CPT: Astengiyên li Îmraliyê nayên qebûlkirin

Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) a Konseya Ewropayê ragihand, astengiyên li pêşiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê "nayên qebûlkirin."

Li gorî nûçeya AFP'ê, CPT di rapora xwe de ya têkildarî serdaneke 2019'an, ragihand ku bi girtiyên li Îmraliyê hemûyan re hevdîtin kiriye.

JI SALA 2016'AN DE TIŞTEK NEHATIYE SERERASTKIRIN

Di raporê de hate diyarkirin ku di sîstema girtîgehê de ji serdaneke sala 2016'an û pê ve ti "başbûn" tune ye.

CPT diyar kir ku Ocalan û sê girtiyên din hîn jî hefteyê tenê şeş saetan dikarin li hev bicivin. Ji bilî vê yekê dema kombûna li hev a du kesan, hefteyê tenê sê saetan e. Wekî din hîn jî qedexe ye ku rojane karibin li hewşê li hev bicivin.

HEFTEYÊ 159 SAETAN DI TECRÎDÊ DE NE

CPT di raporê de got, "Girtî hemû, piranî tecrîdkirî ne" û destnîşan kir ku ev tecrîd ji 168 saetên hefteyê bi 159 saetan dewam dike.

CPT diyar kir ku salên dawî serdanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi malbatê re hema bêjin qet nikarin bên kirin û bi bîr xist ku daxwaza parêzeran a ji bo hevdîtinê jî ji sala 2019'an ve tê redkirin.

DIVÊ SÎSTEMEKE MAYINDE BÊ AVAKIRIN

CPT diyar kir ku têkildarî girtiyan divê hevsengiyek navbera mercên ewlekariyê û mafên mirovan ên bingehîn de bê afirandin û bang kir ku "sîstemeke mayinde" bê avakirin ku tê de serdanên malbatan û parêzeran hebe.

CPT destnîşan kir ku pergala girtinê ya li Îmraliyê li girtiyan tê ferzkirin divê bi temamî bê guhertin.