4 çete radestî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku 4 çeteyên ‘Mertala Firat’ (Fırat Kalkanı) xwe radet kirine.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku 4 çeteyên Mertala Firatê xwe radest kirine.

Li gorî agahiyên Meclîsa Leşkerî li ser malpera xwe dane navê kesên xwe radest kirine wiha ne:

Ji gundê Merûsa yê Cerablûs, Xelîl Mihemed Ilewî Ebû Lel El Dûmanî

Ji herêma Meskena ya Helebê Hemed El Şex Ebdo (Ebû Mûsa)

Ji bajarokê Sirîn ê Kobanê Hesen Elî (Sînan)

Ji gundê Qebe yê Kobanê Îbrahîm Mihemed Şêx Osman.

Çeteyên ku radest bûne anîn ziman ku ji ber talan, êrîşên sivîlan, bi taybet qetilkirina sivîlan ên li Efrînê yên ji aliyê çeteyan ve û êşkenceyê ji çeteyên ‘Fırat Kalkanı’ reviyan e, xwe radest kirine.

Çeteyên ku xwe radest kirine bang li çeteyên din kirin ku xwe radest bikin.