Alfonsî: Deme ku destekê bidin demokrasiya li Tirkiyeyê

Endamê Koordînasyona Koma Dostê Kurd Françoîs Alfonso nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî ya faşîzma AKP-MHP’ê ya li ser HDP’ê da û got: “Dem dema destek dayîna demokrasiya Tirkiyeyê ye.”

Ji Koma Îtifaqa Azad a Ewropa /Keskan a Endamê Koordînasyona Koma Dostê Kurd a Parlementoya Ewropa (PE) Françoîs Alfonsî, operasyonê qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê şermezar kir.

Alfonsî li ser Twîtterê daxuyaniyek da û got: “82 hilbijêr ji ber derbirîna azadiyê hatine destgîrkirin. Ev yek binpêkirinên mafê mirovan û navneteweyî ye. Divê Ewropa pêkanînên aborî li ser Tirkiyeyê bisepîne, destekê bide demokrasiya Tirkiyeyê.”