BERXWEDANA GELAN DI ROJA 9'AN DE YE

Li dijî êrîşên dagirkeriyê, ku dewleta Tirk bi deh hezaran leşker û çeteyên xwe êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, berxwedana gelan di roja 9'an de bênavber didome.

00:32

Li derdorî nexweşxaneya Serêkaniyê di navbera artêşa Tirk, çeteyên wê û hêzên QSD'ê de şerê dijwar rû dide. Artêşa Tirk bi obus, hewan û tankan navenda bajar bombe dike.

23:36

 

23:03

 

23:03

Ebdî: Divê gelê me bizanbe ku agirbes ji bo deverên dikevin di navbera Girê Spî û Serêkaniyê de şer lê rû didin derbasdar e. Ji bo ev agirbest jî bi encam bibe, em QSD jî tişta ji destê me bê em ê bikin.

23:01

 

22:50

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl ku daxuyaniya piştî hevdîtinên di navbera DYE û Tirkiyeyê hate kirin nirxand û got: “Rêveberiya Xweser piştî nirxandina rewşê û şûnde wê biryarê bide.”

 

21:52

Berpirsê Buroya Dîplomasiyê ya PYD’ê Salih Muslim derbarê peymana di navbera DYE û Tirkiyeyê de di kanala televîzyonê ya El Erebiye El Hedesê de axivî. Muslim bal kişand ser vî tiştî ku şervanên QSD’ê heta dawiyê herêmên xwe diparêzin.

Muslim got ku “Me hê xalên peymanê nedîtine. Rêveberî û hêzên me yên leşkerî hene. Piştî ku me xalên peymanê dît em ê helwesta xwe diyar bikin.”

21:22

Li derdora nexweşxaneya Serêkaniyê di navbera şervanên QSD’ê û artêşa Tirk a dagirker de şerekî giran heye. Artêşa Tirk a dagirker bi obus, tank û hawanan li navenda bajêr dide.

20:47

Tirkiye ya ku li hemberî berxwedanê têk çû, wê dagirkeriyê bide sekinandin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê li hemberî berxwedana şervanên QSD’ê têk çûn û ew ê êrîşên xwe bidin sekinandin. Rayedarekî Qesra Spî diyar kir ku wê pêvajoyê bişopînin.

Alîkarê Serokê DYE’yê Mîke Pence li Enqereyê bi Serokkomarê Tirk re civiya û diyar kir ku wê artêşa Tirk êrîşên xwe yên dagirker 5 rojan bide sekinandin. Pence diyar kir ku wê bi vê re armanc ev e ku herêma ewle were avakirin û biryarên li ser zextan wê di merîyetê de bin.

Pence diyar kir ku wê zextên nû tunebe.

Rayedarekî Qesra Spî diyar kir dibe ku di 13’ê Mijdare de serdana Erdogan a li DYE’yê pêk neyê.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li hemberî berxwedana şervanên QSD’ê têk çûn û li Serêkaniyê êrîşên wan hatibû şikandin.

 

 

20:24

ArtêşaTirk a dagirker êrîşî nexweşxaneya Serêkaniyê dike. Li ser bajêr balefirên keşfê û yên şer digerin. Li eniyên rojava û rojhilat ên bajêr di navbera artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şerekî giran heye.

19:47

 Dîmenên destpêkê yên Nexweşxaneya Serêkaniyê ku sûcê mirovahiyê lê hatin kirin...

 

19:39

Dîmenên destpêkê yên Nexweşxaneya Serêkaniyê ku sûcê mirovahiyê lê hatin kirin...

 

19:37

Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundê Bîr Hebeş ê Girê Spî bomberdûman kirin. Di bomberdûmanê de 2 kesên sivîl birîndar bûn.

19:27

Li gundên Kefîfa û Colanê ji duh ve şerekî giran heye. Hate diyarkirin ku di van şeran de gelek hêzên paramîlîter hatine kuştin. Hêzên QSD’ê dest danîn ser nasname, çente û ewraqên fermî yên çete û leşkeran.

 

18:51

Artêşa Tirk a dagirker bakurê rojavayê Eyn Îsayê bi balefirên şer bomberdûman kir. Di bomberdûmanê de leşkerekî Sûriyeyê mir û 12 leşker jî birîndar bûn.

18:49

Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li ser Eyn Îsayê digerin.

18:48

Gelê xwestin xwedî li Kelha Berxwedanê Serêkaniyê û berxwedanê derbikevin ji bajarê Til Temir ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berê xwe dan Serêkaniyê, hatin astengkirin. Gelê ê nerazîbûn nîşanî vê da gotin: “Wê çalakiyên xwedîderketina berxwedanê bidomin.""

18:40

Artêşa Tirk a dagirker vê êvarî bi topan taxên Qinat Siwês û Meyselûn ên Qamişlo bomberdûman kir. Di bomberdûmanê de zaroka 8 salî ya bi nave Reha Fehed û Nîdal Mihemed Zekî û Mihemed Salih Abdullah birîndar bûn.

18:38

Artêşa Tirk a dagirker bi topan gundê Heyake yê Dêrike bomberdûman dike.

18:37

Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li depoya avê ya li gundê Ebû Xizre ya Eyn Îsayê da.

18:18

Artêşa Tirk a dagirker li ser xeta sînor a Dêrikê bi topan li herêmê dide. Şervanên QSD’ê bersivên tund didin êrîşan.

18:17

Li Minbîcê bi hezaran kesan êrîşên dagirker ên dewleta Tirk protesto kirin.

18:16

Serokê Parlementoya Ewropayê Davîd Sassolî xwest ku bila zextên li ser Tirkiyeyê girantir bibe.

17:53

Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundê Xanê yê Eyn Îsayê bomberdûman kir. Heta niha sê teqîn çêbû.

17:31

Şervanên QSD’ê Ii Eyn Îsa, gundê Kendal û navçeya Çelebiye ya Kobanê di serî de li herêmên bi ser Girê Spî derbên giran li artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xist. Şervanên QSD’ê 2 panzêr û 3 wesayîtên leşkerî îmha kir û çeteyên di nav de kuşt.

17:31

Serokê Parlementoya Ewropayê Davîd Sassolî xwest ku bila zextên li ser Tirkiyeyê girantir bibe.

17:26

Artêşa Tirk a dagirker bi obus û tankan Keleha Berxwedanê Serêkaniyê bomberdûman dike.

16:53

Fermandarê QSD’ê: Rêya navneteweyî di destê QSD’ê de ye

Fermandarê QSD’ê Zirîk ê şerê li ser rêya Rodko ya dikeve navbera Eyn Îsa û Girê Spî koordîne dike, diyar kir ku dagirker ji bo Herêma Cizîr û Firatê ji hev cuda bike bi hemû hêza xwe êrîş dike, lê QSD’ê hemû êrîşên dagirkeran têk birin.

 

16:39

Li Tirbespiyê cenazeyê du şehîdên Berxwedana Rûmetê Şivan Alîko û Qehtan Xelîl yên li Serêkaniyê şehîd bûbûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dilşêr hatin veşartin.

16:22

Li bajaroka Çelebiye û gundê Ebû Sire yê kantona Griê Spî, di navbera şervanên QSD’ê û artêşa Tirk de şerekî giran heye. Gelek çek û cebilxaneyên artêşa Tirk a dagirker û ya çeteyên wê kete destê şervanên QSD’ê.

16:14

Esed: Em ê bi hemû rêyên rewa li dijî dagirkeriya Tirk rabin

Serok Dewletê Sûriyeyê Beşar El Esad, ragihand wê li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk ‘bi hemû rêyên rewa’ derbikevin.

Esed ê nerazîbûn nîşanî dagirkeriya Tirk da got: “Em ê bersiv bidin, li kijan herêma Sûriyeyê dibin bila bibin, em ê bi hemû rengî bi hemû rêbazên rewa yên heyîn li dij derbikevin.”

Esad vê daxuyaniyê di dema ku Misteşarê Ewlekariya Netewî ya Iraqê Faleh el Feyyad ê nameya Serwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî girtibû û şûnde kir.

16:13

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Dêrikê gundê Hikmiye yê Siryanan bombe kir. Gelek top li gund û li avahiya Meclîsa Leşkerî ya Siryanan ket.

15:46

Li Fransayê ji bo organîzekirina çalakiyên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, Platforma Parastina Rojava hate damezirandin.

15:32

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 15 şervanên di encama bersivdayîna êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Girê Spî û Serêkaniyê de şehîd bûne, eşkere kirin.

 

15:31

Li gundê Serik Girak ê Eyn Îsayê artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê bi tankan êrîş kirin. Di êrîşê de leşkerekî dewleta Sûriyeyê mir û 6 leşker jî birîndar bûn.

15:30

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi fuzeyan êrîşî taxên Qenat Siwês û Sêgirka ya li rojhilatê Qamişloyê kir.

15:26

QSD’ê ragihand di şerê 24 seatan de bi giştî 50 leşker û çete hatin kuştin û 5 çete jî birîndar bûn. Her wiha şervanên me 2 tank, BNB’yek, wesayîteke kar û panzerek rûxandin. 7 wesayîtên leşkerî û zirxî hatin derb kirin.

 

15:23

Rêxistinên civaka sivîl a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku ji bo Kelha Berxwedanê Serêkaniyê divê korîdoreke mirovî bê çêkirin. Rêxistinan bal kişandin ku dewleta Tirk sivîlan û tîmên tenduristiyê dikin hedef.

14:56

Li Keleha Berxwedanê Serêkaniyê şer dijwar dibe. Artêşa Tirk bi hemû derfetên xwe êrîşî navenda bajêr dike. Şervanên QSD’ê bi berxwedaneke mezin nahêlin artêşa Tirk û çeteyên wê têkevin nava bajêr.

14:08

Îlham Ehmed: Divê Bakurê Sûriyê li balafiran  were girtin

 

14:03

Gerîlayên  HPG'ê û YJA Starê li Gever, Mehser, Xakûrkê, Avaşîn, Heftanîn û Bestayê li dijî hêzên dagirker çalakî kirin. Di çalakiyan de bi kêmanî 5 leşker hatin kuştin.

14:02

Gelên Girkê Legê daketin qadan û berxwedana dîrokî ya şervanên QSD’ê silav kirin. Gel diyar kir ku ew li dijî dagirkeriyê li ba berxwedêran in.

13:43

Partiya Çep a Swêdê û Yekîtiya Çep a Fînlandiyayê xwestin, maça fînalê ya Lîga Şampiyonan ku wê sala bê li Tirkiyeyê bê lîstin, li welatekî din bê lîstin.

13:42

Çavkaniyekî ji navçeya Cindirêsê diyar kir ku çeteyên dagirkeriya Tirkiyê di 12`ê Cotmehê de, ciwanê bi navê Mistefa Xêro Mamo ji gundê Aşkan Xerbî yê navçeya Cindirêsê, revand.

13:36

Şêniyên Qamişloyê li dijî êrîşên dagirkeriyê daketin qadan û gotin, "Faşîzm hildiweşe, berxwedan bi ser dikeve."

13:25

YRD'ê li dijî dagirkerî û qirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li rojnamevanan hemûyan kir ku rastiya dewleta Tirk ji tevahiya dinyayê re ragihînin.

13:06

Bi hezaran mirovên ku ji bajarên cuda yên Rojava ji bo biçin Serêkaniyê bi rê ketibûn gihîştin Serêkaniyê.

12:35

Êrîş û komkujiyên dagirkeriya  Tirk ên li ser Rojavali Rûsya, Belerûs û Uraynayê hatin şermezarkirin.

12:33

Walîtiya Mêrdînê bi hinceta dagirkeriya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû çalakiyên li bajêr mehekê qedexe kir.
 

12:33

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û komkujiyên ku li Rojava dike, li Rûsya, Belarûs û Ûkraynayê hatin şermezarkirin.

12:32

Dewleta Tirk a dagirker êrîşên dagirker ên li ser Serêkaniyê ji Midûriyeta Giştî ya Karûbarê Çandiniyê (TÎGEM) koordîne dike. Gelek leşkerên Tirk, çete, 35 tang, bi dehan wesayitên zirxî û gelek pîqabên bi doçkayê li TÎGEM'ê hatin bicihkirin.

12:31

Şer li Serêkaniyê giran e. Şervanên QSD'ê bi berxwedaneke dîrokî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk radiwestin. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wan bi çekên giran û obusan niha bombeyan li nexweşxaneya Serêkaniyê û navenda bajêr dibarînin.

12:20

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal got li Serêkaniyê taloke heye ku komkujiya tevahiya gel bikin  û got, Kurd û dostên wan li her deverê divê rabin ser piyan, banga seferberiyê li saziyên navnetewî kir.

12:13

Di van kêliyan de şêniyên herêma Cizîrê ji navçeya Til Temirê berê xwe didin bajarê Serêkaniyê da ku birîndarên sivîl rizgar bikin ku metirsî ji aliyê dewleta Tirk ve li ser wan heye ku komkujiyan li ser wan pêk bîne.

11:53

Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojava li balafirgeha Baselê li pêşiya Rêyên Hewayî yên Tirk çalakiyeke bêîteatiya sivîl hate kirin.

11:52

Îro saet di 8:10’ê sibehê de moşekek ku jêderê wê nenaskirî ye, li qada navenda Meclisa Leşkerî ya Suryanî ya li gundê Hekemiyê yê girêdayî bajarê Dêrikê ket. Hate zanîn ku di encamê de tu ziyan pêk nehatine.

11:40

Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Botan Kato diyar kir, serketina li dijî dagirkeriyê wê ji bo tevahiya mirovahiyê bibe jiyanek nû, bibe ronesanseke nû. Kato bang li ciwanan kir ku di vê pêvajoya seferberiyê de bi pêşengiyê tevbigerin.

 

11:30

DKP/Bîrlîk: Em bikin ku kes nikaribe biçe avahiyên AKP'ê
DKP/Bîrlîk têkilî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Rojava daxuyaniyeke niviskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Roj roja wê ye ku em hemû tiştên di dest xwe de -medyaya sosyal jî di nav de- berê wê bidin vê desthilata faşîst û li wan bireşînin. Em xezeba gelên çewistandî, ya kedkaran tevbigerînin, rê li tundiya şoreşger vekin û bikin ku kesek nikaribe gava xwe jî bavêje  avahiyên AKP'ê. Roj ew roj e ku çi yê dewleta faşîst a mêtinger hebe, her devera wê, her tişta wê bikin hedef.''

11:21

Hêzên Rizgariya Efrînê doh êvarê li Mareyê li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan çalakî kirin. Di çalakiyan de 6 dagirker hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn.

11:18

Dewleta Tirk a dagirker Rihayê ji bo xwe weke eniya paşê ya dagirkeriyê bi kar tîne. Lewma veguhastina tank, obus, wesayitên zirxî, personelên tenduristiyê, lojîstîk û leşkerî didome. Ambûlansên ji bajarên derdorê hatine anîn mirî û birîndarên dagirkeran radikin.

11:18

Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên Tirk da û diyar kir, dagirker li pêşberî rewatiya berxwedanê di tenêtiya xwe de fetisîn.

11:03

Platforma Jinên Kurd ên Yekbûyî bi daxuyaniyeke nivîskî dagirkeriya Tirk şermezar kir, bang li Kurdan kir ku bibin yek û got ew amade ne bibin navbeynkar.
 

10:34

Dewleta Tirk a dagirker ji hewayê ve bombeyan li nexweşxaneya Serêkaniyê dibarîne.

10:34

Dewleta Tirk a dagirker êrîşî nexweşxaneya li Serêkaniyê dike. Di asteke bilind de hejmarek ji sivîlan li nexweşxaneyê hene.

10:33

Li Edene 13 bikarhênerên ku li dijî dagirkeriya Tirk li hesabên xwe yên medyaya sosyal helwesta xwe nîşan dan ji hêla polîsên Tirk ve hatin destgîrkirin.

10:32

Li du bajarên Swêdê, li Sydneyê ya Ewistralyayê û li Heîdenheîmê ya Elmanyayê êrîşên dagirkeriya qirker a Tirk hate şermezarkirin.

10:30

Rayedarên siyasî û tenduristiyê yên Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo birîndarên li Serêkaniyê banga destwerdaneke lezgîn a li rewşê kirin.

10:20

Komîteyê ragihand ku ji ber bombebaran û topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser Serêkaniyê tevî ku bikaranîna çekên qedexekirî, birîndarên sivîl di qada şer li Serêkaniyê de asî mane, ji ber êrîşên dijwar ew nikarin sivîlan rizgar bikin.

09:07

Berxwedana rûmetê ya li Serêkaniyê di roja 9'an de ye.

 

08:52

Corbyn: Divê NY li dijî dagirkirina Rojava bikeve nava tevgerê

Serokê Giştî yê Partiya Karker a Îngilistanê û lîderê mûxalefeta bingehîn Jeremy Corbyn xwest, Tirkiye tavilê dagirkeriya xwe ya li Rojava bi dawî bike û bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku li dijî dagirkeriyê bikeve nava liv û tevgerê.

08:37

Arjantînî doh ji bo Rojava daketin qadan û dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin. Her wiha ji Dayikên Plaza Mayo Nora Cortinas û nûnerên civaka Kurd a li Arjantînê ji bo rawestandina dagirkeriya Tirk nameyek ji Wezareta Karên Derve ya Arjantînê re nivîsîn.

07:54

Arteşa Tirk bi tankan bombeyan li gundê Alya yê Til Temirê dibarîne. Şer didome.

07:45

Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Foza Yûsif diyar kir ku beriya rayedarên DYE’yê li Enqerê bicivin, artêşa Tirk û çeteyên wê, wê îşev bi hemû hêza xwe ve êrîş bike.

07:44

Endamê Konseya Giştî ya HBDH'ê Ferzad Can got, ''Me bi şer Rojava azad kir, hewce bike di ber de bimirin û berevaniyê lê bikin.''

07:35

Xelatgirê Kurd ê Matematîkê Prof. Dr. Koçer Bîrkar li ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabû.

07:35

Hunermendan diyar kirin, bêyî yekîtiyê û têkoşîna hevpar destketî nikarin bên parastin û bal kişandin ser girîngiya konferansa neteweyî.

07:34

Li gundê Khafiyah ê Eyn Îsayê ji doh êvarê ve şer giran e. Hêzên QSD'ê di cih de bersiv dan êrîşên hêzên taybet ên Tirk û derbên giran li dagirkeran xistin. Wesayiteke leşkerî ya dagirkeran hate îmhakirin, her wiha gelek ji malzemeyên leşkerî ketin destê şervanan.

07:34

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan ku xwestin bikevin gundê Kendal ê Girê Spî êrîşa wan hate têkbirin. Di şer de 7 dagirker hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

07:33

Li gundê Menacir ê Serêkaniyê jî şer diqewime. Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombeyan li gund dibarînin.

07:30

Li gundê Alya yê Til Temir şer ji nû ve giran bû. Şervanên QSD'ê derbên giran li dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan dixin. Balafirên şer ên Tirk bombeyan li gundê Alya dibarînin.

Di navbera dagirkerên Tirk û şervanên QSD'ê de şer giran e

Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe ji doh êvarê ve ji hewa û bejahî ve bi her şêwe çekên xwe û teknîka dawî êrîşî navenda bajarê Serêkaniyê dike.

Şervanên QSD'ê bi rengekî dîrokî li ber xwe didin. Di şer de gelek dagirker hatin kuştin û birîndar bûn. Ji QSD'ê jî şehîd û birîndar hene.

Tevî hemû êrîşan dagirkeran nekarî bi berxwedana QSD'ê. Şerê li bajêr bi dijwarî didome.

Tê payin ku QSD di nava rojê de agahiyên berfireh ên der barê şer eşkere bike.

Dagirkerên dewleta Tirk li gel çekên giran her wiha çekên kîmyewî jî bi kar tînin. Hêzên QSD'ê bi rengekî dîrokî li ber xwe didin.