Cenazeyê Aksoy bi dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’ hate oxirkirin

Ji bo şoreşgera jin a Kurd Gulistan Aksoy (Hêvî Gabar) a ku ji bo tedawiyê çûbû Elmanyayê û li wir jiyana xwe ji dest dayî, li Berlînê merasîmek girseyî ya cenaze hate kirin. Jinên ku cenazeyê Aksoy hildigirtin bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” oxir kirin.

Jina şoreşger Gulistan Aksoy a ku salên dirêj di nava têkoşîna azadiyê de cih digirt, ji sala 2017’an heta niha li Berlîna paytexta Elmanyayê tedawî didit. Aksoy piştî ku li derdora Serêkaniyê pê li mayîna çeteyên DAÎŞ’ê danibû kir û birindar bûbû, gelek emelyatên giran derbas kir. Ji ber parçeyên şerampolan ên di serê wê de tedawiya wê dom dikir.

Di tedawiyê de bunyeya wê gelekî qels bû û di 26’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest da. Ji bo jina şoreşger li Berlînê ji aliyê Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) ve merasîma cenaze hate kirin. Jinên Kurd ên ku ji bo cenaze ji otopsiya nexweşxaneyê girtin, piştre cenazeyê Aksoy anîn Navenda Kurdistaniyên Azad ên Berlînê.

BI DIRÛŞMEYÊN ‘ŞEHÎD NAMIRIN’ HATE OXIRKIRIN

Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtin destpê kirî de, siyasetmedara jin a Kurd Zozan Serhat axivî. Piştre cenaze anîn komeleya Cemaeta Dêrsîmê ya ku li navçeya Kreuzberg ê. Cenazeyê Aksoy ji aliyê gel ve bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hate pêşwazîkirin.

Merasîma ku gelek nûnerên sazî û dezgehên Kurdan tevlîbûyî, destpêkê li ser jiyana Gulistan Aksoy a di derbarê têkoşîna wê de sînevziyon hate pêşandan. Piştî pêşandana sînevziyonê li ser navê Meclîsa Jinan a Êzidiyan Nujiyan Gunay, Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç, endama TJK-E’yê Zeynep Dêrsim, Nûnera Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Şengê Kahraman û li ser navê malbata Aksoy aktîvîsta jin a Kurd Medya Botan axivî.

Di axaftinên li ser jiyan û têkoşîna Aksoy hatin kirin de gotin: “Em soza xwedî derketina li têkoşîna û bîranînên şehîdan didin.” Jinên ku piştî axaftinan cenazeyê Aksoy hilgirtîn, li ser hev dirûşmeyên “Şehîd namirin” berz kirin. Cenayê Aksoy a ku duh şev ji firokexaneya Tegel a Berlînê ketî rê, di seatên sibehê de gehişt Mêrdînê, piştre li Taxa Baqîstan a girêdayî Savûrê spartin axê.