'Diyar Xerîb ji bo civaka Êzidî xwedî wateyeke girîng bû'
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Diyar Xerîb (Helmet) bi bîr anî û diyar kir ku wê li ser ked û armanca Helmetan bin.
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Diyar Xerîb (Helmet) bi bîr anî û diyar kir ku wê li ser ked û armanca Helmetan bin.
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi wesîleya yekemîn salvegera şehadeta Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb Mûhammed (Helmet) daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ked û têkoşîna Diyar Xerîb a ji bo avakirina pergala neteweya demokratîk a li Şengalê hate bibîrxistin û hate gotin, "Gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê bi pêşengiya kesayetên mîna heval Helmet têkoşîna azadî û demokrasiyê xurt kir."
MXDŞ'ê diyar kir, piştî fermana 3'ê Tebaxa 2014'an a li Şengalê, civaka Êzidî bi keda Diyar Xerîb û hevrêyên wî ji tinebûnê rizgar bû û xwe bi rêxistin kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ked û hewldanên hevalê Helmet çawa ku ji bo gelê Başûrê Kurdistanê girîng û xwedî roleke berçav e, ji bo me civaka Êzidî jî bi heman awayî bû."
Di kesayetiya Diyar Xerîb de şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hemû hatin bîranîn û hate gotin, "Şehîd mezin Diyar Xerîb kedkarekî mezin ê pergala Şengalê bû. Bi dilekî bi êş em wî bi bîr tînin."
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi navê civaka Êzidî destnîşan kir ku heta bigihêjin armanca xwe wê li ser şopa Diyar Xerîb bin û diyar kir, ku ked û piştgiriya Diyar Xerîb a ji bo civaka Şengalê qet nayê jibîrkirin.