Şoreşgera jin Gulistan Aksoy li gundê xwe hate veşartin

Şoreşger jin a Kurd Gulistan Aksoy (Hêvî Gabar) li Berlîna Elmanyayê di pêvajoya tedawiyê de di 26’ê Tîrmehê de şehîd ket. Aksoy li goristana Baqistana Stewrê hate veşartin.

Gulistan Aksoy a ku di sala 1987’an de li Baqistana Stewrê Mêrdînê ji dayik bû, di sala 2002’an de tevlî nav xebatên Têkoşîna Azadiya Kurdan bû. Gulistan Aksoy demeke dirêj di nav xebatên ciwan û çapemeniyê de cih girt û piştre berê xwe da çiyayên azadiyê. Di sala 2014’an de dema ku DAÎŞ’ê êrîşî Rojava kir wê jî berê xwe da Rojava.

Di havîna 2014’an de li Til Koçerê ji pêyê xwe birîndar bû. Piştî tedawiyê di sala 2015’an de çû eniya Serêkaniyê. Li Serêkaniyê pê li mayîna DAÎŞ’ê kir û ji ber giraniya birîna xwe di sala 2017’an de hate Elmanyayê. Di vê pêvajoyê de gelek ameliyat derbas kir.

Di tedawiyê de bunyeya wê gelekî qels bû û di 26’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Aksoy ji Elmanyayê şandin Mêrdînê. Bi tevlêbûna malbat û hevalên wê li goristana Baqistanê ya Stewrêya Mêrdînê hate veşartin.