ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Di ser komkujiya li Şaredariya Gel a Qamişloyê 10 sal derbas bûn
Êrîşa ku DAÎŞ'ê di 11'ê Adarê de bir ser Şaredariya Gel a Qamişloyê 10 sal li pey xwe hişt. Hevşaredara wê demê Sema Bektaş qala wê rojê kir; Endamê Komîteya Ekolojiyê û Şaredariya Gel a Qamişloyê Mesût Yûsûf jî qala karên 2023'an kir. -
Dagirkeran li Efrînê 2 kesên din revandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 2 kes revandin. -
Dewleta Tirk bombe li Şehbayê barand: 2 kes birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran bombe li gundê Şêx Îsa barand. Di êrîşê de 2 kes birîndar bûn. -
YPJ’ê 8’ê Adarê roja berxwedan û raperînê li tevahiya jinên têkoşer pîroz kir
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi wesîleya 8’ê Adarê hemû şehîdên şoreşa azadiya jinê bibîr anî û peyama bilindkirina têkoşîna azadiyê da. -
Dewleta Tirk li Efrîn û Cerablusê 14 welatiyên din revandin
Dewleta Tirk ku li xakên dagirkirî rejîmeke terorê ava kiriye, di rojên dawî de li Efrîn û Cerablusê 14 kes revandin. -
Li Kobanê bi boneya 8'ê Adarê gorên şehîdan hatin ziyaretkirin
Li Kobanê di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de îro li goristana Şehîd Dicle ya li başûrê Kobanê şehîd hatin bibîranîn û li ser gorên şehîdan find hatin pêxistin. -
Li Minbicê êrîşa balafira bêmirov: 2 kes birîndar bûn
Artêşa Tirk a dagirker bi balafira bêmirov bombe li gundê Hoşeriyê yê bakurê Minbicê barand; yek jê bi giranî 2 kes birîndar bûn. -
Dewleta Tirk li Minbicê gundiyek birîndar kir
Dewleta Tirk a dagirker careke din bombe li gundên Minbicê barand. Di encamê de kesek birîndar bû. -
Şehîd Ferhan Hacî hate oxirkirin
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şehîd Ferhan Hacî bi merasîmeke girseyî hate oxirkirin û kesên beşdarî merasîmê bûn tekez kirin ku ew ê li ser xeta şehîdên xwe têbikoşîn. -
‘Em ê xwedî li mîrateya jinên têkoşer derkevin’
Nûçegînana Jin TV’yê Xeznê Celal bi wesîleyê 8’ê Adarê got, “Weke rojnamevanên jin, ji bo ku em xwedî li mîrateya jinên têkoşer û jinên ku di kargehan de hatin şewitandin derkevin, têkoşîna me berdewam dike.” -
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê êrîşa çeteyan li a li ser Seyade têk bir
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundê Seyade yê Minbicê kir. Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersivek xurt da êrîşê û êrîş têk birin. -
SOHR: Di êrîşa DAÎŞ’ê de 18 kes hatin kuştin
SOHR’ê ragihand ku çeteyên DAÎŞ’ê li başûrê Dêrezorê êrîşî kesên ku kuvark berhev dikirin kirin û di encama êrîşê de 18 kes hatin kuştin. -
Dewleta Tirk li Efrînê 4 xwendekar revand
Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê çar xwendekar revand. -
Dagirkeran 2 gundên din ên Şehbayê bombebaran kirin
Dewleta Tirk a dagirker 2 gundên din ên Kantona Şehbayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir. -
Balafira bêmirov gundê Şêx Îsa bombebaran kir
Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê Şêx Îsa yê navçeya Til Rifet barand. -
Cebhet El Ekrad li Minbicê droneke kamîkaze xist xwarê
Tûgaya Siwar Idlib a Hêzên Cebhet El Ekrad li gundê Boyêhic ê Minbicê droneke kamîkaze xist xwarê. -
Li 5 navendên Kantona Cizîrê meşên 8’ê Adarê hatin lidarxistin
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li 5 navendên Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê meş hatin lidarxistin. -
Dewleta Tirk gundên Minbicê bombebaran kir
Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov û obusan du gundên Minbicê bombebaran kir. -
Leyla Waşûkanî: Azadiya Rêber Apo azadiya tevahiya jin û civakê ye
Fermandarên YPJ’ê Leyla Waşûkanî bi wesîleya 8’ê Adarê bang li hemû jinan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna xwe mezintir bikin û got, “Azadiya Rêber Apo azadiya tevahiya jin û civakê ye.” -
Şervanên YPG/YPJ’ê: Sedsala 21’emîn ew ê bibe ‘Sedsala Jinê’
Şervanên YPG/YPJ’ê û Gaziyên şer bi wesîleyê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê gotin, “Di roja îro de li her çar aliyên cîhanê jin di eksena paradîgmaya Rêber Apo de kombûne û bi vê hêzê re li dijî zîhniyeta desthilatdar têdikoşin.” -
20 milyon hebên kaptagonê ji Tartûsê derbasî Mînbîcê bûne hatin desteserkirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Minbicê li dijî depoyên madeyên hişbirê operasyonek li dar xist û 20 milyon hebên kaptagonê desteser kirin. -
Cenazeyê şehîd Nîzamedîn Silêman hate veşartin: Em ê xeyalên wî pêk bînin
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Nîzamedîn Silêman hate veşartin. Birayê şehîd wiha got: “Em ê têkoşîna wan berdewam bikin heta ku armanc û hêviyên wan pêk bînin.” -
Operasyona Ewlehiyê: Hêzên Ewlekariya Hundirîn 47 çete girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî şaneyên çeteyên DAÎŞ’ê û rêxistinên sûcan operasyona ewlehiyê da destpêkirin. Di operasyonê de 47 kes hatin binçavkirin, gelek çek û madeyên hişbir hatin desteserkirin. -
Li başûrê Hesekê operasyona li dijî çeteyan
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li başûrê Hesekê li dijî çeteyan operasyoneke ewlekariyê ya berfireh dan destpêkirin. Hate ragihandin ku gelek çete hatine girtin. -
'Xewn û xeyalê pêşiyên me pêk hatin'
Xwendekar û mamosteyên zanîngeha Kobanê, diyar kirin ku wan bi du mamosteyan dest bi perwerdehiyê kirine, îro bi hezaran mamoste, xwendekar û dibistan hatine avakirin û gotin, “Xewn û xelayê pêşiyên me pêk hatin.”