ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Şervanê QSD’ê Şêxo veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Dilxwaz Şêxo li bajarê Kobanê hate veşartin. -
Wêne ji bo Mêlîtan vegotina bedewiya jiyanê ye
Şervana YPJ'ê Mêlîtan Kadar ku di heman demê de wênevan e, qala rengîniya jiyana xwe dike û dibêje, wêne ji bo wê rêbazeke vegotinê ye. -
Li biryargeha Difa Wetanî ya Qamişloyê teqînek pêk hat
Li biryargeha hêzên Dîfa Wetanî ya girêdayî hêzên hikumeta Sûriyeyê teqînek pêk hat. -
Rêveberiya Xweser: Wê hinek girtî werin berdan
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku girtiyên nexweş, cezayê hindik mane û yên helwesteke exlaqî nîşan dane, wê werin berdan. -
Cenazeyê du şehîdan li Hesekê veşartin
Cenazeyê şehîd Mecd Nezal Mehmûd û şehîd Zibêr Hemdîn Hemo li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê veşartin. -
Xelkê Şêrawa: Dewleta Tirk bi rêya çeteyan qanûnên şer binêpê dikin
Xelkê Efrînê yên ji ber êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk ji Efrînê koçî herêma Şêrewa bûne, diyar kir ku di rewşên wiha de nizanin çi bikin û bang li hêzên navneteweyî kir ku bila li rewşa wan bipirsin. -
TEV-DEM’ê êrîşa dewleta Tirk a li Mexmûrê şermezar kir
TEV-DEM, êrîşa hovane û bomberdûmana dewleta Tirk a dagirker a li ser Mexmûr a di bin ambargoya PDK’ê de ye şermezar kir. -
Dagirkeran gelek çete şandin gundên Girê Spî
Dewleta Tirk a dagirker gelek çete şandin gundên Carqilî, Silîp Qeran û Evdiko yên Girê spî a dagirkirî. -
Rêveberiya Xweser: WHO’yê kesekî bi vîrûsk ketibû ji me veşart
Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser, destnîşan kir ku WHO’yê li Sûriyeyê kesekî ku bi şewba Koronayê ketibû ji wan veşartibû. -
Li Eyn Îsayê êrişên provokatîf
Li Eyn Îsayê bombe avêtin mala sivîlekî. Her wiha du wesayitên hêzên hikumeta Sûriyeyê hatin şewitandin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi operasyonê kirin. -
Li Qamişloyê teqîn
Çeteyên bi navê Difayî Wetenî yên girêdayî hêzên rejîma Sûriyê, êrîşî navendek kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Navxwe ya Qamişloyê kirin. -
Li Kampa Berxwedan gul hatin çandin
Şaredariya kampa Berxwedan a Şehbayê li kampa kampê gul çandin. -
Li Serêkaniyê wesayita bombebarkirî teqiya
Li gundekî Serêkaniyê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, wesayiteke bombebarkirî ya çeteyan di dema amadekirinê de bi çeteyan teqiya. -
Kongreya Star a Efrînê êrîşa li ser wargeha Mexmûrê şermezar kir
Kongreya Star a herêma Efrînê êrîşa li ser kampa Ş. Rustem Cudî (Mexmûr) şermezar kir û bang li saziyên navneteweyî kir ku dawî li bêdengiya xwe bînin. -
Dagirkeran gundên Eyn Îsayê topbaran dikin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan gundên Eyn Îsayê topbaran dikin. -
HRE'yê çalakiya sabotajê kir: 2 çete hatin kuştin
Şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li Şêrawayê li dijî dagirkeran çalakiyeke sabotajê kirin. Di encamê de 2 çete hatin kuştin. -
Mismarî: Yên şandine Lîbyayê qurbanên siyaseta Erdogan in
Berdevkê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê Ehmed El Mismarî diyar kir, Kurd û gelê Lîbyayê "Li dijî terorê û dagirkeriyê di heman çeperê de têdikoşin" û "şervanênRoj" ên ji Lîbyayê re hatine şandin weke "Qurbanê siyaseta Erdogan" pênase kir. -
Enternasyonalîstên li Rojava piştgirî dan gelan
Şervan û şoreşgerên entenrasyonalîst ên ku li Rojava li cem gelê Kurd cih digirin, ji bo gelên Ewropayê peyama piştgiriyê dan ku li dijî vîrûsa koronayê li ber xwe didin. -
Li Til Rifat aliyek topbaran aliyek metirsiya vîrûsa Korona
Xelkê Efrînê yên ji ber êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê koçber bûne li Til Rifat di bin bomberdûman û şewba vîrûsa Koronayê de mane. -
HRE’yê li Şêrawa û Babê li dagirkeran da
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) diyar kir ku wan li Şêrawa û Babê li hêzên dagirker dane, herî kêm çeteyek hatiye kuştin û 5 çete jî birîndar bûne. -
ANL: Çi karê Kurdan li Lîbyayê heye em fêhm nakin
Navenda Çapemeniyê ya Artêşa Netewî ya Libyayê (ANL) diyar kir, ku çekdarên 'Roj' ên li Libyayê di nav 'Gurên Boz' de ne, ku ev bi ser îstîxbarata Tirk ve ne. Navendê got, "Kurd çawa û çima di nav vê avaniyê de em fêhm nakin, em şaş û metel mane.’’ -
‘Wê YPG û YPJ Serêkaniyê ji dagirkeran paqij bikin’
Necah û Fahrettîn Mihemed ên ku ji ber hovîtiya dewleta Tirk a dagirker koç kirine Kampa Waşokanî got ku “Wê YPG û YPJ Serêkaniyê ji dagirkeran paqij bikin.” -
Şervanên enternasyonalîst rewşa welatên xwe bi baldarî dişopînin
Şervanên Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîstên li Rojava hem karê xwe yê li vir didomînin hem jî rewşa welatên xwe yên di nava lepên şewbê de ne dişopînin. -
Li Idlibê di navbera birayên TC û El Nûsra de rageşî
Di dema dewriyeya hevbeş a di navbera artêşa Tirk û Rûsyayê ya li ser Rêya M4’ê de, di navbera hêzên Tirk û endamên El Nûsrayê de alozî derket. Li ser nakokiyên herdu aliyan dewriye pêk nehat. -
PYD: Pêwîste tavilê hevdîtin bi Ocalan re bê kirin
PYD'ê bal kişand ser gefa vîrûsa koronayê û diyar kir, "Pêwîste tavilê malbat û parêzer bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin."