Êzidiyên li Ewropayê wê di navbera 1-7’ê Tebaxê de dakevin qadan -NÛ BÛ

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) diyar kir ku naskirina fermana 3’ê Tebaxê weke jenosîd, pejirandina statuya Şengalê, rizgarkirina jin û zarokên Êzidî, darizandina bersûcên qirkirinê erka mirovahiyê ye û bernameyek çalakiyan eşkere kir.

Bi navê Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan (NAV-YEK), Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ), Hevbendiya Êzidiyên Sûriyeyê (HÊS), Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD), Navenda Çanda Êzidxanê (NÇÊ), Sîwana MeclÎsên Gundên Êzidiyan (SMGÊ) Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) bi wesîleya salvegera 7’an a fermana Şengalê ya 3’ê Tebaxa 2014’an daxuyaniyek da.

Daxuyaniya hevpar wiha ye:

„Di salvegera 7’an a fermana 3’ê Tebaxa 2014‘an de, hemû cangorî û qurbaniyan bi rêzdarî bibîrtînin, bejna xwe li hemberî bîranîna wan ditewînin. Rehma Xwedê û Tawîsî Melek li hemû cangoriyan be û cihê wan bihuşt be.

Beriya bi 7 salan hov û çeteyên DAÎŞ’ê bi armanca ji holê rakirina qewmê Tawisî Melek û baweriya Êzdayetiyê êrişî axa pîroz, perestgeh û stargeha civaka Êzdî Şingalê kirin. Di encama vê êrişê de, bi hezaran Êzdî bi awayekî barbarî hatin qetilkirin, bi hezaran Êzdî hatin revandin û li hemberî wan hemû kiryarên hovîtî û derveyî mirovî hatin kirin, bi sedhezaran jî ji cih û warê xwe qut bûn û li cîhanê belav bûn. Hîna piraniya wan di nav şert û mercên herî zehmet de dijîn û venegeriyan e Şingalê. Yên ku vegeriyan e ser axa xwe jî, ji aliyê hikumeta Iraqê û saziyên navneteweyî tenê tên hiştin.

Şingal û xelkê Şingalê, li aliyekî di warê alikariya mirovî û jinûve avakirinê de tenê tê hiştin, li aliyê din jî, li dijî wan pîlanên qirkirin û ji holê rakirina îradeya azad a civaka Êzdî tên lidarxistin û birêvebirin. Bi vê armancê dewleta Tirk a dagirker û qirker, hikûmeta Iraqê û PDK di navbera xwe de, bi piştgiriya hinek hêzên navneteweyî, di 9‘ê Cotmeha 2020‘an peymanek derbarê Şingalê de, bêyî Şingaliyan û civaka Êzdî de pêk anîn.

Tevahiya civaka Êzdî, bi taybetî jî civaka me a li Şingalê vê pîlan û peymana 9’ê Cotmehê, ‘Fermana Qanunî’ bi nav dike û ev nêzî deh meh in li dijî wê bê rawestandin, di nav berxwedan û têkoşînê de ye û bi ti awahî peymana 9‘ê Cotmeha 2020‘an qebûl nake.

Civaka Êzdî di sala 7‘an a fermanê de, di hemû cûre çalakiyên ku hatin lidarxistin de, daxwaza naskirina îradeya azad a Şingalê, daxwaza statûya wê bilind kir û vê yekê ji bo misogeriya jiyana azad, aramî û ewlehiyê ji xwe ra siberoj û hebûn dibîne.

Her weha bi daxwaza jinûve avakirina Şingalê, rizgarkirin û zelalkirina bi hezaran Êzdiyên hîna ji wenda, darizandina bersûcên fermanê û naskirina fermana 3‘yê Tebaxa 2014‘an wek ‘Jenosîda Êzdiyan’ dikeve sala 8‘an.

Di vê çerçoveyê de, em wek pêkhateyên Koordînasyona Civaka Êzdî ya Ewropayê, 4‘mîn Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şingalê, ku di navbera 23-24’ê Tîrmeha 2021’an bi dirûşma ‘Em Meclîsa Gel Birêxistin Bikin, Xweseriya Şengalê Mîsoger Bikin’ hatî lidarxistin silav û pîroz dikin û dibêjin em emcamname û biryarên kongreyê ji xwe re nexşerê û perspektifên sala 8’an piştî fermanê dibînin.

Bi rasthatina salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de, di serî de ji bo pêşigirtina peymana 9’ê Cotmeha 2020’an, bicihanîn û misogerkirina Xweseriya Şingalê, parastin û mezinkirina Asayîşa Êzîdxanê, rizgarkirina hemû dîlên ku aqûbeta wan ne diyar, naskirina fermanê wek jenosîd û pêngava dîplomasiyê, xwe tevlî pêvajoyê bikin, têkoşîn û berxedana xwe mezin bikin. Di 7’emîn salvegera fermanê de, li her dera Ewropayê derkevin qadan, cangorî û qurbaniyan bi bîr bînin. Em bang li Iraqê dikin ku Xweseriya Şingalê, rêveberî û statûya wê, di çarçoweya destûr û yasayan xwe da nas bike. Dev ji hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker berde, li dijî êriş û gefên dewleta Tirk a li ser Şingalê derkeve û dev jê berde civaka Êzdî bi tehdîtên Erdogan bindest nihêlê. Her weha bang li hemû hêzên cîhanê jî dikin ku fermanê wekî jenosîda Êzdiyan’ nas bikin, piştgiriyê bidin daxwaza statû û xweseriya Şingalê Li dijî êriş û gefên li ser civaka Êzdî û Şingalê dawî li bêdengiya xwe bînin û bes piştgiriya bidin dewleta Tirk û PDK‘ê.

Li ser vî esasî, em bang li hemû civaka xwe, gelê Kurd, Kurdistanî û dosten civaka Êzdî dikin ku di salvegera 7’an a fermanê de, li her derê cangorî û qurbaniyên fermana 3‘yê Tebaxa 2014‘an bi bîr bînin û bi hemû hêza xwe, tevlî çalakiyên ku wê di navbera 1- 7’ê Tebaxê de, li gelek navendên Ewropa, bi taybeti jî li Elmanya têne lidarxistin bibin!”

BERNAMEYA ÇALAKIYÊN 1-7’Ê TEBAXÊ YÊN LI EWROPAYÊ

Li gorî daxuyaniyê bernameya çalakiyên ku wê di navbera 1-7’ê Tebaxê de li Ewropayê bên lidarxistin wiha ye:

Celle

01 û 2.08.2021

Konvedan

Saet: 16:00-18:00

Cih: Steckbahn

 

Hannover

03.08.2021

Meş û mîtîng

Saet: 17:00

Cih: Hauptbahnhof

 

Bîelefeld

01-02.08.2021

Konvedan

Saet: 16:00-18:00

Cih: C&A Bielefeld

 

03.08.2021

Meş û mîtîng

Saet: 17:00

Cih: Hauptbahnhof - Bielefeld

 

Bremen

02.08.2021

Meş

Saet: 19:00

Cih: Hauptbahnhof

 

Wesel

02.8.2021

Konvedan

Saet: 15:00-18:00

Cih: Berliner Tor Wesel

 

03.8.21

Meş û mîtîng

Saet: 17:00

Cih: Berliner Tor Wesel- Domplatz-Wesel

 

Walsrode

03.08.2021

Mîtîng

Saet: 18:00

Cih: Lange str 22, 29664 Walsrode

 

Berlîn

03.08.2021

Mîtîng

Saet: 12:00

Cih: Platz der Republik - Berlîn

 

Munster

03.08.2021

Saet: 18:00

Cih: Hauptbahnhof- Münster

 

Saarbrucken

03.08.2021

Saet: 18:00

Cih: Europagalarie-Saarbrücken

 

Aûrîch

07.08.2021

Meş

Saet: 14:30

Cih: Marktplatz - Aurich