'Cihê xayînan li Şengalê nîne; bes bi dijmin bixapin'

Hevserokên Meclîsên Xanesor û Sinûnê yê Şengalê têkildarî 'Operasyona Tolhildanê' diyar kirin ku ew ê xayinan ji nava xwe derxînin û bangeke bi vî rengî li ciwanan kir: "Bi dijmin nexapin. Em hewcedarî kesî nînin, em xwedî hêz û rêveberî ne."

Yekîneyên Berxwedanê yên Şengalê û Hêzên Ewlekariyê yên Şengalê di nava hefteyê de bi navê 'Operasyona Tolhildanê' dest bi pêngavekê kirin û di encamê de gelek sîxurên rêxistina îstîxbaratê ya dewleta Tirk MÎT û PDK'ê hatin girtin.

Civaka Êzidî operasyona YBŞ'ê û hêzên ewlekariyê bi kêfxweşî pêşwazî kir û piştgirî da vê pêngavê.

Hevseroka Meclîsa Xanesorê Henan Xanesorî pêngava YBŞ û YJŞ'ê silav kir û anî ziman ku bi rêya vê operasyonê wan karîn xayin û xwefiroşan ji nava xwe derxînin.

Henan Xanesorî işaret bi xwerêveberiya Şengalê kir û anî ziman ku neyarên civakê nekarîn xwe li rêvebirina xwe bi xwe ya Êzidiyan rabigirin, lewma xwestin ciwanên Êzidî bikişînin nava sîxurtiyê û bi destê wan, pêşengên civakê tune bikin.

Henan Xanesorî bi bîr xist ku bi dehan pêşengên wan ên mîna Dijwar Feqîr bi vê rêya sîxurtiyê hatin şehîdxistin.

Xanesorî got, "Bi rêya Xwedê û Tawizî Melek çiqas xayîn di nava me de hebe em ê ji nava xwe derxînin. Em dibêjin; cihê xayîntiyê li ser vê axê nîne."

Henan Xanesorê destxweşî li hêzên leşkerî yên Şengalê kir û got, "Em heta dawiyê bi hêzên xwe re ne. Ez bang li tevahiya gelê Şengalê dikim ku xwedî li şehîdan derkevin. Çawa wan xwîna xwe di ber me de rijand, şeref û namûsa me parast, îro ev erk dikeve ser milê me. Em ê li wan xwedî derkevin û xwîna wan li erdê nehêlin."

'NIKARIN XWE LI NAVA CIVAKÊ BI CIH BIKIN, LEWMA BI RÊYA AJANAN HEWL DIDIN TEVLÎHEVIYÊ BIKIN'

Hevserokê Meclîsa Sinûnê Seyîdo Elî jî operasyona YBŞ'ê weke karekî gelekî baş pênase kir û got, "Beriya niha bi 2 salan YBŞ'ê li dijî DAÎŞ'ê dest bi operasyoneke bi vî rengî kiribû. Ez dibînim ku her demekê pêwîstî bik arekî wiha heye, ji bo ew şaneyên veşartî nikaribin xwe di nava civakê de bi hêz bikin."

Seyîdo Elî got, "Meseleya van ajanan jî meseleyeke siyasî ye. Hêzên ku nikaribin xwe di nava civakê de bi cih bikin, dixwazin bi rêya ajanan aramiya civakê tevlîhev bikin."

'BILA CIWANÊN ME NEXAPIN, NEKEVIN NAVA VAN KARÊN XERAB'

Bi dewamî Seyîdo Elî bal kişand ser hewldanên PDK'ê yên ji bo têkbirina aramiya herêmê û destnîşan kir ku PDK hewl dide nasnameya Şengaliyan reş bike.

Seyîdo Elî got, "Bila ciwanên me nekevin nava şaşitiyê. Bila xwe nezan nekin. Bi wan karên xerab nexapin. Bi van şaşitiyan me gelek berdêl dan. Ji Mam Zekî heta bi hevalê Dijwar me gelek berdêl dan. Bes e ku em van berdêlan bidin. Em bi saya van lehengan li ser piyan e. Em hewcedarê kesî nînin, em xwedî hêzên parastin û ewlehiyê ne."

Hevserokê Meclîsa Sinûnê Seyîdo Elî destnîşan kir ku ew ti carî dest ji xaka xwe bernadin û li ser xeta şehîdan her tim li be xwe bidin.