ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Egîd Roj: Çar parçeyên Kurdistanê ji bo Efrînê şer kir
Yek ji şahidên Berxwedana Serdemê ya 2018'an rojnamevan Egîd Roj got, "Hêviya Rêber Apo ya 50 salan ku dixwaze çar parçeyên Kurdistanê bigihîne hev, li Efrînê pêk hat. Ji ber ku li Efrînê xwîna Kurdên ji çar parçeyan rijiya." -
‘HRE li gorî hemû yasayên navneteweyî rewa ye’
Parêzer Cibraîl Mistefa diyar kir ku HRE bi hemû operasyonên xwe, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dike hedef û got: "Li gorî Hevpeymana Cinêvê ya çerem; mafê her gelekî ye ku çarenivîsa xwe diyar bike û li dijî hêzên dagirker şer bike." -
Li Efrînê kesek din jî hate revandin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Şera ya Efrînê kesê bi navê Seydo Omer (42) revand. -
Dagirkeran zêdeyî 3 hezar kes li Girê Spî bi cih kirin
Dewleta Tirk a dagirker di meha Sibatê de li Girê Spî ya dagirkirî zêdeyî 3 hezar kez bi cih kirin. -
HRE: 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin
HRE’yê li Efrînê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakiyek lidar xist. Di çalakiyê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin. -
Îsraîlê yekemcar êrîş bir ser bajarekî peravî yê Sûriyeyê
Îsraîlê êrîşeke hewayî bir ser bajarokê Banyasê yê Sûriyeyê. Hate ragihandin ku endamek ji koma alîgirê Îranê hatiye kuştin. -
Li Efrîn-Şehbayê mehekê nêzî hezar carî êrîş hate kirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) diyar kir ku di nava meha Sibatê de dewleta Tirk a dagirker nêzî hezar carî êrişî herêma Efrîn-Şehbayê kiriye. -
Di êrîşên li ser Efrîn û Şehbayê de jineke ciwan birîndar bû
Hat ragihandin ku di êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Kantona Efrîn û Şehbayê de jineke ciwan birîndar bû. -
Koçberî ji mejiyê xwe avêt, ji bo zarokan cihek amade kir
Ciwan Yûnis ê ji bajarê Amûdê diyar kir ku heke cih û warê xwe terk bikin wê dijmin dagir bike û got: “Ji ber vê yekê min koçberî ji mejiyê xwe avêtiye. Ji bo zarok bikenin min cihê lîstikê ji wan re çêkiriye.” -
Cenazeyên şehîdên Sotoro bi girseyî hatin veşartin
Cenazeyên 3 şehîdên Hêzên Sotoro yên ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn, ji aliyê gelên Dêrîk û Girkê Legê ve hatin veşartin. -
Dewleta Tirk êrîşî Şêrawa kir: Leşkerekî Şamê mir
Dewleta Tirk a dagirker 2 gundên girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê bombebaran kir. Di êrîşê de leşkerekî Şamê mir. -
HRW: Li herêmên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin her tişt bi zora çekê tê kirin
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) da xuyakirin, ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê “berpirsê binpêkirin û sûcên şer e.” -
Li Şehbayê di êrişa dewleta Tirk de gundiyek hate qetilkirin
Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê Tehan ê herêma Şehbayê barand. Di encamê de gundiyek qetil kir, zarokek jî birîndar kir. -
Ji bo veşartina cenazeyê dayika xwe çû Efrînê, 2 sal û nîvan ew xistin zindanê
Ciwanekî ji Efrînê yê bi navê Mihemed, ji ber ku xwest derbasî Efrînê bibe û cenazeyê dayika xwe veşêre, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi 2 sal û nîvan hate zindanîkirin. -
Li Minbicê bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
Li Kantona Minbic a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. -
'Şehîd Bîşeng Brûsk û Sara Hogir Riha çavkaniya me ya hêzê ye'
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekîtiya Jinên Ciwan li Qamişloyê gerîlayên azadiyê yên şehîd bûn Bîşeng Brûsk û Sara Hogir Riha bi bîr anîn. -
Xelkê Kobanê li dijî êrîşên dagirkeriyê daket qadan
Bi sedan ji şêniyên Kantona Firatê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan. -
Li Dêrikê di êrîşê de 3 şervan şehîd bûn
Hate ragihandin ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de ya li Dêrikê bi SÎHA li hemberî 4 wesayitan pêk anî, sê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî şehîd bûne. -
'Em ê li ser xeta şehîdên xwe li ber xwe bidin'
Şêniyên Qamişloyê ji bo bîranîna Şehîd Sara û Bîşeng meşiyan û diyar kirin ku ew ê ti carî serî li ber dijmin netewînin û heta dawiyê li ber xwe bidin. -
Dewleta Tirk a dagirker li Dêrikê bombe li 4 wesayîtan barand - NÛ BÛ
Dewleta Tirk a dagirker li herêma Dêrikê ya kantona Cizîrê êrîşî 4 wesayîtan kir. -
Li Cizîrê Şêx Murşid serdana Mala Êzidiyan kir
Şêx Murşid Maşûq El Xeznewî tevî şandeyek ji Kongreya Îslama Demokratîk serdana Mala Êzidiyan a li kantona Cizîrê kir û diyar kir ku Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava pêkhateyan de bawerî çand. -
Komxebata 'Bi Tezên Azadiyê Şoreşa Jinê' li Tebqayê hat lidarxistin
Akademiya Jineolojiyê û Akademiya Zanistên Civakî di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêk Kurd re çareseriya siyasî” li Tebqayê bi sernavê “Bi Tezên Azadiyê Şoreşa Jinê” komxebatek li dar xist. -
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Firatê konferansa xwe ya 3'emîn li dar xist
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Firatê konferansa xwe ya 3'emîn li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê li dar xist. -
MSD’ê êrîşa li ser navenda xwe şermezar kir
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) êrîşa li ser navenda xwe ya li Qamişloyê şermezar kir û got: “Heta ku îstikrara siyasî ya li Sûriyeyê pêk tê, em ê têkoşîna xwe bidomînin.” -
‘Stûna sereke ya şoreşê ziman e’
Ji bo fêrbûna zimanê xwe yê dayikê tevlî perwerdeya zimanê Kurdî dibin û êdî bi rehetî fêrî zimanê xwe dibin.