'Bi zanebûn eşîretperestiyê didin pêş'

Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari ku qeyûm li şûna wî hatiye danîn, diyar kir ku dema têkoşîna Kurd bi pêş ve çû, eşîretperestî û olperestî mîna amûrekê bi zanebûn li dij têne bikaranîn.

Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari bal kişand ser hewldanên dawî yên AKP'ê ku li Wan û Colemêrgê eşîretperestiyê dide pêş û diyar kir ku ev yek rêbazeke ku ji berê ve tê bikaranîn.

Hin kesên nêzî AKP'ê bi taybetî bi bikaranîna navê eşîr û qebîleyan komeleyan ava dikin.

Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari ku AKP'ê qeyûm daniye şûna wî, têkildarî mijarê ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku AKP ji bo desthilatdariya xwe dewam bike timî serî li vê rê û rêbazê dide.

Îrfan Sari anî ziman ku dema têkoşîna Kurd bi pêş ve çû, eşîretperestî û olperestî mîna amûrekê bi zanebûn li dij têne bikaranîn.

Îrfan Sari got, "Birêxistinkirina vê yekê bi rengê komelbûyînê, gaveke nû ya vê planê ye. Mîna weqif, cemaet û terîqatan, ev komele jî bi piştgiriya pereyan tevlî lîstikê hatin kirin." Îrfan Sari bi dewamî got, "Eşîret ji aliyê desthilatdariyan ve dem bi dem ji bo tevlîheviya navxweyî hatin bikaranîn. Bi kurtasî li dijî HDP'ê, weke alternatîfek li nava gel dixwazin birêxistin bikin."

'GELÊ KURD NAKEVE XEFIKÊN BI VÎ RENGÎ'

Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Şemzînanê Îbrahîm Opengîn jî diyar kir ku AKP dixwaze bi rêya van polîtîkayan axatî, qebîletî, malbatperestî û eşîrtiyê zindî bike û ji xwe re bingehekê amade bike.

Opengîn got, "AKP berê jî ketibû nava hewldanên bi vî rengî. Piştî ku fêhm kir li herêmê deng kêm dike û li paş dikeve, lîstikên bi vî rengî dixe meriyetê. Lê belê ev lîstik wê bi ser nekevin, ji ber ku Kurd xwedî hişmendiya neteweyî ne. Bi çend komeleyên AKP'ê nikare vî gelî têk bibin. Me berê ev yek baş dît. Kesên ku li herêmê weke serokeşîr dihatin naskirin tevlî hilbijartinê bûn, lê belê gel li şûna wan, nûnerên xwe hilbijart. Gelê Kurd nakeve xefikên bi vî rengî."