ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Efrîn-Şehbayê mehekê nêzî hezar carî êrîş hate kirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) diyar kir ku di nava meha Sibatê de dewleta Tirk a dagirker nêzî hezar carî êrişî herêma Efrîn-Şehbayê kiriye. -
Di êrîşên li ser Efrîn û Şehbayê de jineke ciwan birîndar bû
Hat ragihandin ku di êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Kantona Efrîn û Şehbayê de jineke ciwan birîndar bû. -
Koçberî ji mejiyê xwe avêt, ji bo zarokan cihek amade kir
Ciwan Yûnis ê ji bajarê Amûdê diyar kir ku heke cih û warê xwe terk bikin wê dijmin dagir bike û got: “Ji ber vê yekê min koçberî ji mejiyê xwe avêtiye. Ji bo zarok bikenin min cihê lîstikê ji wan re çêkiriye.” -
Cenazeyên şehîdên Sotoro bi girseyî hatin veşartin
Cenazeyên 3 şehîdên Hêzên Sotoro yên ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn, ji aliyê gelên Dêrîk û Girkê Legê ve hatin veşartin. -
Dewleta Tirk êrîşî Şêrawa kir: Leşkerekî Şamê mir
Dewleta Tirk a dagirker 2 gundên girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê bombebaran kir. Di êrîşê de leşkerekî Şamê mir. -
HRW: Li herêmên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin her tişt bi zora çekê tê kirin
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) da xuyakirin, ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê “berpirsê binpêkirin û sûcên şer e.” -
Li Şehbayê di êrişa dewleta Tirk de gundiyek hate qetilkirin
Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê Tehan ê herêma Şehbayê barand. Di encamê de gundiyek qetil kir, zarokek jî birîndar kir. -
Ji bo veşartina cenazeyê dayika xwe çû Efrînê, 2 sal û nîvan ew xistin zindanê
Ciwanekî ji Efrînê yê bi navê Mihemed, ji ber ku xwest derbasî Efrînê bibe û cenazeyê dayika xwe veşêre, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi 2 sal û nîvan hate zindanîkirin. -
Li Minbicê bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
Li Kantona Minbic a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. -
'Şehîd Bîşeng Brûsk û Sara Hogir Riha çavkaniya me ya hêzê ye'
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekîtiya Jinên Ciwan li Qamişloyê gerîlayên azadiyê yên şehîd bûn Bîşeng Brûsk û Sara Hogir Riha bi bîr anîn. -
Xelkê Kobanê li dijî êrîşên dagirkeriyê daket qadan
Bi sedan ji şêniyên Kantona Firatê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan. -
Li Dêrikê di êrîşê de 3 şervan şehîd bûn
Hate ragihandin ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de ya li Dêrikê bi SÎHA li hemberî 4 wesayitan pêk anî, sê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî şehîd bûne. -
'Em ê li ser xeta şehîdên xwe li ber xwe bidin'
Şêniyên Qamişloyê ji bo bîranîna Şehîd Sara û Bîşeng meşiyan û diyar kirin ku ew ê ti carî serî li ber dijmin netewînin û heta dawiyê li ber xwe bidin. -
Dewleta Tirk a dagirker li Dêrikê bombe li 4 wesayîtan barand - NÛ BÛ
Dewleta Tirk a dagirker li herêma Dêrikê ya kantona Cizîrê êrîşî 4 wesayîtan kir. -
Li Cizîrê Şêx Murşid serdana Mala Êzidiyan kir
Şêx Murşid Maşûq El Xeznewî tevî şandeyek ji Kongreya Îslama Demokratîk serdana Mala Êzidiyan a li kantona Cizîrê kir û diyar kir ku Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava pêkhateyan de bawerî çand. -
Komxebata 'Bi Tezên Azadiyê Şoreşa Jinê' li Tebqayê hat lidarxistin
Akademiya Jineolojiyê û Akademiya Zanistên Civakî di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêk Kurd re çareseriya siyasî” li Tebqayê bi sernavê “Bi Tezên Azadiyê Şoreşa Jinê” komxebatek li dar xist. -
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Firatê konferansa xwe ya 3'emîn li dar xist
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Firatê konferansa xwe ya 3'emîn li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê li dar xist. -
MSD’ê êrîşa li ser navenda xwe şermezar kir
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) êrîşa li ser navenda xwe ya li Qamişloyê şermezar kir û got: “Heta ku îstikrara siyasî ya li Sûriyeyê pêk tê, em ê têkoşîna xwe bidomînin.” -
‘Stûna sereke ya şoreşê ziman e’
Ji bo fêrbûna zimanê xwe yê dayikê tevlî perwerdeya zimanê Kurdî dibin û êdî bi rehetî fêrî zimanê xwe dibin. -
Li dijî navenda MSD’ê êrîş pêk hat
Li dijî navenda MSD’ê ya li Qamişloyê êrîş pêk hat. -
Çeteyan li Efrînê kesekî din revandin
Hat ragihandin ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li navçeya Raco ya Efrînê kesekî din revandin. -
Nasnameya şehîdekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate eşkerekirin
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku ji endamên wan Şahêr El Sultan li Dêrazorê şehîd bûye. -
Li Til Temirê bîranîna şehîdan
Li navçeya Til Temirê ya kantona Cizîrê 111 cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn. -
Dewleta Tirk li Efrînê kesek revand, dest danî ser wesayita wî
Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê kesekî din revand û dest danî ser wesayita wî. -
Li Kobanê têkildarî erdheja li Gemlîkê daxuyanî
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê diyar kir ku ew têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikar in û divê tavilê agahî jê bê girtin.