Batûfa Çekdar: Gelê me divê li her derê rabe serhildanê!

Ji fermandarên YJA Starê Batûfa Çekdar diyar kir ku berxwedana gerîla kiriye ku dewleta Tirk têk biçe û got, gel jî divê li her derê rabe serhildanê.

Ji fermandarên YJA Starê Batûfa Çekdar pêngavên şoreşgerî yên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê di bernameyeke taybet a Stêrk TV de nirxand.

Batûfa Çekdar di destpêka axaftina xwe de ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Hakî Karer, Mehmet Karasûngûr, Hozan Mİzgîn û şehîdên meha Gulanê bi bîr anî û got, "bi saya van şehîdên me yên pêşeng, meha Gulanê weke meha şehîdan hate pênasekirin û PKK bû nîşaneya têkoşîn û berxwedana me."

Batûfa Çekdar bi navê şervanên azadiyê silav da Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên di greva birçîbûnê de ne û her kesên ku beşdarî grevên birçîbûnê bûne silav kir.

Batûfa Çekdar bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û got, "Di çarçoveya vê pêngavê de divê em teqez Rêberê xwe ji aliyê fîzîkî ve azad bikin. Heta niha bi berxwedaneke mezin tevlîbûn li pêngavê bû, ji niha û pê ve jî gerîla wê pêşengiyê ji pêngavê re bike. Kurd û gelên li Kurdistan û Tirkiyeyê û azadîxwaz divê hîn bi xurtî xwedî li pêngavê derkevin. Di çarçoveya pêngava azadiyê de divê rêbaza me ya çalakiyê bê guhertin. Gelên ku daxwaza azadiyê dikin, azadiya xwe di felsefeya Rêber Apo de dibînin."

Fermandar Batûfa Çekdar têkçûna dewleta Tirk a li Heftanîn û Garê ya li hemberî gerîla bi bîr xist û ev nirxandin kir: "Dewleta Tirkiyeyê ji Împaratoriya Osmaniyan û vir ve siyaseta dagirkeriyê, qirkirin û mêtingeriyê dimeşîne. Sedema bingehîn a operasyonên dagirkeriyê hemû, qedandina tevgera me ya azadiyê, talankirina gelê me û pêkanîna siyaseta qirkirinê ye. Bi taybetî hikumeta AKP-MHP li ser siyaseta rijandina xwînê li ser piyan dimîne. Ji aliyekî ve bi operasyonên dagirkeriyê, li aliyê din jî li nava Tirkiyeyê bi krîza aboriyê hewl dide rewşa xwe ya tengav binixumîne. Divê mirov ji hikumeteke wiha ya ku li ser rijandina xwînê siyasetê dike, tiştekî hêvî neke."

'DEWLETA TIRK LI PÊŞBERÎ GERÎLA TÊK DIÇE'

Batûfa Çekdar bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Avaşîn, Metîna û Zapê û wiha dewam kir: "Divê em van operasyonan weke parçeyek ji qirkirina gelê Kurd binirxînin. Ne tenê li van herêman li Bakurê Kurdistanê gelek operasyon li dar xistin. Li herêma Garê di pêvajoya zivistanê de xwestin ku operasyonên dagirkirinê pêk bînin, lê şikestin. Ji hikumeta faşîst hebû ku bê herêmên me Avaşîn, Zap û Metînayê û yekser dagir bike, bi vî rengî siyasetê bimeşîne. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîla bi pergala binê erdê ketine çeperan û di pozîsyoneke gelekî xurt de ne. Herêmên ku niha operasyon lê tên kirin ji bo gerîla herêmên gelekî stratejîk in. Armanca wan ew e ku Bakurê Kurdistanê û herêmên ku operasyonê niha lê dimeşînin ji hev qut bikin. Ji Qendîlê heta Xakurkê, ji Şengalê heta Mûsil û Rojavayê Kurdistanê dixwazin dagir bikin. Bi berxwedaneke dîrokî ya gerîla re rû bi rû ne. Li pêşberî gerîla, li pêşberî hêzên me di asteke mezin de dişikên."

PÊNGAVÊN BAZÊN ZAGROSÊ Û CENGA XABÛRÊ

Batûfa Çekdar pêngavên şoreşgerî yên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê bi vî rengî nirxand:

"Dewleta Tirk piştî operasyona Garê derba herî giran a duyemîn di van operasyonan de xwar. Leşkerên ku tevlî van operasyonan kiriye hemû yên bi pereyan şer dikin û çeteyên DAÎŞ'ê ne. Lewma mirina wan ne xema dewletê ye. Zêdeyî 100 çalakiyên gerîla hatin lidarxistin. Di encama van çalakiyan de tenê yên ku bi çavan hatine dîtin zêdeyî 150 leşker hatine kuştin. Însiyatîfa şer heta niha di destê hêzên me yên gerîla de ye. Teknîka zêde tê bikaranîn. Leşkerên ku di her gavê de li gerîla rast tên di nava sendromeke mezin de ne. Bi rojane nekarîne bikevin nava çepereke şer, nekarîne bikeve tuneleke şer a gerîla. Tevî ku di tevahiya operasyonan de gazên kîmyewî bi kar tîne, nekariye bikeve nava tuneleke şer. Ji ber ku gerîlayên fedayî yên Rêber Apo bi ruhê mezin ê berxwedanê, bi biryardariya tunekirina dagirkeran, di asteke bilind a profesyoneliyê de bi pêngavên şoreşgerî her roj bersivê didin hêzên dijmin. Gerîla berxwedaneke bi rûmet nîşan dide. Hêzên me yên YJA Starê hem di nava çalakiyên HPG'ê de hem jî bi çalakiyên xweser pêşengiyê ji vî şerî re dikin. Heta niha 6 hevrêyên me yên leheng di pêngava şoreşgerî de şehîd bûn. Bi ruhekî fedayî yê xurt tevlî pêngavê bûn. Ji niha û pê ve jî bi vî ruhê fedayî em ê di pêngavan de bi ser bikevin."

'BERXWEDANA GERÎLA WÊ SIYASETA QIRKIRINÊ PÛÇ BIKE'

Ji fermandarên YJA Starê Batûfa Çekdar têkildarî êrişên dagirkeriyê yên li Bakurê Kurdistanê û amadekariyên biharê de got, "Diyar e ku wê dijmin operasyonên xwe li Bakur jî dewam bike. Her sal dibêjin 'em ê biqedînin', lê her sal heman encamê bi dest dixin. Gerîla her sal li qadên Bakur bi dehan çalakiyan dikin. Gerîla her sal bi îdîayeke mezin dest bi biharê dike. Em di wê baweriyê de ne ku îsal wê bi xurtî pêşengiyê ji pêngava 'Dem dema azadiyê ye' bikin."

Gerîla Batûfa Çekdar diyar kir ku armanca wan ji pêngava ne tenê parastina qadan e, ew dixwazin siyaseta qirkirinê û artêşa Tirk têk bibin û got, "Divê em ji bîr nekin ku gerîla jî dixwaze her tim gelê xwe li gel xwe bibîne. Gelê me di vê pêvajoya berxwedana dîrokî de li her derê bi taybetî jî li Başûrê Kurdistanê divê xwedî li doza xwe derkeve, rabe serhildanê, berpirsyariyên xwe yên neteweyî bi cih bîne. Em bang li ciwanan dikin ku bi ruhê ciwantî tevlî çalakiyên civakî bibin û pêngavê xurt bikin."