ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Şehîd li ser gorên xwe hatin bibîranîn
Di 18’ê Gulanê Roja Şehîdan û Meha Gulanê ya Şehîdan de malbatên şehîdan berê xwe dan ser goristanan dar çandin û find pêxistin. -
PYD: Em ê li ser şopa şehîdan bin
PYD'ê diyar kir ku di her roja meha Gulanê de berxwedaneke destanî heye û ragihand ku ji bo pêkanîna paradîgmaya neteweya demokratîk, jiyana hevpar, wekhevî û azadiyê wê li ser rêya şehîdan bin. -
YPG'ê Zehredîn Osê bi bîr anî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê şervanê xwe Zehredîn Osê bi bîr anî, ku 15'ê Gulanê dema bi erka xwe radibû ji ber qezayekê şehîd bû. -
Rûsya berê çeka aboriyê ya DYE'yê li Sûriyeyê dide Îranê
Li Sûriyeyê ku 9 sal in şer diqewime, şerekî aboriyê li ber derî ye. Li gorî çavdêrên siyasî û ekonomîstan, DYE wê "çeka aboriyê" bi kar bîne. Rûsya jî berê "vê çekê" dide Îranê. Ji bo çareseriyê jî, Rêveberiya Xweser mînak tê nîşandan. -
Çeteyan li Kobanê agir bi zeviyan xistin
Dewleta Tirk a dagirker ya li Cerablûsê li rojavayê Kantona Kobanê agir bi zeviyan xist. Di vê şewatê de 82 hektar genim û ceh bûn xwelî. -
Endamê Yekîneyên Antî Teror Zehredîn Osî hate veşartin
Endamê Yekîneyên Antî Teror Zehredîn Osî (Hemîd) yê şehîd bûyî, bi merasîmekê li Goristana şehîdan a Şehîd Rustem Cûdî spartin axê. -
Dewleta Tirk sivîlekî din jî qetil kir
Leşkerên dagirker ên Tirk, li xeta sinorê Çil Axa ya girêdayî Dêrîkê sivîlê 50 salî qetil kirin. -
Artêşa Tirk tevî çeteyên xwe agir berdide zeviyan
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe agir berdan zeviyên navbera gundên Til Werdê û Merdûdayê. Her wiha gule berdan kesên ku dixwestin şewatê vemirînin. -
Dewleta Tirk li Serêkaniyê sivîlek qetil kir
Dewleta Tirk a dagirker sivîlekî ku dixwest li gundê xwe yê li Serêkaniyê vegere qetil kir. -
Çeteyan li Babê agir bi darê zeytûnan xist
Dewleta Tirk û çeteyên wê yên ku Bab dagir kirine, li gundên Babê agir bi sedan darên zeytûnan xistin. -
YRA: Em xizmeta yekîtiya neteweyî bikin
Yekîtiya Ragihandina Azad bang kir ku divê saziyên çapemeniyê yên Kurdan xwedî polîtîkaya weşaneke wisa bin ku ev weşan xizmeta yekîtiya neteweyî bike. -
Şewata li zeviyên Til Temirê berdewam dike
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan ku zeviyê çandî yên gundên Til Temirê dayîn ber agir, ji ber ku mudaxelekirina agir tê asteng kirin, şewat belav dibe. -
Dewleta Tirk û çeteyên wan rê nadin ku agir bê vemirandin
Dewleta Tirk û çeteyên wan bi çekan êrîşî sivîlên ku mudaxeleyî agirê ku wan berdayî zeviyên çandiniyê yên Til Temir û Girê Spî dikin, kir. -
Dewleta Tirk carekî din zeviyên çandiniyê yên Til Temirê şewitand
Dewleta Tirk a dagirker di nava rojê de zeviyên çandiniyê yên Girê Spî kir hedef û şûnde zeviyên çandiniyê yên welatiyên sivîl ên Til Temirê şewitandin. -
Dewleta Tirk a dagirker bi rengekî sîstematîk zeviyan dişewitîne
Dewleta Tirk a dagirker van heftiyên dawî li qadên Federasyona Bakur-Rojhilatê Sûriyê zeviyên dexlan dişewitîne. Herî dawî îro li Girê Spî şewat hate derxistin. Aboriya xwecih dikin hedef. -
HRE'yê li sê herêman li dagirkeran da: 6 dagirker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li Efrîn, Ezaz û Şêrawayê ku hatine dagirkirin, li dijî hêzên Tirk ên dagirker çalakî kirin. Di encamê de herî kêm 6 dagirker hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn. -
Kurd: Dewlet Tirk çeteyan ji Libyayê heta bi Yemenê dişîne
Alîkarê Hevserokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd got dewlta Tirk herêmên ku dagir kiriye dixwaze bike weke Efrînê, bike navena çeteyan û çeteyan ji vir heta bi Libya û Yemenê dibe. -
Dagirkeran Girê Spî bombe kirin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, şevê dî jîgehên sivîl ên li Girê Spî bombe kirin. -
Mamosteyên Efrînê: Zimanê me hebûna me ye
Mamosteyên Efrînê yên li herêma Şehbayê ne 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin. -
Gundên Şêrawa û Şera tên topbarankirin
Dewleta Tirk û çeteyên wan gundên navçeya Şera û Şêrawa yên Efrînê topbaran dikin. -
Rêveberiya Xweser daxuyaniyek da
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcdariyên têkildarî Deriyê Sînor ê Til Koçer a Hikûmeta Sûriye û Rûsyayê xizmeta gelê Sûriyeyê nake, ji bo alîkariyên mirovî bigihêjin herêmê vekirina deriyê sînor girîng e. -
Çete goristanên Êzidiyan ên li Serêkaniyê dikolin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan, li Serêkaniyê bi îdîaya xizîne hatiye dîtin, dest bi kolana goristanên Êzidiyan kirine. -
Akademiya Şehîd Bêrîvan du dewreyên şervanên nû bi dawî kir
Akademiya Şehîd Bêrîvan ya şervanên nû dewreya Şehîd Lorîn û şehîd Avesta bi dawî kir ya ku ji pêkhateyên Ereb û Kurd pêk dihat. Perwerdehiya şervanan 45 rojan dewam kir û bi merasîmeke leşkerî hate bidaw kirin. -
Welîd Çolî: Li Rojava ji bo yekîtiyê atmosfereke erênî heye
Çavdêrê siyasî Welîd Çolî hevdîtinên li Rojava yên ji bo yekîtiya neteweyî nirxand û diyar kir ku ji bo yekîtiyê atmosfereke erênî heye. Welîd Çolî diyar kir, dewleta Tirk ji bo alternatîfa ENKS'ê ketiye nava hewldanan. -
Gundên Şerayê tên bombekirin
Gundên Meranaz, Malikiye û Şiwarxa li gel Qeleya Şiwarxa ya navçeya Şera ya Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve tên bombekirin.