Firat ê ku li ser şopa Zîlan çûyî

Firat Pirsûs ku piştî çalakiya fedayî ya Zîlan (Zeynep Kinacî) bi 20 salan navê xwe li dîrokê dayî nivîsîn, bi hemû hebûna xwe bersiv da dagirkeriya Tirk a li ser bajaran û komkujiyan.

Gerîlayê HPG'ê Firat Pirsûs (Mustafa Aslan) ê HPG'yî, ku çalakiya fedayî ya gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinacî ya sala 1996'an ji xwe re mînak dîtî, bi çalakiya xwe ya fedayî,  ya 26'ê Tebaxa 2016'an, ku hedef, plansazî û hemû hazirî wî bixwe kirî, kir ku 118 kes ji endamên hêza dewleta Tirk bimirin û bi dehan wesayit îmha bibin. Mustafa Aslan 1989'an li Rihayê jidayik dibe. Aslan hê dema ciwan nakokiyan dijî, piştî ku 2 ssalan zanîngehê dixwîne 2012'an tevlî nav refên gerîla dibe.

Aslan ê ku dewreya perwerdehiya sereke ya gerîla temam dike, ji ber sedema rawesta gihiştî û berpirs dibe berpirsê perwerdehiyê. Bi çarçoweya felsefe û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan perwerdehiyê dide. Gerîlayên ku di dewreya perwerdehiya Aslan de cih digirin, ji biryardarî, moral, zanîn û karekterê wî yê fedekar pir karîger dibin.

Aslan heta dawiyê dilsozê nirxên têkoşînê yê gelê xwe û partiya xwe ye. Hem hemû peywirên rêxistinê bi rengekî bêkêmasî bi cih tîne, hem jî hewl dide ku zêdetirî vê bike, ev yek ji esasê karakterê wî ye. Bi taybetî  hêrsa wî ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, yek ji sedema çalakiya wî ye.

BERXWEDANA SILOPYA Û QADA BOTANÊ

Aslan ku tevlî nav berxwedana bajêr a Silopyayê ya sala 2014'an bûyî, piştre derbasî qada Botan-Cûdiyê dibe. Dema ku dibîne dema berxwedana bajaran dewleta Tirk çilo bi barbarî cihêtiyê di navbeyna sivîl û şervana nde nake, kîn û hêrsa wî pir zêdetir dibe. Pir dixwaze tola wan şehîdan hilîne ku di jêrzemînên Cizîrê de bi saxî hatin şewitandin, dixwaze tola Dayika Taybet hilîne, ku cenazeyê wê bi rojan li kuçeyê hate sekinandin. Agirê tolhildana Pakîze Nayir û Mehmet Tunç di dilê wî de dibe weke wolqanekê.

Bi van hîsan biryarê li ser çalakiyeke mezin dide. Aslan, ku piştî çalakiya fedayî ya Zîlan bi 20 salan bi çalakiyekê navê xwe li dîrokê nivîsî, kesayatiya milîtanî û rengê çalakiyê jî ji mîrateya Zîlan e. Aslan bixwe hemû haziriyên çalakiya xwe dike. Keşfkirina çalakiyê, hazirkirina bi tonan teqemenî, plansazî û hwd. hemû haziriyan ew dike û weke ku ji şahiyekê re xwe hazir bike, bi coşî, moral û biryardarî vê dike. Li gel ku nedizanî ku wesayitê bi kar bîne jî, li eraziyekê xwe hînî ajotinê dike.

BERDÊL DAYINA RÛMETA MIROV

Armanca Aslan ne ew e ku ber bi mirinê ve biçe, bimire. Qebûlnekirina rûmeta mirovahiyê û ji bo vê jî, bi dildarî dana vê berdêlê ye. Daxwaza ku ji denge Mazlûm re bibe deng, hedê zordar pê bide zanîn û ji bo vê çi tişta hewce mirov bide ber çavan. Wî bi vê fikrê biryara xwe da û çalakiya xwe kir. 

Asln 26'ê Tebaxa 2016'an li dijî kampûseka li ser rêya Şirnex Cizîrê bi qemyoneke tije teqemenî çalakiyeke fedaî kir, ku di vê qampûsê de lojmanên MÎT'ê, qeymeqamiyê, polîsan heebûn, navendên tîmên taybet hebûn û dewletê ji vê kampûsê keleh digot û di şer û komkujiya Cizîrê de bi rista biryargehê bû. Di vê çalakiya fedayî de 118 kes ji endamên hêzên dewleta Tirk dimirin, bi dehan wesayit îmha dibin. Teqîn 4 saetan dom dikin.