ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Gundên Şera û Şêrewa hatin bombekirin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Şera û Şêrewa yên Efrînê dan ber topan. -
Ebdî bi rûspiyên herêmê re civiya
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî bi Komîteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re civiya. Di civînê de bûyerên li herêmê rû didin hatin nîqaşkirin. -
Li Ezazê li şûna Lîreyê Sûriyeyê TL tê bikaranîn
Li herêmên cuda yên Sûriye hatîn dagirkirin, dewleta Tirk a xebatên ‘Tirkkirinê’ bilez û bez dikin, li Ezazê bikaranîna lîreyê Sûriyeyê qedexe kirin. -
92 rêxistinên Sûrî: Divê mafê Kurdan bê parastin
92 rêxistinên jinan û parêzvanên mafê mirovan ên Sûriye bi daxuyaniyeke hevpar daxwaza çareseriya krîzan kirin, bang kir ku mafê Kurdan divê bi destûra bingehîn bê parasitin. -
Li Şehbayê bi wesîleya Roja Mafên Mirovan daxuyaniyek hate dayîn
Li Kampa Serdem a Şehbayê saziya mafên mirovan bi wesîleya 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan daxuyaniyek da. -
Dewleta Tirk embara genim a jê vekişiyabû ji nû ve dagir kir
Dewleta Tirk a dagirker, embara genim a Şergirakê ku beriya niha jê vekişiyabû ji nû ve dagir kir. -
Li Kobanê komxebata yekîtiya neteweyî
Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê wê sibe li Kobanê komxebateke yekîtiya neteweyî pêk bîne ku tevî rewşenbîr, nivîskar, akademîsyenan wê nûnerên partiyên siyasî yên cuda jî tevlî bibin. -
Ehmê: Ji bo çareseriyeke mayînde em amadene bi hikûmeta Şamê re diyalogê bikin
Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye Lûqman Ehmê ku di Komîteya Darayiyê ya li Reqayê de axivî got: “Ji bo çareseriyeke her demî ya krîza Sûriyeyê, em amade ne bi hikûmeta Şamê re diyalogê bikin.” -
Cenazeyên şehîd El Kok û Abudullah li Minbicê veşartin
Cenazeyên şervanê QSD'ê Welîd El-Kok (Yarûb) û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ramî Abdullah ên dema erka xwe pêk dianîn şehîd bibû, bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Minbicê hatin veşartin. -
Li Tebqayê dagirkeriya Tirk hate şermezarkirin
Bi çalakiyekê li Tebqayê sûcên şer ên dewleta Tirk hatin protestokirin. -
Dagirker gundê Til Werdê bombe dikin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Til Werd ê bajarokê Zirgan a Serêkaniyê dide ber topan. -
Xwendekar û mamosteyên Efrîn û Şehba komkûjiya Til Rifatê şermezar kirin
Xwendekar û mamosteyên Efrîn û Şehbayê bi meşe û daxuyaniyekê ya li ber derê navenda leşkerî ya Rûsan a li Şehbayê komkujiya Til Rifat ku 8 jê zarok 10 sivîl şehîd bûbûn, şermezar kirin. -
QSD: Tevgera şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê zêde bûne
QSD’ê bi daxuyaniyekê encamên 24 saetên dawî yên êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê ragihand. -
Jinên Ereb li ber hêzên Rûs rabûn
Şêniyên Girê Spî li ber hêzên Rûs rabûn ku alîkarî bir gundê El-Asady û gotin, "Pêwîstiya me bi alîkariyê nîne, em dixwazin hêzên dagirker ji welatê me bên derxistin." -
Mexdûrên dagirkeriyê: Em dixwazin vegerin mala xwe
Malbata Ferîde-Ehmed ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan sê caran neçar man koç bikin, anî ziman ku ew dixwazin vegerin xaka xwe. -
'Piştgiriya ji bo YPG û YPJ'ê ji bo me cihê rûmetê ye'
Şervanê enternasyonalîst Serhat Tiqqun destnîşan kir, ji bo wan wezîfeyeke bi rûmet e ku di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de piştgirî dane hêzên YPG û YPJ'ê. -
Dewleta Tirk topan diavêje gundê Herbelê
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê topan diavêjin gundê Herbelê yê Şehbayê. -
Şehîd Îsmaîl Hesen li Reqayê hate veşartin
Şervanê QSD’ê Îsmaîl Hesen (Îsmaîl) yê ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbû li bajaroka Hikûmî ya Reqayê hate veşartin. -
QSD: Dagirker êrişî sivîlan dikin
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê der barê encamên êrişên roja 60'î yên dagirkeran ên li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir. -
Zarokên Efrînê gul li cihê hevalên xwe danîn
Zarokên Efrînê yên ku koçberî Til Rifatê bûne, li dibistanê gul danîn şûna hevalên xwe yên Şehîd. -
HRE: Li herêma Efrînê 7 çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand, ku di çalakiyen wan ên tolhildanê de li herêma Efrînê 7 dagirker û çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin. -
'Hevalên min li pêş çavên min qetil kirin'
Şahida biçûk a êriş û komkujiya dewleta Tirk a li Serêkaniyê Nêwîn Xabûr anî ziman ku hevalên wê li pêş çavên wê hatin qetilkirin û got, "Dixwazim vegerim bajarê xwe. Min bêriya lîstika bi hevalên xwe re kiriye." -
Li Dêrik û Tirbespiyê ji bo şehîdan merasîm hate lidarxistin
Li navçeyên Dêrik û Tirbespiyê yên bajarê Qamişloyê, ji bo veşartina cenazeyên 6 şervanên ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bibûn, merasîmeke girseyî pêk hat. -
YPG’ê 8 şervanên şehîd bi bîr anî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameya 8 şervanên YPG/YPJ’ê eşkere kir ên ku di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bûbûn. -
‘Hêzên dagirker amadekariya êrîşan dikin’
Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û komên çeteyan li herêmê amadekariyên êrîşan dikin.