ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Henan ê ji Efrînê: Em ê berxwedanê dewam bikin
Elî Henan ê ji Efrînê got, hewl tê dayin ku jiyan li wan bê herimandin û destnîşan kir ku wê berxwedana xwe dewam bikin. -
Çeteyên Tirk li Minbicê sivîlek qetil kir
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Minbicê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwediyê Xwaringeha Şehbender Elî Cemal El Şêxanî El Nîfî li pêş xwaringehê qetil kir. -
Karwanê ji bo veguhestina gelê li Minbicê ketibû rê hat astengkirin
Wesayît û ambulansên ku ji bo veguhestina gelê li Minbicê maye derketibû rê, ji aliyê komên çete û dewleta Tirk ve hatin astengkirin. -
Xelkê Şedadê cenazeyên 2 şehîdên xwe veşartin
Xelkê Şedadê yê kantona Cizîrê cenazeyên 2 şervanên QSDˋê şehîd Mihemed Nûr El Ehmed û Eymen El Serhan veşartin. -
Ji dewleta Tirk a dagirker sewqiyateke zêde
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Artêşa Millî ya Sûriyeyê sewqiyatê li sînorê Kobanê û Qereqozax dike. -
Cenazeyên 6 şehîdan li Kobanê hatin veşartin
Li Kobanê bi merasîmeke bi heybet cenazeyên 6 şehîdan hatin veşartin. Di merasîma şehîdan de soza şopandina rêya şehîdan û soza tolhildanê hat dayîn. -
Li Qamişloyê bi hezaran kesan şehîdên xwe spartin axê
Li Qamişloyê bi hezaran kes beşdarî merasîma veşartina cenazeyên 5 şehîdan bûn. -
Li Hesekê cenazeyên 5 şehîdan hatin veşartin
Xelkê Hesekê cenazeyên 5 şehîdan li Pakrawangeha Şehîd Dijwar veşartin. -
Di encama êrîşên dagirkeriyê de av û kehrebe li ser Kantona Firatê qut bûye
Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Tişrîn û Qereqozaxê de, li Kobanê û gundewarên wê av û kehrebe qut bûye. -
‘Rêveberiya Xweser bingeha avakirina Sûriyeyeke demokratîk e’
Bedran Çiya Kurd got, “Em hêvîdar in ku di pêşerojê de wê Sûriye bibe Sûriyeyeke demokratîk. Li ser wê bingehê em berxwedaniya gelên Sûriyeyê silav dikin û soza xebata ji bo gel didin.” -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya 3 şervanên ku li Pira Qereqozaxê şehîd bûne, eşkere kir. -
Li eniya Bendava Tişrînê rewşa dawî
Me dîmenên rewaş dawî ya li eniya Bendava Tişrînê girt. Bendav di bin kontrola Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û şervanên QSD’ê de ye. Ji ber êrîşên çeteyên Artêşa Millî ya Sûriyeyê, dibe ku bendav biteqe. -
HAT’ê nasnameya 5 şervanên xwe eşkere kir
Hêzên Taybet ên HAT’ê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameyên 5 şervanên xwe ku di berxwedana li hemberî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Minbic û gundewarê wê şehîd bûne, eşkere kirin. -
Li Helebê cenazeyên 5 şehîdan hatin veşartin
Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê cenazeyên 5 şehîdên xwe veşartin. Her wiha nasnameyan 5 şehîdên din jî hatin ragihandin. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Salih El Şêx hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Salih Omer El Şêx li Til Temirê bi merasîmekê hate veşartin. -
Ji leşkerên Îsraîlê re fermana ‘Zivistanê li Sûriyeyê bin’ hate dayîn
Piştî geşedanên li Sûriyeyê, ji leşkerên Îsraîlê ên li Çiyayê Hermonê re ferman hate dayîn ku zivistanê li Sûriyeyê derbas bikin. -
Şêniyên kantona Firatê cangoriyên xwe spartin axê
Bi hezaran kes ji şêniyên kantona Firatê bi merasîmeke girseyî cangoriyên xwe li goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê spartin axê. -
Li bendava Tişrîn û pira Qereqozaxê 210 çete hatin kuştin
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku di nava 3 rojên dawî de li bendava Tişrînê û pira Qereqozaxê 210 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin, 39 wesayitên leşkerî û tank hatin rûxandin, 5 balafirên bêmirov hatin xistin. Di şer de 8 şervan şehîd bûn. -
‘Berxwedaniya me ji bo vegera Efrîn e’
Raniya Mihemed da zanîn ku ew ê van zehmetiyan derbas bikin û ji bo vegera Efrîn têkoşîna xwe mezin bikin û got: “Berxwedaniya me ji bo vegera Efrîn e.” -
'Em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin'
Şîrîn Îbîş a ji Efrînê ku ji ber êrîşên çeteyên dewleta Tirk neçar ma cara duyemîn koç bike, anî ziman ku wê hêviya xwe ti carî winda nekin, bi berxwedanê bi ser bikevin û got, "Ji ber ku ev war, warê me ye." -
121 hezar kesên bi zorê hatin koçberkirin li herêma ewle ne
Şêxmûs Ehmed anî ziman ku 25 hezar malbat, yanî 121 hezar kes ji kantona Efrîn-Şehbayê li herêmên Rêveberiya Xweser hatin bicihkirin û bang li Netewen Yekbûyî û saziyên din kir ku piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser. -
Nasnameya 2 şervanên li Dêrazorê şehîd bûn hate ragihandin
Meclîsa Leşkerî ya Hecînê ragihand ku şervanên wan Mihemed Xêr Salih El Ferêh û Ehmed Mihemed El Mela li Dêrazorê şehîd bûn. -
Rûspiyên eşîran: Em li gel QSD’ê ne
Rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb ên beşdarî Desteya Rûspiyan a Kantona Cizîrê bûn destnîşankirin ku çareserî wê bi diyaloga navxweyî pêkan e û diyar kirin ku ew li gel QSD’ê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk in. -
Xelkê Minbicê li dijî çeteyên Erdogan daketin qadan
Xelkê li Minbicê ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî xwepêşandan li dar xist. -
Di gulebarana ser gelê Reqayê de herî kêm 43 kes birîndar bûn
Li Reqayê dema al dihat daliqandin, komek gule li Hêzên Ewlekariya Hundirîn û kesên derdorê barandin. Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn provokasyona birîndarkirina 43 kesan şermezar kir û banga hişyariyê li gel kir.