Ciwantiya ku di oxira welêt de hate fedakirin

Gerîla Garzan Sason şoreşgerek bû ku ciwantiya xwe di oxira welatê xwe de feda kir.

Mirov hene ku divê bêne vegotin. Şoreşger hene ku bi berxwedan û jiyana xwe cihekî mezin di dilê her kesî de çêkirine. Ne dil, ne mejî ne jî pênûsek dikare bi têrkerî qala wan bike. Yek ji wan gerîlayan jî Garzan Sason e.

Garzan Sason sala 1997'an li gundê Sêbanê yê navçeya Sasonê ya Êlihê ji dayik bû. Hem derdora wî hem jî eşîra wî Timoqî ji ber ku dilsozê welatê xwe bûn, ew bi xwe jî bû xwedî kesayeteke welatparêz. Mîna bi milyonan zarokên Kurdistanî, Garzan jî hîn di zarokatiyê de hovîtiya dewleta Tirk dît. Lewma hestên tolhildanê pê re çêbûn. Li dijî zilma dewleta Tirk, xwest ku di temenê zarokatiyê de jî tevlî nava gerîla bibe. Sala 2015'an dema dixwest tevlî gerîla bibe, leşkerên dagirker pê hesiyan û ew hate girtin. Vê girtinê hêrsa wî zêdetir kir. Piştî ku bi vî ruhî ji leşkeran rizgar bû, careke din hewl da tevlî bibe. Di hewldana duyemîn de bi ser ket û xwe gihand nava refên gerîla.

Ew êdî li çiyayên Garzanê gerîlayeke. Tevî ku di nava jiyana gerîla de nû bû, bi kesayetiya xwe ya dilnizm û cidî mîna gerîlayekî 10 salan tevgeriya. Li nava hevrêyên xwe bû milîtanekî cihê hezkirin û hurmetê. Bi hêrsa xwe ya bêdawî ya tolhildanê her tim hewl da kîna xwe li hemberî dijmin biteqîne. Lê belê ji ber ku hem nû bû hem jî gelekî ciwan bû, ji aliyê hevrêyên wî ve hate parastin. Ew tevlî qadên şerê giran nehate kirin. Lê belê bi kesayetiya xwe ya bêsekin her tim kete nava lêgerîna çalakiyê. Rojekê bêyî ku agahiyê bide kesî rahişt çeka xwe û li qereqolekê geriya ku çalakiyê bike. Ji ber ku qad baş nasnedikir, 2-3 rojan li qadê ma û piştre li hevrêyên xwe vegeriya. Ji ber ku nekarî tiştekî bike gelekî bi hêrs bû. Lê ji bo di hunera şerê gerîla de kûr bibe, kete nava hewldanan. Hevrêyên wî dîtin ku xwedî taybetmendiyeke xurt a milîtanbûyînê ye û ji bo karibe di gerîlatiyê de kûrtir bibe, xwestin wî bişînin qada Başûr.

Dawiya sala 2015'an derbasî Başûrê Kurdistanê bû. Piştî perwerdeya şervaniya nû li eyaleta Zapê hate wezîfedarkirin. Li çiyayên Zapê bi tevlîbûna xwe ya fedakar û kedkar cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de girt. Li hemberî operasyona artêşa Tirk a dagirker a sala 2016'an ku li qada Ertûş a Zapê kir, ew jî beşdarî refên têkoşînê bû. Di operasyona Xeregolê de bi sekna xwe ya çalakger şerekî mezin kir. Li wê derê derbên mezin li artêşa Tirk a faşîst xist.

Sala 2019'an ji bo perwerdeyê ji Zapê derket. Li akademiya gerîla tevlî perwerdeya sekvaniyê bû. Piştî vê perwerdeyê ji bo tevlî şerê li Bakurê Kurdistanê bibe pêşniyar kir. Pêşniyara wî ji ber ku karên cuda yên bimeşîne, yekser nehate qebûlkirin. Nêzî 2 salan li eyaletên Garê û Metînayê ma. Garzan li gelek eniyên şer ên gerîla ma, bi tecrûbeyên xwe cara duyemîn pêşniyar kir ku derbasî Bakur bibe. Bi sekna xwe ya di şer û jiyanê de ji aliyê partiyê ve pêşniyara wî hate qebûlkirin ku di şerê Bakurê Kurdistanê de dikare bi roleke mezin rabe.

Di sala 2021'ê de hat çiyayê Botanê. Piştî ku çend mehan li herêma Besta ya Botanê ma, ji bo wezîfeyeke girîng ber bi herêma Herekolê ve hate şandin. Garzan zû hînî çiyayê Herekolê bû û yekser tevlî çalakiyan bû. Ji bo hesabê zilma bi salan bipirse bi ser dijmin ve meşiya. Bi sekna xwe ya wêrek û çalakger bala hevrêyên xwe kişand. Bi pratîka xwe ya salekê ya li Bakur bandoreke mezin li ser her hevrêyî kir.

Gerîla Garzan ku her kêliya jiyana xwe di oxira welatê xwe de feda kir, Tebaxa 2021'ê li herêma Herekolê tevlî nava karwanê nemiran bû.