Ebdî: Vegera li dema beriya 2011'an nepêkan e!

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî diyar kir, ti projeya çareseriyê ya ku Rêveberiya Xweser ji nedîtî ve tê şensê xwe yê serketinê nîne û got, vegera li dema beriya 2011'an de nepêkan e.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî destnîşan kir, ti projeya çareseriyê ya ku Rêveberiya Xweser ji nedîtî ve tê şensê xwe yê serketinê nîne.

Ebdî ji qenala Al Arabiya re axivî û ragihand, krîza Sûriyeyê bi rêbazên leşkerî çareser nabe û destnîşan kir, Rêveberiya Xweser ji bo parastina xaka xwe berdêlên mezin da.

Ebdî got, "Texmîn nakim ku welat vegere beriya 2011’an û di vê çarçoveyê de rola mezin û aktîf a Kurdan û pêkhateyên Sûriyê yên dîtir heye."

Têkildarî dan û standinên di navbera QSDê û rejîmê de Ebdî got, "Maf li gorî qurbanî û helwestan tên dayîn, tiştê ku pêkhateyên gelê me daye, ne kêmî gelê dîtir e ku parastina welatê xwe kiriye. Ji lewre daxwaze me mafên rewa ne û nûnertiya wê jî Rêveberiya Xweser a Demokratîk e."

Ebdî wiha pê de çû: "Metoda leşkerî nepêkan e ku bi xwe re çareseriyan pêk bîne, nîşaneya vê jî salên dawîn in. Ji lewre em hêvî dikin ku ferizkirina çareseriyên leşkerî tune bin."

Mezlûm Ebdî got: "Rêveberiya Xweser êdî projeyeke rasteqînî ye ku nayê têkbirin û bêyî wê ne pêkan e ku çareserî li Sûriyê pêk bê."

Ebdî wiha domand: "Pêwîstî di pêkanîna çareserkirina azarên Sûriyê heye, bi rêya xebata li ser guhartina demokrasiyê li welat li gorî bergiriyên ku ne gef û ne jî xetereyê li ser Sûriyê yan jî gelê wê pêk bîne."

Têkildarî civînên ku li derve der barê aloziya Sûriyê de li dar dikevin Ebdî wiha destnîşan kir: "Tevahî hewldanên çareseriya rewşa Sûriyê û dan û standinên di dirêjahiya salên borî de di tunebûna nûnerên ji Rêveberiya Xweser de li dar ketine, tu encamên ku pêdiviyên sûriyan dabîn bikin, jê dernektin. Ew dan û standin mîna lihevkirinên dewletên bi navê sûriyan li Idlibê bi encam dibin."

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî wiha bi dawî kir: "Em bi awayekî pratîkî diaxivin û bo nimûne, komîteya destûrê bi biryara navneteweyî ya 2254’an re nakok e û nûnertiya sûriyan nake û ev jî çewtiyek e. Divê tevahî bêyî cudahî beşdar bibin. Wê demê divê bê gotin çareseriya sûrî, destûra sûrî û dan û standina sûrî ye."