4 welatan DAÎŞ'iyên di dest YPG'ê de xwestin

Hate diyarkirin di operasyonên ser çeteyên DAÎŞ'ê de yên ji Endonezya, Rûsya, Fas û Sûdanê, ku YPG'ê ew sax gritine, ji hêla welatan ve bi fermî ji rêveberiya Rojava hatine xwestin.

Yekîneyên taybet ên YPG'ê heta niha bi operasyonên ku li bakurê Sûriye kirine, ji 2700'î zêdetir DAÎŞ'iyên ku girtine, li girtîgehên Rojavayê Kurdistanê têne hiştin. Ji van ji 800'î zêdetir piranî jê yên welatên rojavayî, welatiyên 46 dewletên cuda ne. Rêveberiya Rojava ev demek e bang dikir ku DYE, Fransa û Elmanya bikeve dewrê û darizandina DAÎŞ'iyên biyanî bigire ser xwe.

Berpirsê Karê Derve yê PYD'ê Salih Muslim yek ji yek ji rojnameya navedar a Avûstûryayê re axivî, ev bang dubare kir, got, DAÎŞ'yên biyanî yên di dest wan de, ji hêla welatên wan ve divê werin standin û darizandin. Muslum got, îdîa hene ku dema dewleta Tirk êrîşê bîne ser bakurê Sûriyê DAÎŞ'iyên ku di girtîgehan de wê hewl bidin birevin, di dest wan de ne û domand:

''Çeteyên DAÎŞ'ê ku yên welatiyên welatên biyan ên di dest me de, ji çar aliyên cîhanê hatine  û li ser xaka Kurdan êrîşên hovane kirin. Di têkoşîna dijî van çeteyan de me berdêlên giran dan û me hin ji wan sax girtin, divê welatê wan, wan bibe û darizîne.''


'NY JI BO DAÎŞ'IYÊN LI GIRTÎGEHAN DIVÊ TEVBIGERE'

Li gorî agahiyên  ku Muslim dane, heta niha Endonezya, Rûsya, Fas û Sûdan DAÎŞ'iyên ku li girtîgehên Rojavayê Kurdistanê girîne, xwestine. Bal kişande ser wê ku di nav van dewletan de welatên endamê YE'yê nîn in û Muslim xwest Neteweyên Yekbûyî tevbigerin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê jî ragihandibû, bi çarçoweya Pêngava Bagera Cizîrê ya li bajarokê Hecinê û derdora wê ya Dêrazorê, 8 DAÎŞ'iyên welatiyên Ozbekîstanê, Tacîkîstan, Kazakîstan, Ukrayna, Rûsya û Elmanyayê sax girtine.

Medyaya Elman bi berfirehî cih dabû wê ku DAÎŞ'iyekî nû yê welatiyê Elman ketiye destê YPG'ê. Diyar bûbû ku derbarê DAÎŞ'î yê bi navê Lucas Glab yekîneyên ewlehiyê yên Elman ji 2016'an û vir ve ji ''endamtiya rêxistina terorê'' lêpirsîne vekirine. Her wiha ji bilî Lucas Glab li ser 14 welatiyên din ên Elman jî, yên di dest YPG'ê ne, lêpirsîna serdozgeriya federal heye.

Lê balkêş e ku heta niha ev DAÎŞ'î ji rêveberiya Rojava nehatine xwestin. Endamên çeteyan ên navborî ev demeke bang li hikûmeta  Elman a federal a bi serokwezîriya Merkel dikin. Rêveberiya Berlînê jî tenê gotibû ji bo ku welatiyên navbroî bînin Elmanyayê ew li ser vebijêrkan dixebitin.