CNN: DYE'yê teklîfa Patrîotê a ji bo Tirkiyê paş ve kişand

CNN'yê îdîa kir rêveberiya Emerîkayê teklîfa, ku plansaziya wê dihate kirin pergala berevaniya hewayî ya Patrîotê bifiroşin Tirkiyê, bi fermî paş ve kişandiye.

Di nûçeyê de, ku di qenala CNN'ê de derket, hate gotin rayedarekî ji Wezareta Karê Derve agahî daye ku teklîf paş ve hatiye kişandin.

Tê gotin li gel îtîrazên NATO û DYE'yê ev 'bersivek e' li dijî  standina  Tirkiyê ya pergalên berevaniya hewayî ya S-400'î ya Rûsyayê.

Li  gorî agahiya ku rayedarê wezaretê dayî CNN'yê di rewşeke wiha ku firotina S-400'î pêk were û radestî Tirkiyê were kirin teklîfa ji bo ku firotina Patrîotê wê bi paş ve were standin.