ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Jinên Efrînî yên li Şehbayê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Jinên ji Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê bi daxuyaniyekê êrişên qirker ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê şermezar kirin. -
'Heta ku dagirkeriya Tirk bidome, pirsgirêk çareser nabe'
Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd ku beriya demeke kurt ava bû, bal kişand ser kiryarên li dijî mirovahiyê yên li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin û destnîşan kir, heta ku li Sûriyeyê dagirkeriya Tirk bidome ti pirsgirêk çareser nabe. -
‘Ji bo Efrînê divê komîsyoneke lêkolînê ya serbixwe were avakirin'
Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê û Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê ji ber binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li kantona Efrînê ya bang li saziyên navneteweyî kir ku bila komîsyoneke lêkolînê were avakirin. -
Dagirkeran li Eyn Îsayê camiya gund hilweşandin
Dagirkeran êrîşî gundê Cehabîl ê Eyn Îsayê û rêya M-4’ê kirin. Ji ber van êrîşan camiya gund hilweşiya û li gund elektrîk qut bû. -
Rêveberiya Xweser: Em êrîşên li ser gelê Efrînê şermezar dikin
Rêveberiya Xweser a Efrînê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê yên li dijî gelê Efrînê şermezar kir. -
Dagirkeran li Girê Spî zevî şewitandin
Leşkerên Tirk û çeteyên wê êrîşî gundên Huriya û Kopirlika Girê Spî kirin. Ji ber vê êrîşê agir bi zeviyan ket. -
Jinên Reqayê dewleta Tirk û çeteyên wan protesto kirin
Jinên Reqayê, dewleta Tirk û çeteyên wan protesto kirin û diyar kirin ku bêdengbûn jî hevkarî ye. -
Hiqûqnasên Efrînê bertek nîşanî bêdengiya civaka navnetewî dan
Hiqûqnasên Efrînê, bêdengbûna civaka navnetewî ya li dijî dewleta Tirk a li Efrînê li ser jinan suçan pêktîne şermezar kir. -
Çeteyên Tirk li Efrînê agir bi daristanê xistin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Cindirêsa Efrînê agir bi daristanê xistin. -
Dewleta Tirk zeviyên Til Temirê da ber agir
Dewleta Tirk û çeteyên wan, zeviyên li Til Temirê dan ber agir. -
PYD'ê têkildarî kiryarên Tirkiyeyê daxwaza lêpirsîna navneteweyî kir
PYD'ê têkildarî sûcên şer ên ku dewleta Tirk li Efrînê dike bang li hêzên navneteweyî kir ku dest bi lêpirsînê bike. -
Rêxistinên jinan ên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Efrînê bang kirin
Li dijî kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê li dijî jinan dikin, 11 rêxistinên jinan ên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bang li raya giştî ya navneteweyî, rêxistinên jinan û rêxistinên mafên mirovan kirin ku bikevin nava liv û tevgerê. -
TEV-DEM'ê ji bo Efrînê daxwaza komîsyoneke lêpirsînê kir
TEV-DEM'ê bal kişand ser kiryarên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk û çeteyên wan li Efrînê dikin û diyar kir, "Divê komîsyoneke lêpirsînê bê avakirin." TEV-DEM'ê her wiha nerazîbûneke tund nîşanî hêzên navneteweyî da ku bêdeng dimînin. -
Êrişên dagirkeran dewam dikin
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bombe li embara genim a Sawûma û gundê Gudelê yên Eyn Îsayê barandin. -
Dewleta Tirk tevî çeteyên xwe malên sivîlên li Til Temirê xera dike
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe li gundê Dawûdiyê yê Til Temirê malên sivîlan talan kirin û xera kirin. -
Li Şehbayê ciwan ji bo Rêberê Gelê Kurd daketin qadan
Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Efrîn û Şehbayê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Fafînê meşeke bi meşale lidarxistin. -
Dagirkeran li du gundên Til Temirê agir bi zeviyan xistin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundên Erîşa û Til Tewil ê Til Temirê agir bi zeviyan xist. Şewat didome. -
Rêveberiya Xweser: Divê li ser sûcên li Efrînê were sekinandin
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Efrînê sûcên şer ên li ser jinan şermezar kir û xwest ku bila derbarê dewleta Tirk û çeteyên wê lêpirsîneke navneteweyî were destpêkirin. -
156 hektar zevî şewitî
Di şewata li navçeya Til Hemîs a Qamişloyê derketî de 156 heketar zeviya çandî bû xwelî. -
Dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşî gundên Şehbayê dikin
Dewleta Tirk û çeteyên wê gundên Hisiyê, Hesecik û Semûqa yên Hesekê dan ber topan. -
Cenazeyê Nûjiyan û Ebûd hatin veşartin
Cenazeyên şervana YPJ’ê Aya Bac (Nûjiyan) û şervanê QSD’ê Abdulrehman El Qasim (Ebûd El Idlib) li Tebqayê bi merasîmekê hatin veşartin. -
Dagirkeran carekî din zeviyên Til Temirê şewitandin
Leşkerên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan, dîsa zeviyên çandî yên Til Temirê şewitandin. Gule li kesên ku dixwazin şewatê vemirînin jî tê barandin. -
Dagirker zeviyên çandiniyê didin ber agir
Dagirkeran zeviyên çandiniyê yên Şêrawayê dan ber agir. Li Til Berakê 440 donim zeviya çandî bû xwelî. -
Li Hesekê çeteyên DAÎŞ'ê êrişên li dijî zarokan zêde kir
Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Hesekê ya Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin, ku çeteyên DAÎŞ'ê li herêmê êrişên xwe yên li dijî zarokan zêde kirine û hişyarî da ku armanc ji van êrişan ew e ku tevlîheviyê biafirînin. -
YPJ'ê şehîdên xwe yên destpêkê Silava û Bêrîvan bi bîr anî
Fermandariya Giştî ya YPJ'ê şehîdên xwe yên destpêkê Silava û Bêrîvan bi bîr anî û diyar kir, "Em ê bi dildariya wan tevbigerin, bi ruhê wan ê fedaîyane hemû jinan, gelê xwe û welatê xwe biparêzin."