Dr. Dersim: Komplo wê bi ser nekeve

Ji fermandarên HPG'ê Dr. Mazlûm Dersim destnîşan kir ku komploya navneteweyî wê ti carî bi ser nekeve û ji bo vê jî wê bi her awayî berdêlan bidin

Ji fermandarên gerîla Dr. Mazlûm Dersim rexneya "hevrêtiya kêm" bi bîr xist û got, "Eger me bi Rêbertî re hevrêtiyeke rast kiribûna, me bi kêmasiyên xwe zemîn neafirandibûna wê komplo bi hêsanî nehatibûya kirin. Em lêborînê ji Rêberê xwe dixwazin."

Dr. Dersim bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ji ANF'ê re axivî. Dr. Dersim bi bîr xist ku armanc ji komploya navneteweyî tasfiyekirina gelê Kurd, Rêbertî û Tevgera Azadiyê bû û bal kişand ser şaşitî û kêmasiyên rû dan.

Dr. Dersim got, "Eger me bi Rêbertî re hevrêtiyeke rast kiribûna, me bi kêmasiyên xwe zemîn neafirandibûna wê komplo bi hêsanî nehatibûya kirin. Em lêborînê ji Rêberê xwe dixwazin."

Dr. Dersim bal kişand ser nêzîkatiya komploger a dewleta Tirk li Kurdan û bi bîr xist, ku bi dehan raperînên heta niha hatine kirin tenê ji bo radestkirina mafên desteserkirî ne.

Dr. Dersim destnîşan kir, zor û zehmetî hatin kişandin, berdêlên giran hatin dayin, lê belê heta ku Kurdekî bi tenê bimîne wê têkoşîn dewam bike û komplo jî ti carî bi ser nekeve.

Dr. Dersim got, "Heta ku em Rêberê xwe azad nekin, heta ku mafên gelên Kurd ên hatine desteserkirin neyên dayin, em ê teqez dest ji têkoşîna xwe bernedin. Dewleta Tirk li ku derê Kurdekî bibîne êriş dike. Erdogan tenê ji bo xwîna Kurdan birijîne li welatan hemûyan digere û xwe diavêje ber lingê wan. Em ê pêşî li vê bigirin."

Dr. Dersim diyar kir ku wê ti carî bêrûmetiya dewleta Tirk li wan dike qebûl nekin û got, "Dibe ku li dijî me lîsteyên sor an jî grî amade bikin, lê belê ew di lîsteya me ya reş de ne. Yên ku rola xwe di 'Roja reş' de hene jî di lîsteya me ya reş de ne."