ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
‘Rojava hunera berxwedanê ye’
Helbestkarê ji Nîjeryayê Hawad diyar kir ku gelê Kurd û gelê Tûareg ê Berberî dişibin hev. Helbestkar Anasatassîa Polîtî jî ji bo Rojava helbestek nivîsand. -
Fermandarên YPJ'ê: Em xwe ji bo demeke nû ya têkoşînê amade dikin
Fermanarên YPJ’ê Rojda Şiyar û Solîn Kobanê derbarê têkoşîna YPJ’ê ya sala 2019’an axivîn û gotin, ew di sala nû de xwe ji bo demeke nû ya têkoşînê amade dikin. -
Atta: Ji Erdogan tê ku careke din çeka kîmyewî bi kar bîne
Lêkolîner Ahmet Atta diyar kir ku bi fermana Erdogan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çeka kîmyewî hate bikaranîn û got, "Erdogan pland ike ku çeteyên xwe derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Jê tê ku careke din çeka kîmyewî bi kar bîne." -
Hêviya çareseriyê ya ji bo Sûriyeyê ji sala bê re ma
Bûyerên siyasî, leşkerî û dîplomatîk ên di sala 2019'an de li Sûriyeyê qewimîn, berfirehbûna destwerdana hêzên navneteweyî û herêmî û israra rejîmê ya di sîstema berê de nîşan didin, ku çareseriya siyasî hîn dûr e. -
Şehîd Ebdulhafiz li Şedadê veşartin
Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ebdulhafiz Hemîd li Şedadê li Goristana Deşîş bi merasîmekê veşartin. -
Li Hesekê cenazeyê sê şehîdan hate veşartin
Welatiyên Hesekê û gundewarên wê cenazeyê şervanên QSD’ê Alan Derwîş(Hogir Hesekê), Necdet Hemade(Adil Şervan) û Casim El-Iwêd(Besêl Hesekê) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê veşartin. -
Nasnameya 8 şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin eşkerekirin
QSD’ê nasnameya 8 şehîdên Berxwedana Serdemê yên di navbera 11-23’ê Mijdarê de li Girê Spî û Serêkaniyê şehîd bûne eşkere kir. -
QSD: Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dewam dikin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê encamên êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên dur ojên dawî eşkere kir. QSD’ê ragihand ku êrîşên dagirkeriyê didomin. -
Artêşa Tirk a dagirker gundê Erîda bombe dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Erîda yê Girê Spî bombe dike. -
Li ser rêya M4'ê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin
Dewleta Tirk a dagirker ya ku êrîşî rêya M4 û gundên Eyn Îsayê kir, rastî berxwedana QSD’ê hat. Di şeran de wesayîtek zirxî ya artêşa Tirk hate îmhakirin û 3 leşkerên Tirk jî hatin kuştin. -
Cenazeyê şervanê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Yasîn hate veşartin
Welatiyên Reqayê cenazeyê şervanê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Mihemed Yasîn (Behrî Reqa) bi merasîmekê li goristanê veşartin. -
Li Eyn Îsayê di navbera çeteyên Tirk û rejîma Şamê de şer qewimî
Li nêzî Eyn Îsayê di navbera komên çete yên dewleta Tirk a dagirker û hêzên rejîma Sûriyeyê de şer derket. -
Dagirkeran derb li perwerdeyê xistin
Yek ji hedefên bingehîn ên êrişên dagirker ên dewleta Tirk perwerde ye. Ji ber êrişan 810 dibistan hatin girtin û 86 hezar xwendekar bêperwerde man. -
'Di sala 2020'an de wê rêxistinbûna xurt a jinan dagirkeriyê têk bibe'
Endama Meclîsa leşkerî ya Dêra Zorê û Fermandara YPJ’ê Lîwa Ebdullah sala 2019'an nirxand û destnîşan kir ku bi rêxistinbûna xurt a jinan wê di sala 2020'î de dagirkerî têk biçe. -
Êrişên dagirkeriyê yên li dijî gundên Efrîn û Girê Spî
Dewleta Tirk û çeteyên wê piştî êrişên li dijî gundên Bîrketik û Kopirlik ên Girê Spî êrişî gundê Selîbê dikin. Bombardûmaneke giran jî li gundên Merenaz û El Qamiyê yê navçeya Şera ya Efrînê dikin. -
Artêşa Tirk û çeteyên wê rojhilatê Eyn Îsayê didin ber topan
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojhilatê Eyn Îsayê didin ber topan. -
Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê 9 sivîl revandin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Unqelê ya Şiyê ya Efrînê 9 sivîl revandin. -
Şervanê QSD’ê Remedan veşartin
Şervanê QSD’ê Sedîq Remedan (Cûdî Milîtan) ê 25’ê Mijdarê li Serêkaniyê şehîd bûbû, bi merasîmekê li Qamişlo bi tevlîbûna bi hezaran kesî hate veşartin. -
HRE: Li Babê çeteyek hate kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di çalakiya hêzên wan a 27’ê Kanûnê li herêma Babê de çeteyek hatiye kuştin û 2 çete jî birîndar bûne. -
Dewleta Tirk amadekariyan dike ku çeteyên DAÎŞ'ê bişîne Lîbyayê
Di vê demê de ku dewleta Tirk amadekariyan dike leşker û çeteyan derbasî Lîbyayê bike, li Ezazê balafirên 'nediyar' bombe li girtîgeheke DAÎŞ'î lê ne bombe barandin û tê gotin ku gelek çete reviyane. -
Gelê Efrînê: Em ê berxwedana xwe bidomînin
Gelê Efrînê yên ku koçberî gundên Şêrawa bûne diyar kirin ku çi dibe bila bibe ew ê berxwedana xwe bidomînin. -
Derwêş: Li dijî dagirkeriyê helwesta me yekîtiya netewî ye
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Pêşverû Ferhad Derwêş got, ''Bi yekîtiya netewî ya Kurd, bi yek helwestê em dikarin êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê rawestînin.'' -
Dagirker êrîşî gundê Til Temirê dikin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi giranî êrîşî gundê Ûm Hermel yê Til Temirê dikin. -
HRE: Bi kêmanî 2 leşkerên Tirk hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku 26’ê Kanûnê di çalakiyên li dijî baregehên artêşa Tirk a li Ezaz, Malikiyê û Şerayê de bikêmanî 2 leşker hatine kuştin, 3 jî birîndar bûne. -
Bi hezaran kesî berê xwe dan konê sersaxiyê yê şehîd Sîpan Efrîn
Li Dêrikê bi hezaran kesî sersaxî ji malbata şehîd Mihemed Hemo bi nasnav Span Efrîn re xwestin.