Dadgeha Belçîkayê wê biryara xwe ya li ser PKK’ê eşkere bike!

Di Adara 2019’an de Dadgeha Îstînafê ya Belçîkayê diyar kiribû ku têkoşîna PKK’ê şerê çekdarî ye. Doza temyîzê ya li ser vê biryarê hate kirin. Tê payîn ku saziya darizandinê biryara xwe eşkere bike.

Doza PKK’ê ya ku parêzerên dewleta Tirk û dozgerekî biribûn temyîzê îro hate kirin.

Rûniştina berê di 14’ê Çileyê de hatibû kirin û alîyê Tirkan ji bo parastinê dem xwestibûn.

Dozgerê saziya darizandinê di mutalaya rûniştina pêşîn de diyar kiribû ku biryara Dadgeha Îstînafê ya li ser PKK’ê di cih de ye.

Di rûniştina duyemîn de dozgerê Saziya Darizandinê mafê axaftinê wernegirt. Li gorî çavkaniyên nêzî dozê ev jî tê wateya ku helwesta dozger didome.

Parêzerê alîyê Kurdan Jan Fermon ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku Saziya Darizandinê di nava rojê de dikare biryara xwe bike. Heke biryar îro neyê diyarkirin, wê li benda hefteya pêş were sekinandin.

Di Mijdara 2018’an de Dîwana Edaletê ya Ewropayê ya li Luksembûrgê argumanên di navbera salên 2014-2017’an de PKK têkeve nav lîsteya terorê kêm dîtibû û lîste betal kiribû. Li ser navê Yekîtiya Ewropayê, Îngîltereyê îtîrazî vê biryarê kiribû û PKK bi awayekî otomatîk ketibû lîsteyê. Di Adara 2019’an de aliyê Kurdan ji bo lîsteya nû serlêdan kiribû.

Nayê zanîn ku wê Saziya Darizandinê daxwaza dozgerê federal binirxîne yan na. Dadgehên Belçîkayê ji bo PKK’ê di salên dawîn de pênc biryar stendibû.

DOZA LI BELÇÎKAYÊ

Herî dawîn Dadgeha Îstînafê di 8’ê Adara 2019’an de derbarê du dozên cihê pênc biryar da. Di her du dozan de hate diyarkirin ku kes û komên ku guman hene endamên PKK’ê ne, di dadgehên Belçîkayê de ‘ji ber tevlêbûna çalakiyên komeke terorîst’ nabe ku werin darizandin. Dadgehê diyar kiribû ku PKK ‘hêzeke çekdarî ya ne dewletî ye’. Îtîrazên dewleta Tirk û Dozgeriya Federal a Belçîkayê biryara Dadgeha Îstînafê di 20’ê Adara 2019’an de bir temyîzkirinê.

Doza li Brukselê ji ber lêpirsîneke di sala 2006’an de hatibû vekirin. 37 kes û sazî hatibûn darizandin. Du medyaya Kurdan û Fîdan Dogan jî hatibû darizandin a ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibû qetilkirin.

Ji xeynî vê dozê, doz li Kurdekî bi navê Faysal Çolak jî hatibû vekirin. Sûcdariya li ser Çolak ev bû ku wî hin malzemeyên teknîkî biriye Başûrê Kurdistanê û daye PKK’ê. Çolak demekê di girtîgehê de mabû. Piştre biryar hatibû dayîn ku PKK ne rêxistineke terorîst e û nabe ku Çolak di vê çarçoveyê de were darizandin.