Çîroka dirûşma 'Ev der Heftanîn e'

Berxwedana "Cenga Heftanînê" ya li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk tê meşandin, bi gotina "Ev der Heftanîn e" li nava raya giştî ya Kurd û cîhanê deng veda. Çîroka vê gotinê heye.

Ew çîrok bû dirûşma Cenga Heftanînê. Gerîlayê HPG'ê Tolhildan ji erdê heta ezmên mîna ku li ber xwedayan hemûyan rabe digot, "Ev der Heftanîn e."

Dirûşma "Ev der Heftanîn e" êdî bûbû dengê tevahiya qadê. Ev dirûşm gotina destpêkê ya gerîla Tolhildan bû, dema ku li dijmin rast hat.

Bi vê dirûşmê re rêveçûna berxwedana Heftanînê diyar bûbû.

Nexşeya şêweyê şerê gerîla, şêweyê berxwedanê û rê û rêbaza serketinê bû. Ji ber ku dengê gerîla Tolhildan ruhekî êrişê afirandibû ku erd û ezman hejand.

JI FERMANDAR ÇIYAGERAN HETA GERÎLA TOLHILDANAN...

Di navbera salên 2015-2016'an de li navçeya Sûrê ya Amedê, bi berxwedana xwerêveberiyê ya ji 105 rojî ku komuna Parîsê jî li pey xwe hişt, şervanên bi fermandariya Fermandar Çiyager, dema ku bihîstin ku dagirker wê êriş bikin gotin,'Ka bila bên'. Bi vî rengî xeta xwe destnîşan kirin.

Ciwanên Kurdistanê bi berxwedanê nîşan didin ku ev xet wê bi çi rengî bi ser bikeve. Bi dengê gerîla Tolhildan eşkere bû ku kîjan asta berxwedanê wê serketinê biafirîne.

Ji ber ku di rêya ku gerîla Tolhildan li ser bû, êrişa bi neheqî ya li dijî kesî tune bû, dagirkirina xaka kesî tune bû, zalimtî tune bû. Ev rê ew rê bû ku bi rengekî bi rûmet bijî, bi baweriyê şer bike, rêya bedewiya bi şer bû. Tolhildan jî bêhtir wate dabû vê rêyê.

Gerîla Tolhildan digot, "Ez; bi navê milîtanekî ku xwe fedayî doza bi rûmet a azadiyê kiriye, destûrê nadim ku tu bikeve nava xaka min. Xwîna li ser vê xakê hatiye rijandin, bîranînên li ser vê xakê, çîrokên li her kevir û dareke vê xakê wê destûrê nedin we, wê nehêlin ku hûn binpê bikin."

Ev çîrok vegotina vê rastiyê ye, dengê gerîla Tolhildan bû dengê Cenga Heftanînê. Dengê "Ev der Heftanîn e" yê gerîla Tolhildan gihîşt her dagirkerê hatiye Heftanînê.

Gerîla Tolhildan di 25'ê Nîsana 2020'an de li qada Şehîd Kendal a Heftanînê tevî sê hevalên xwe êriş birin ser dagirkeran. Li qada cengê li dijî dagirkeran şer kir û şehîd bû.