ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Efrînê teqînek pêk hat
Li ser rêya Reco ya Efrînê teqînek pêk hat. Di teqînê de hate ragihandin kuştî û birîndar hene. -
Dewleta Tirk Şehba bombe dike
Dewleta Tirk a dagirker gundê Semûqa û Bendava Şehba yên Şehbayê bombe dike. -
Di navbera çeteyên dewleta Tirk de li Efrînê şer rû didin
Li Efrînê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, şer di navbera çeteyan de rû da.Hate ragihandin ku sedemê şer ew e ku çete xwestin li nuqteyekê serweriya xwe bidin nîşandan. -
Dagirkeran li Babê agir berdan zeviyên çandiniyê
Çeteyên dewleta Tirk li bajarê Bab ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kiriye, zeviyên welatiyên sivîl ên gundên dikevin rojhilatê bajar şewitandin. -
Cenazeyê endamê Ewlekariya Hundirîn li Şehbayê veşartin
Cenazeyê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed El-Ehmed ê li herêma Şehbayê şehîd bûbû, bi merasîmekê veşartin. -
Şewata ku dagirkeran li Eyn Îsa pêxistibûn hê jî dewam e-NÛ BÛ
Şewata ku dewleta Tirk a dagirke û çeteyên wê ya li zeviyên çandiniyê yên gundiyên gundên dikevin başûrê Eyn Îsayê pêxistibûn, dewam dike. -
Dewleta Tirk dîsa zeviyên çandiniyê şewitandin
Dewleta Tirk a dagirker, zeviyên çandiniyê yên gundên li rojavayê Eyn Îsa ya girêdayî Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan ber agir. -
Li Idlibê dema dewriyeya Rûs-Tirk digeriya teqînek çêbû
Li Idlibê dema ku dewriyeya hevpar a Rûs-Tirk digeriya teqînek çêbû. -
Li Efrînê 6 dagirker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di çalakiyên hêzên wan de yên li Efrîn û Mareyê herî kêm 6 dagirker hatine kuştin. -
Şervanên YPJ'ê û jinên Reqayê dest bi pêngava paqijiyê kirin
Li Reqayê di çarçoveya tevdîrên dijî vîrûsa koronayê de şervanên YPJ'ê û jinên Reqayê daketin qadan û paqijî kirin. -
Qedexeya derketina derve heta cejnê hate dirêjkirin
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku ji ber gefa pandemiya Koronayê qedexeya derketina derve heta Cejna Remezanê dirêj kir. -
Dewleta Tirk a dagirker gundên Girê Spî bomberdûman dike
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê bi topan li Kampa Eyn Îsa, gundên Qizelî û Şorbenîsk ê Girê Spî bomberdûman dikin. -
Li Babê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk de teqînek çêbû
Li bajarê Babê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, teqîneke mezin pêk hat. Di teqînê de sivîlek mir û gelek kes jî birîndar bûn. -
Li Dêrazorê agir bi zeviyan ket
Li rojavayê Dêrazorê agir bi zeviyan ket û 100 donim ceh bû xwelî. -
Serpêhatiya şervana YPJ'ê Eylem Minbic
"Em dîsa bi biryar in ku li hemberî hemû êrîşan bisekinin ku carek din gelê me nekeve wan rewşên xeter û xedar." -
Hisên: Yekîtiya neteweyî erka her hêzeke Kurd e
Nûnera Rêveberiya Xweser li Başûrê Kurdistanê Nûrşan Hisên got, "ger yekbûyîn di vê dema taloke de pêk neyê dibe ku ev firsenda dîrokî careke dî çênebe." -
Li Til Temirê çeteyên dewleta Tirk bi hev ketin
Li rojavayê Til Temirê çeteyên dewleta Tirk bi hev ketin û êrîşî hev kirin. Di navbera çeteyan de şerekî giran heye. -
Malbatên şehîdan êrîşên li dijî goran protesto kirin
Meclîsa Malbatên Şehîdan êrîşên hov ên dewleta Tirk a li dijî gorên gerîlayên şehîd protesto kirin. -
Gedo: Divê mirov li banga yekîtiyê ya Ocalan xwedî derkeve
Sekreterê Giştî yê Partiya Çepgir a Demokratîk a Kurdên Sûriyê Salih Gedo got, ''Astengkirina hebûna MÎT'ê ya li Başûr peywira hikûmetên Hewlêr û Silêmanî ye. Êrîşa li ser PKK'ê wê hemû Kurdan tine bike.'' -
Dewleta Tirk leşkeran sewqî Idlibê dike
Dewleta Tirk a dagirker ji saetên sibê ve leşkerên nû sewqî Idlibê dike. Di nava 3 mehan de derdorî 10 hezar leşkerên Tirk li herêmê hatine bicihkirin. -
Dagirker êrişê dibin ser 2 gundên Til Temirê
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe êrişê dibe ser gundên Dîdara û Ûm El Keyf ên Til Temirê. -
'Rêveberiya Xweser li dijî qanûna Caesar divê tevdîrên xwe bigire'
Ekonomîst Çeleng Omer bandora qanûna Caesar nirxand û got, "Wê bandorê li rejîmê bike, lê belê ev nayê wê wateyê ku wê rejîm yekser hilweşe." Omer ji bo Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ev hişyarî da: "Çavkaniyên xwe hene, lê belê divê tevdîrên xwe bigire." -
Dagirker li Efrînê şerê hev dikin
Li Efrîn a dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirî, krîz bi dawî nabin. Çeteyên dewleta Tirk ên di bin navê ‘Artêşa Mîllî’ de kom kiriye û polîsên leşker ên dagirker de şerekî dijwar diqewime. -
Di bombardûmana dewleta Tirk de, 2 leşkerên Sûriyê birîndar bûn
Dewleta Tirk gundê Evdîko ya Girê Spî bombardûman kir, 2 leşkerên Sûriyê birîndar bûn. -
Şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin veşartin
Şêniyên herêma Efrînê cenazeyên şehîdên endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî Mihemed Îbiş û Gênco Mihemed Şebabo veşartin.