Caggîns: Hevkariya me ya bi QSD’ê re didome

Berdevkê Koalîsyonê ya li Dijî DAÎŞ’ê Albay Myles Caggîns, ragihand ku di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de hevkariya wan a bi QSD’ê re didome, di derbarê endamên komên li gel Tirkiyeyê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin de, agahiyan berhev dikin.

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Kîno Gabrîel, Berdevkê Ragihandina QSD’ê Mûstefa Balî û Berdevkê Koalîsyonê ya li Dijî DAÎŞ’ê Albay Myles Caggîns li navenda Koalîsyona Navneteweyî ya dikeve navbera herêma Til Temir-Hesekê de daxuyaniyek da çapemeniyê.

Malays Caggens ê axaftina xwe bi bibîranîna 11 şehîdên QSD‘ê destpê kir got: "Em keda QSD‘ê ya ji bo aştiyê li şûna cîhanê ji bîr nakin."

‘DAÎŞ DI WARÊ ÎDEOLOJÎ DE TINE NEBE BI DAWÎ NABE’

Caggens anî ziman ku ew bi QSD‘ê re li ser koordîneya kar û çalakiyên li dijî şaneyên veşartî yên DAÎŞ‘ê gotûbêj dikin û wi axivî: "Em bi têkçûna DAÎŞ‘ê re di aliyê madî û îdeolojî de pabend in. Ji ber ku bidawîbûna DAÎŞ di aliyê madî de nayê wateya tinebûna îdeolojiya wê. Ev yek wê di çarçoveya xurtkirina têkiliyên domdar ên di navbera hêzên me û QSD‘ê de ji Dêrikê heta Dêra Zorê bidome."

‘AGAHIYAN LI SER ÇETEYÊN LI GEL TIRKIYEYÊ CIH GIRTINE KOM DIKIN’

Malays Caggens têkildarî çeteyên DAÎŞ û Cebhet El-Nusra ku hejmara wan 400 in ku li gel Tirkiyê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, destnîşan kir ku erka wan a sereke tinekirina DAÎŞ‘ê ye û got: "Di heman demê de em agahiyên li ser kesên ku li gel Tirkiyê di şerê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de beşdar bûne, kom dikin."

‘ARMANC DI WARÊ ÎDEOLOJÎK DE DAÎŞ TÊKBIRINE’

Li ser bi cihbûn û parastina herêmên sînor jî Caggens diyar kir ku erka wan a sereke tinekirina DAÎŞ’ê ye ne parastina sînoran e û wiha domand: "Me hêzên xwe ji sînor vekişand û em li Hesekê û Dêra Zorê bi cih bûn. Ji ber ku em hewl didin îdeolojiya DAÎŞ`ê bi dawî bikin."

Têkildarî pirsa girêdayî rêya navdewletî ya M4, Caggens daxuyakirin ku ev rê wê bibe beşek ji herêma bêçek li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wê bi desteka Hêzên Sûriye Demokrtîk wê rêyê derbas bikin. Lê eger QSD`ê nikarî wan biparêze wê demê wê bi aliyên din re koordîne bikin, ji ber ku ew vê rêyê pir bi kar naynin.

‘BI QASÎ PÊWÎST EWLEKARÎ NÎNE’

Li ser girtîgehên çeteyên DAÎŞ’ê lêne û parastina wan Berdevkê Buroya Ragihandina QSD’ê Mistefa Balî got, girtîgehên niha mal in û  girtî lê hatine bi cihkirin. Balî diyar kir ku li gorî pêwîst mîna girtîgehan ewlekariya wan nîne.

Balî anî ziman ku parastina girtîgehan û peydakirina daxwazên wan ne tenê ji hêzên Emerîkî tê xwestin, ji ber ku nasnameya çeteyên girtî yên 60 dewletên cîhanê ne.

‘JI BER NEBÛNA DERFETAN, AN GELEK ÇETE HENE LI XWE MIKUR WERIN Û AGAHIYAN BIDIN’

Balî banga avakirina girtîgehan li gorî pîvanên cîhanî kir û got: "Ji ber ku em texmîn dikin ku gelek çete hewl didin li xwe mikur werin û agahiyan bidin, lê ji ber ku zêdetirî 100 çete di odayekê de dimîne, ji bûyerên kuştinê ditirsin."