Êzidiyên li Ewropayê tevlî pêngava ji bo azadiya Ocalan bûn

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê ragihand ku ew bi hemû hêza xwe tevlî pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibin û destnîşan kir ku jiyan û siberoja azad a li Êzidxanê û Kurdistanê bi fikir û felsefeya Ocalan pêkane.

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê têkildarî pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye" daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de işaret bi girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Êzidiyan û tevahiya gelên Kurdistanê û herêmê hate kirin.

Daxuyanî wiha ye:

"Wek tê zanîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di encama komployek navdewletî de û bi metodên dermirovî di 15'ê Sibata 1999'an de dîl hat girtin. Ya rastî êrîşên li ser Rêber Apo di 9'ê Cotmeha 1998'an de hatibûn destpêkirin û dîlgirtin û radestkirina wî ji bo Tirkiyê bi awayekî korsanwarî, derhuquqî û li dijî hemû pîvanên mafê mirovan pêk hat. Bi êrîş û dîlgirtina Ocalan re dikare were gotin ku şerê Sêyemîn ê Cîhanê hat destpêkirin.

Bi êriş û komploya ku li hember Ocalan hat pêkanîn û bi esareta ku heya roja me didome, êriş, komplo û esaret li hemberî tevahiya Rojhilata Navîn, çarenûsa gelan, azadî, demokrasî û jiyana hevbeş ket meriyetê. Li gorî hêzên hegemonîk, desthilatdar, emperyal û paşverû, Ocalan û Tevgera Azadiya Gelê Kurd, li pêşiya siyaseta wan a ji nû ve dizaynkirina Rojhilata Navîn asteg bûn. Ji ber ku dizaynkirina herêmê di ser dizaynkirina Kurdistanê re pêkan bû, hêzên hegemonîk, pêwistî pê dîtin ku hêza sereke ya gelê Kurd û rêberê wê, ku jiyanek azad, wekhev û di nava aştiyê de ji bo hemû gelên li herêmê ji xwe re kirine armanc, bê tasfiyekirin û bê bandorkirin. 

Hemû hişyarî û pêşniyarên Ocalan, yên pêşîgirtina vê siyaseta li ser gelan, ji aliyê hêzên desthilatdar yên li herêmê ji nedîtî ve hatin. Ne tenê desthilatdarên li herêmê her weha hêzên demokrat û pêşverû jî, hişyarî û bangên Ocalan û Tevgera Azadiya Gelê Kurd nebirin xwe û bi erka xwe ranebûn. Li aliyekî hewldan û kiryarên têkbirina îradeya azad a Ocalan, li aliyê din jî xûrtkirin û gurkirina şerê li tevahiya li herêmê. 

Ji wê demê heya niha, bi sedhezaran kes hatin kuştin, bi milyonan kes ji cih û warê xwe qut bûn û wêraniyek mezin bi ser herêmê de hat. Gel, netew, civak û bawerî ji hevdû re kirin neyar û bingeha jiyana hevbeş ji holê hat rakirin. Tevî hemû tecrît, êriş û şerê psîkolojîk ê li Îmraliyê û bêderfetiya heyî jî, Ocalan  ket nav hewldana ku perspektîf û hişyariyên xwe bigihînê Tevgera Azadiyê û gelan. Heke bang û hişyariyên Rêber Apo wekî tê xwestin li ber çav bihatana girtin û pêk bihatina, rewş wê ne wek a îro bûya.  

'EGER GUH BIDAN BANG Û HIŞYARIYÊN OCALAN, WÊ LI ŞENGALÊ KOMKUJÎ Û QIRKIRIN NEBÛYA'

Wek civaka Êzîdî û pêşengê wê, em jî li gorî hişyarî û bangên Ocalan ên derbarê xeterî û metirsiya li ser Şengalê tevnegeriyan û me rêbazê parastina civaka xwe neafirindin û bi cih neanîn. Eger me li gora hişyariyên Ocalan siyaset kiribûya û mekanîzmeya parastinê bêxista dewrê, wê pêşiya komkujiyên 14'ê Tebaxa 2007'an li Sîba Şêx Xidir û Til Izêr û jenosîda 3'ê Tebaxa 2014'an a Şengalê bihata girtin. Ji ber ku beriya 14'ê Tebaxa 2007'an û 3'ê Tebaxa 2014'an Ocalan bal kişandibû ser xeteriya li Şengalê û civaka Êzîdî û gotibû divê civaka Êzîdî xwe biparêze. 

'BI DÎLGIRTINA OCALAN RE DAÎŞ Û DÎKTATOR ERDOGAN HATIN BIHÊZKIRIN'

Di encama siyaseta hêzên hegemonîk û emperyal de ku bi dîlgirtina Ocalan re, li Rojhilata Navîn kirin meriyetê, hêzên herî faşîst û hov yên sadsala 21'an hatin afirandin û rê ji wan re hat vekirin. DAÎŞ hemû hêzên terorîst ên li herêmê û dîktator Erdogan di encama vê siyasetê de derketin û bi hêz bûn. Encama vê siyaseta xelet, ne tenê bandora xwe li herêmê kir, ev siyaseta qirêj bûn bomba û teqîn li gelek navendê welatên rojavayî jî. Bi sedan kesê Ewropî bûn qurbaniyê siyaseta şaş û xelet a desthilatdaran xwe. Bi milyonan qurbaniyên ji Rojhilata Navîn, ji ber vê siyaseta xelet îro ji neçarî berê xwe dane dinyayê û van welatan bicih bûne.  

'JIYANA AZAD Û HEVBEŞ A GELAN NIHA TENÊ LI ŞENGALÊ Û BAKUR-ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ HEYE'

Di nava van 22 salên dawî de, tevî şerê li Rojhilata Navîn, tecrîd û esareta ku Ocalan di nav de ye jî, mirov dikare bêje ku tenê li cih û herêmên ku Tevgera Azadiya Gelê Kurd a ku xwe bi raman û felsefeya wî birêxistin kiriye, jiyana hevbeş a li ser hîmê azadî, wekhevî û demokrasiyê tê jiyîn. Îro li tevahiya Rojhilata Navîn, tevî hemû êrişên Dewleta Tirk, DAÎŞ, hêzên paşverû yên li herêmê û hêzên hegemonîk jî, tenê gel û bawerî li Bakur-Rojhilatê-Sûriyê û Şengalê bi hev re di nav avakirina jiyanek azad û hevbeş de ne. 

'KOORDÎNASYONA CIVAKA ÊZIDÎ YA LI EWROPAYÊ BI HEMÛ HÊZA XWE TEVLÎ PÊNGAVA JI BO AZADIYA OCALAN DIBE'

Ji bo avakirina jiyana hevbeş li tevahiya Rojhilata Navîn û Kurdistanê, divê demildest dawî li tecrîd û dîlgirtina Ocalan bê anîn. Heya Rêber Apo dîlgirtî be, wê hêviya jiyana azad, wekhev û demokrasiyê jî dîlgirtî be. Li ser vî esasî, em wek Koordînasyona Civaka Êzîdî li Ewropayê, kampanya û pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Ocalan bi wate û nirx dibînin û bi hemû hêza xwe tevlî dibin. Ev berpirsyariya me ya dîrokî li hember hemû cangoriyên Êzîdxan, Kurdistan, mirovahiyê, qurbaniyên 73 fermana ye. Wek Koordînasyon û civak bi taybetî jî rexnedayîna me ya li hember hemû qurbaniyên 14'ê Tebaxa 2007'an, 3'ê Tebaxa 2014'an, Mam Zekî Şengalî, Fermandar Zerdeşt Şengalî, Şervan Cîlo, Hemîd û Êzdîn hemû cangoriyên Xweseriya Şengalê ye.

Bi serketina pêngava azadiya Ocalan û bi dawîanîne dîlgirtin û tecrîda li ser wî û bicihkirina raman û felsefeya wî, wê jiyanek û siberojek azad li Kurdistan û Êzîdxanê pêkan be. 

Di vê çarçoveyê de em bangî tevahiya civaka Êzîdî, hemû Kurdistanî û dostên wan dikin ku tevlî pêngava azadiya Ocalan bibin û pêşî li hişmendiya qirker, faşîst û nijadperest bigrin. Azadiya Ocalan wê rê li pêşiya mirina bi milyonan kesî bigre û nehêlê ku tiştê di şerê yekemîn û duyemîn ê cîhanê de hatî serê mirovahiyê carek din dubare bibe."