Asayîşa Silêmanî daxwazên Mam Celal vala derdixe

Asayîşa Silêmaniyê berevajî Mam Celal tevger dike û azadiya vî bajarî teng kiriye.

Di dîmenekê de Sekreterê berê yê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Mam Celal têkildarî Sekoya Azadî (Dika Azadî) ya li Parka Azadî ya Silêmaniyê diaxive ku dîroka wê digihe dema çêkirina Sekoya Azadî û dibêje; "Sekoyekê çêdikin, welatî dikarin roja Înê bîr û fikrên xwe bînin ziman, çiqas bêjin azad in.”

Dîsa Talabanî dibêje: “Li ser vê dikê bi gel rexne li min bikin, êrîş bikin; ez kesê siza nakim. Heta xeber jî bikin, bila li ser vê dikê bi azadî raman û fikrên xwe bîne ziman.”

Duh dema endam û welatiyên ku dixwestin li vê dikê temaşeyî filmê yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara) ya li gel du hevrêyên xwe Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwana Leyla Şaylemez (Ronahî) ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîs hatibûn qetilkirin bikin, asayîşa Silêmanî êrîşî wan kiribû. Di dema êrîşê de 52 kesên ku di nav de jin û zarok jî hebûn destgîr kiribûn.

Piştî vê hewldanê gelek welatiyan dîmenê Mam Celal ê têkildarî vê Sekoya Azadî ku li Parka Azadî çêkirî belav kir, dan nîşandan ku ev helwest li dijî daxwazên Mam Celal in.