Berxwedana Yagiz 3 meh li pey xwe hişt

Nasir Yagiz ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Hewlêrê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, 3 meh li pey xwe hişt. Rewşa tenduristiyê ya Yagiz roj bi roj nebaş dibe.

Çirûska berxwedana zindanan a greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û ParlAmentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li zindanan li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin, li bajarê Hewlêr bi çalakiya welatiyê Bakurê Kurdistanê Nasir Yagiz gur bû.

Çalakiya Nasir Yagiz 3 meh li pey xwe hişt û her ku diçe di aliyê tenduristî û fizîkî de rewşa Yagiz giran dibe. 

Hevserokê Nûnertiya HDP'ê ya Başûrê Kurdistanê Abid Îke têkildarî rewşa dawî  ya Yagiz agahî da ANF'ê û got; "Çalakiya Nasir Yagiz 3 meh li pey xwe hişt. Rewşa tenduristiyê giran e. Yagiz di rabûn rûniştinê de zehmetiyan dikişîne, heta derengiya şevê ji ber ser êş û mîdeyê nikare raze  Di dema razanê de pirsgirêkên cidî dijî û carna nikare  xew bike, carna dilê wî li hev dide, carna serê wî di êşê, carna piyê wî nayê ber û nikare rabe ser xwe."

Îke bi domdarî got; “Dema radikeve êdî nikare rabe heta nîvro jî nikare rabe. Mirov dikare bibêje di nava 24 saet an de tenê 4-5 saetan li ser xwe ye. Wan 4-5 saet an jî li ser xwe digere. Pêşwaziya gel û heyetên tê serdanê dike. Yagiz gelek kîlo li xwe kêm kiriye. Li aliyê din di aliyê vexwarinan de pirsgirêkên cidî dijî. Laşê wî her diçe dihele, her roja diçe kîloyan li xwe kêm dike. Di vexwarinan de êdî mîdeya wî tehemûl nake tişta digire jî diavêje."

Hevserokê Nûnertiya HDP'ê ya Başûrê Kurdistanê Abid Îke herî têkildarî moral û coşa Nasir Yagiz jî got; "Di aliyê bawerî, moral û dilsoziya bi Rêber Apo re bi biryar e. Vê çalakiya xwe ya grevê jî kêm dibîne. Dixwaze hin tiştên mezintir bike û di nava lêgerînan de ye. Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinên li girtîgehan tehamûl nake. Di aliyê coş û moral de bi biryare."

Duh endama Meclîsa Îştar Fedîle Tok ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meheke di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye serdana Nasir Yagiz kir. 

YAGIZ JI DMME, CPT Û KONSEYA EWROPAYÊ RE NAME ŞAND

Endamê Meclîsa HDP'ê Nasir Yagiz di roja 39'emîn a greva birçîbûna de ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) CPT û Konseya Ewropa re name nivîsîbû. Yagiz bang li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropaya (DMME) û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê Êşkenceyan (CPT) kiribû ku bikevin nava liv û tevgerê.

Nameya Yagiz wiha ye;

"Ez Nasir Yagiz, sala 1992'an li Bakurê Kurdistanê li bajarê Êlihê ji dayik bûme. Hîn di zarokatiya xwe de ji ber asîmilasyona li ser nasname, ziman û çanda gelê Kurd, min gelek êşên mezin kişandin. Di salên ciwantiya xwe de, ji ber nasnameya xwe ya Kurd bû hedefam êrîşên dewleta Tirk ya dagirker.

Dema ku min têkoşîna xwe ya siyaseta demokratîk dimeşand, ji ber xebatên di nava partiya siyasî de ketim girtîgehê. Piştî serbest hatim berdan, cezayê min ê girtîgehê hate pejirandin. Piştî vê yekê min penaberî û sirgûn nas kir. Ev 9 meh in li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê wekî penaberekî siyasî dijîm.

Peymanên mafên mirovan ên navneteweyî destnîşan dikin ku mirov bi mafên xwe yên xwezayî tên dinê, lê wekî bi milyonan Kurdî, ji hêla dewleta dagirker a Tirkiyeyê ve ji van mafan bêpar hatine hiştin. Her Kurd, wekî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku 20 sal in di nav tecrîda li Îmralî de tê ragirtin, ji van mafên mirovan ên xwezayî bêpar hatine hiştin.

TECRÎDEKE DIJ MIROVAHÎ TÊ FERZKIRIN

Birêz Ocalan ji sala 2011'an ve bi parêzerên xwe re, ji sala 2016'an ve jî bi malbata xwe re nikare hevdîtinan bike. Di şexsê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan de li ser gelê Kurd rêbazên derhiqûqî û dagirkerî tên bikaranîn. Tecrîdeke bê mînak û dijmirovahî li ser Birêz Ocalan tê ferzkirin.

Ji ber ku li dijî vê tecrîda li dijî mirovahiyê hûn erka xwe bi cih nayînin, di vê rewşê de berpirsiyartiya we jî heye. Ji ber bêdengmayîna we ya li hemberî gelekî yê hemû mafên xwe yên xwezayî bêpar hatin hiştin, aktîtîvîstên mafên mirovan hatin krîmînalîze kirin. Di bin vê tecrîda giran de, tenê hiştina Birêz Ocalan, ez mecbûr mam ku însiyatîfeke wisa ku mafên xwe yê jiyanê bixim xeteriyê, werbigirm. Ev 39 roj in ez di greva birçîbûnê de me. Heta ku tecrîda giran a li ser Birêz Ocalan ranebe û bi rêya we agahiyek jê neyê standin, ez ê bi îradeya xwe ya azad çalakiya xwe ya vegerînim rojiya mirinê.

OCALAN JI BO GELAN GELEKÎ GIRÎNG E

Birêz Ocalan li Rojhilata Navîn, sedema şer û aştiyê ye. Agahî jê standin ji bo gelan mijareke jiyanî ye. Îro bi hezaran kes bi heman daxwazê di grevên birçîbûnê de ne û ev çalakî wê mezintir bibe.

Ez hêvî dikim ku mekanîzmeya edalet û hiqûqê ya Ewropayê li mîsyona xwe ya dîrokî xwedî derkeve.

Dixwazim bînim bîra we ku di vê biryara min de, para nêzîkbûna xwe ya li hemberî vê êşkenceyê heye. Ez bang li we dikim ku berî ev çalakî bi mirinê bi encam bibe, hûn bikevin nava tevgerê û xwedî li rûmeta mirovahiyê ya gerdûnî derkevin."