Fermandarê QSD’ê: Rêya navneteweyî di destê QSD’ê de ye

Fermandarê QSD’ê Zirîk ê şerê li ser rêya Rodko ya dikeve navbera Eyn Îsa û Girê Spî koordîne dike, diyar kir ku dagirker ji bo Herêma Cizîr û Firatê ji hev cuda bike bi hemû hêza xwe êrîş dike, lê QSD’ê hemû êrîşên dagirkeran têk birin.

Ji ber QSD'ê êrîşên çeteyên dewleta Tirk û şaneyên veşartî yên çeteyên DAÎŞ`ê li Serêkaniyê û Girê Spî têk birin, çeteyên dewleta Tirk bi destekdayîna şaneyên veşartî yên çeteyên DAÎŞ`ê hewl didin bi awayekî veşartî derbasî gundên derdora navçeya Eyn Îsa û rêya navdwletî bibin.

QSD'ê hemû êrîş û hewldanên çeteyan ku dixwestin xwe bigihînin rêya navdewletî ya di navbera herêma Cizîrê, herêma Firat û herêmên Minbic, Reqa û Dêra Zorê de bi hev ve girê dide, têk birin. Bi vê yekê çete hewl didin wan herêman dorpêç bikin.

Fermandarê eniya Rêya Navdewletî koordîne dike Cegewara Zirîk got dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û bi destekdaya çeteyên DAÎŞ`ê ji 9`ê Cotmehê ve êrîşî herêmên Rojava dikin da ku serdema Osmanî di dagirkirina herêmên derdorê de vejîne.

Zirîk destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya hedefgirtina herêmên şûnwarî û dîrokî mîna Serêkaniyê û Til Xelef, hewl dide dîrok û şarestaniya Rojava qir bike da ku şaristaniya Kurdî veşêre û senaryoya Osmaniyan dubare bike.

Fermandar Zirîk destnîşan kir ku piştî binketin û zirarên mezin ku gihîştine çeteyan li Serêkaniyê û Girê Spî, çeteyên dewleta Tirk û bi destekdayîna şaneyên veşartî hewl didin xwe bigihînin rêya navdewletî ku xeta sereke di navbera herêmên Rojava de ye.

Zirîk diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ti carî nikare van herêmên ku pêkhateyên cuda ji Kurd, Ereb û Suryan lê dijîn, ji hev qut bike wekî ku çawa çeteyên DAÎŞ`ê di salên 2013 – 2014`an de kir.

Zirîk destnîşan kir ku piştî hewldanên çeteyan ku dixwestin xwe bigihînin rêya navdewletî û zirarên mezin gihîştin wan, niha rê di bin serwerî û çavdêriya QSD`ê de ye.

Di dawiyê de fermandarê xeta eniya rêya navdewletî Cegewara Zirîk got QSD`ê soza parastina sivîlan û Bakur û Rojhilatê Sûriyê daye, wê ji bo parastina xaka xwe canê xwe feda bikin.