nêzîkatiya 'destê dirêjî Rêbertî dibe ez ê bişikînim' serî li çalakiyeke fedayî da. Eger îro di nava PKK'ê de xeta fedayî afirî be, ev yek bi sekn û rêbaza çalakiyê ya hevala Zîlan bû. Em ê jî li ser şopa wê bi ser bikevin."

'DEWLETA TIRK BI ZANEBÛN Û BI TAYBETÎ ÊRIŞÊ DIBE SER SIVÎLAN'

Rewşen Mardîn destnîşan kir, ku berxwedana niha li çar aliyên Kurdistanê li dijî dagirkeriyê tê meşandin bi ruhê Zîlan tê meşandin.

Di dewama axaftina xwe de Rewşen Mardîn bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û destnîşan kir ku dewleta Tirk vê demê bi taybetî hîn bêhtir êrişê dibe ser sivîlan.

Rewşen Mardî got, "Stratejiya dewleta Tirk a faşîst a vê dema dawî, rasterast êrişa li ser gel e. Ji bo nerazîbûna gel li dijî PKK'ê biafirîne. Lê belê ev gel zane ku PKK kî ye. Dijmin jî zane PKK kî ye. Ev milet dibêje 'PKK gel e'. Ev milet bi salane vê seknê nîşan dide wê bide nîşandan jî."

'EM LI SER XAKA XWE NE, EM NEÇÛNE SER XAKA KESÎ'

Têkildarî nêzîkatiya hin rayedarên hikumeta Başûrê Kurdistanê ya bi serkêşiya PDK'ê jî Rewşen Mardîn got, "PKK li ser xaka xwe ye, neçûye ser xaka kesî. Em li Kurdistanê ne, em li Kurdistanê têkoşîna xwe didomînin. Em li Başûrê Kurdistanê ne, em di nava gelê xwe de ne. Gelek jê dibêjin, bi taybetî jî hinek berpirsyarên hikumeta herêmê dibêjin 'Bila PKK biçe li Bakurê Kurdistanê şer bike'. Ne wisa ye. Me di sala 1983'an de li vir têkoşîn dane, me xwîn rijandine. Ev der Kurdistan e. Weke dijmin me negotiye ev parçeyê Iraqê ye, yê din ê Rojhilat e, yê Tirkiyeyê ye. Me wisa negotiye. Kurdistan yek e, em heman êşê dikişînin, dijminê me sînorê sûnî xistine nava me."

'VÎ GELÎ YEKÎ WEKE SADDAM TÊK BIR...'

Rewşen Mardîn işaret bi berxwedêriya gelê Başûrê Kurdistanê kir û got, "Gelê me bi taybetî jî gelê me yê Başûr ti carî serî li ber dagirkeriyê netewand. Bi salan li dijî yekî weke Saddam li ber xwe da û bi ser ket. Ne ew partiyên siyasî bi ser ketin, gel bi ser ket. Eger îro hikumeta federal hatibe qebûlkirin bi têkoşîna vî gelî ye. Gelê me niha jî heta astekê dengê xwe bilind dike, lê belê divê xurtir bike. Ji bo vê jî jin dikarin pêşengiyê bikin.

Balafirên dewleta Tirk 24 saetan li ser bajaran digere, milet aciz dike. Ev yek sûcê li dijî mirovahiyê ye. Derûniya zarokên wan xera dibe, jiyana mirovan 24 saetan di bin kamerayê de ye. Gelê me ev heq nekiriye. Divê bi pêşengiya jinan gel li ber vê yekê rabin, bi rengekî girseyî nerazîbûnê nîşan bidin."

'GERÎLA LI HEFTANÎNÊ DESTANAN DINIVÎSÎNIN'

Endama Koordînasyona KJK'ê Rewşen Mardîn destnîşan kir ku divê her kes şev û rojên xwe bikin yek, li ber dagirkeriyê rabin û got, "Niha yekane hêza ku li ber vê dagirkeriyê sekiniye, ji her alî bûne mertal, gerîlayên azadiyê ne. Ew gerîlayên azadiyê 6 sal in li ber xwe didin. Ev berxwedan destanan dinivîsîne. Li devereke mîna Heftanînê, ewqas balafir li welatekî bidin wê ew welat têk biçe. Lê belê devereke weke Heftanînê, rojane bi dehan balafir bombeyan dibarîne. Tevî vê yekê jî nikarin bi yek gavê jî bi pêş ve biçin.

Berxwedana gerîla wê xurtir bibe. Bi navê tevgera jinê em wan pîroz dikin. Bi taybetî yên li Heftanînê ku destanan dinivîsînin, hêviya gelan e, hêviya jinan e, hêviya zarokan e. Ew bi vê zanebûnê wê têkoşînê bilind dikin. Em wan ji dil û can silav dikin û berxwedana wan pîroz dikin."

'MESELE NE PKK YE, ÊRIŞ LI DIJÎ TEVAHIYA DESTKETIYÊN KURDAN E'

Rewşen Mardîn armancên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi bîr xist û got, "Dewleta Tirk eger îro gav bi gav Kurdistanê dagir dike, sibe hikumeta herêmê jî namîne. Eger PKK lawaz bû, wê demê dor tê te. Hingî tuyê çi bike? Ji bo wê divê tu dijminê xwe baş nas bike. Ev dem dema yekîtiyê ye."

Rewşen Mardîn destnîşan kir ku di nava şert û mercên cîhanê yên sêyemîn de ku herêm ji nû ve tê dîzaynkirin, eger Kurd yekîtiya xwe çênekin, eger hêzeke xwe ya leşkerî ya hevpar ava nekin û bi hev re xwedî li destketiyên heyî dernekevin, wê sed salên din jî pirsgirêka Kurd bidome.

Rewşen Mardîn got, "Mesele PKK nîne, îro sivîl tên kuştin. Êriş li Rojhilat, li Başûr, li Rojava tê kirin, sivîl tên qetilkirin. Divê were zanîn ku mesele tenê PKK nîne, mesele mafên Kurdistanê ye, destketiyên Kurdistanê ye. Li pey xeyalên Osmanî ye. Lewma divê hikumeta herêmê kumê xwe deyne ber xwe û hinekî bifikire. Divê li gelê xwe bifikire.

Ne dereng e, dikare niha jî ji dagirkeriyê re bêjin 'bes e'. Gelê me yê Başûrê Kurdistanê, bi pêşmergeyên xwe, bi jin û ciwanan, bi extiyarên xwe divê hemû li ser piyan bin. Rastiyeke vî gelî heye ku bi xwe dijminê xwe li bin xist. Yekî weke Saddam bi xwe li bin xist. Banga me li gelê me ew e; dem dema têkoşînê ye. Em ê bi têkoşîna xwe, bi berxwedana xwe destketiyên xwe biparêzin."

'JINÊN KURD BÛNE PÊŞENG Û MÎNAK JI JINÊN CÎHANÊ RE'

Rewşen Mardîn bal kişand ser zêdebûna tundiya li jinê ya di dema vîrûsa koronayê de bi taybetî li Bakurê Kurdistanê û got, "Jin neteweyeke bindest e, tên qirkirin. Roja ku jin neyê qetilkirin nîne. Divê em xwe xurt bikin, pergala xwe ya azad ava bikin. Divê em li her cihî bin. Li her derê divê em têkoşîn û rêxistina xwe ava bikin. Hikumeta AKP-Erdogan bi her awayî dest li jiyana jinan werdide. Bi zîhniyeta DAÎŞ'ê tevdigere. Çawa ku DAÎŞ jinê dixe nava paçekî reş û tenê xizmeta zarokan û zilamn lê ferz dike, ew jî dixwaze heman tiştî bike. Jina ku li derve be, tevlî siyasetê, tevlî rêxistinê bibe, tevlî civakê bibe, karibe pêşengiyê ji civakê re bike, vê ji bo xwe weke gefekê dibîne û jê ditirse. Tirseke cidî ji vê îradeyê heye. Sedsala 21'ê sedsala jinê ye. Ev rastiyeke xwe heye. Jinên cîhanê hemû li ser lingan e. Çima bi taybetî ewqas êriş li dijî jinên Kurd tê kirin? Ji ber ku jinên cîhanê hemû dibêjin em sûdê ji jinên Kurd werdigirin. Îro rêxistina xwe, partiya xwe heye, siyaseteke rast dimeşîne, xwedî proje ye. Ji ber wê ji bo xwe weke pêşeng dibîne. Ev girîng e."

'ŞERÊ HERÎ GIRAN LI ÎMRALIYÊ TÊ MEŞANDIN'

Rewşen Mardîn tecrîda giran a li Îmraliyê bi bîr xist û got, "Şerê ku niha li çar parçeyên Kurdistanê tê kirin, bi du qatî jê girantir ev şer li Îmraliyê diqewime, li hemberî Rêbertî tê meşandin. Rêbertî di hevdîtina dawî de ya bi telefonê çend deqeyan bi malbata xwe re axivî, giranî da ser yekîtiya Kurdan. Ji bo doza Kurdan perspektîf da. Di nava ewqas tecrîda giran de, di nava ewqas êriş û zextên lê tê kirin de Rêbertî dema ku derfeteke biçûk jî dît, rê û rêbazên çareseriya pirsgirêka Kurd parve dike, digihîne gel. Ne tenê ji tevgera PKK'ê re tê gotin, ji tevahiya gelê Kurd re tê gotin."

'DEM DEMA YEKÎTIYÊ YE'

Rewşen Mardîn destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1993'an ve ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdan gelekî hewl dide û got, "Eger yekîtiya Kurd neyê avakirin, em ê nikaribin destketiyên xwe biparêzin. Pêwîste yekîtiya xwe çêbikin. Bi qasî em dişopînin li Rojavayê Kurdistanê hewldaneke bi vî rengî heye. Hewldan heye ku di navbera partiyan de yekîtiyek bê avakirin.

Ne tenê li Rojavayê Kurdistanê, dema ku li çar parçeyên Kurdistanê yekîtî çêbû, em ê hingî bi ser bikevin. Weke tevgera azadiyê em her tim ji vê re amade ne. Jin dikarin li Rojava û tevahiya Kurdistanê pêşengiya vê yekê bikin. Dem dema yekîtiyê ye. Ne dema ku hinek li kêleka dijmin bisekine. Ne ew dem e ku em bikevin xefika dijmin a Kurdan bi destê Kurdan dide kuştin. Yên ku vê demê xwe nadin ber yekîtiyê, hingî eşkere ye ku ji bo gelê Kurd xizmetê nake, bi zîhniyeta kevn tevdigere. Ev yek wê ji aliyê gelê Kurd ve neyê qebûlkirin.

Ev dem demeke zêrîn e, divê em vê demê ji dest nedin. Mafê kesî nîne ku vê îstîsmar bike. Em weke tevger vê dixwazin, çi dikeve ser milê me em jê re amade ne. Em têkoşîna wê dikin ku Kurd hemû bibin yek, em karibin berjewendiyên Kurdan biparêzin.

Li her çar parçeyên Kurdistanê gel û jin li dijî dagirkeriyê li ser lingan e. Dem ew dem e ku em hemû têkoşîna xwe bilind bikin. Divê em piştgiriyeke xurt bidin gerîlayê azadiyê ku di çeperan de şer dikin. Bi vî rengî em karibin dagirkeriyê têk bibin."