ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li ser rêya M-4’ê mayin bi dewriyeya Tirk û Rûsan teqiya
Li Îdlîbê mayin bi dewriyeya hevpar a Tirk û Rûsan teqiya. -
PYD: Yekîtiya Kurdan wê faşîzmê têk bibe
Meclîsa Giştî ya PYD’ê êrîşa duh a dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengal, Wargeha Penaberan a Mexmûrû Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir. PYD’ê got: “Yekîtiya Kurd û piştevaniya hêzên demokratîk wê dawiya faşîzmê bîne.” -
Hevşaredarê Teyana ya Dêra Zorê hate kuştin
Li Dêra Zorê 4 kesên bi maske êrîşî Şaredariya Bajarokê Teyana kirin û hevşaredar kuştin. -
Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî dagirkeriyê li qadan in-NÛ BÛ
Bi hezaran welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dagirker û qirker ên dewleta Tirk a di serî de li Rojava, Başûrê Kurdsitan, Mexmûr, Şengal û qadên gerîla daketin qadan û çalakî kirin. -
HRE: 5 çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku 5 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 3 şervanên wan şehîd bûne. -
'Ji hêzên navneteweyî zêdetir divê em ji hêza xwe bawer bikin'
Adnan Kalo yê ku li Serêkaniyê 2 caran di êrîşên dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê de birîndar bûbû, bang li Êzidiyan kir û got, “Ne ji hêzên navneteweyî divê em ji rêxistinbûn û hêza xwe bawer bikin.” -
Yûsif: Divê gelê Kurd li dijî êrîşan mafê xwe yê rewa bikar bîne
Endama Konseya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif a nerazîbûn nîşanî bombe kirina Herêmên Parastinê yên Medya, Kampa Penaberan a Mexmûr û Şengalê da got: “Divê gelê Kurd mafê xwe yê rewa bikar bîne.” -
Şewata li gundê Til Temirê berfireh dibe
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê li gundê Erîşa ya Til Temirê agir bi zeviyan xistibûn. Ev şewat gihişt gundên Tewîla, Til Kêfcî û Um El Kêfê. -
TEV-DEM: Qanûna Qeyser wê bibe sedema felaketê
TEV-DEM'ê ragihand ku Qanûna Qeyser wê bibe sedema felaketê û hem hişyarî da hem jî bang kir. -
Jinên Efrînî rêxistiniya xwe bi perwerdeyê xurt dikin
Jinên ciwan ên Efrînê ji bo ku têkoşîna xwe bilindtir bikin û berxwedana li dijî dagirkeriyê geş bikin, giraniyê didin ser perwerdeyê. -
Çeteyên dewleta Tirk li gundê Dîbîsê agir bi zeviyan xist
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Dîbîsê yê Eyn Îsayê agir bi zeviyan xist. Ji ber êrîşan gundiyan nekarîn şewatê bitefînin. -
Dewleta Tirk gundê Dibîsê bomberdûman dike
Dewleta Tirk a dagirker gundê Dibîsê yê Eyn Îsayê bomberdûman dike. -
Şehîdê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Hemo spartin axê
Bi tevlîbûna sedan kesî cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Xelîl Mûstefa Hemo bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a bajar spartin axê. -
YPG’ê nasnameya 9 şehîdên xwe ragihand
YPG’ê nasnameya 9 şervanên YPG/YPJ’ê yên di dem û dîrokên cuda yên sala 2015’an de şehîd bûbû eşkere kir. -
Leşkerên Tirk gule li hêzên hikûmeta Sûriyeyê barand:Leşkerek hate kuştin
Leşkerên dewleta Tirk a dagirker gule li ambara gendim a li gundê Qizelî ya Girê Spî barand. Di êrîşê de leşkerekî girêdayî hêzên hikûmeta Sûriyeyê hate kuştin, leşkerek jî birîndar bû. -
HRE'yê li sê herêman lê da: 5 dagirker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li herêmên Bab, Marê û Şêrawayê li dewleta Tirk a dagirker dan. Di encamê de 5 dagirker hatin kuştin. -
Dewleta Tirk a dagirker zeviyên Til Temirê dişewitîne û zad didize
Dewleta Tirk zêdeyî 50 hezar donim zeviyên li Til Temirê dagir kir, 20 hezar donim şewitand û zadê li herêmê jî dizî û bir Tirkiyeyê. -
Pêşniyara li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê: Dînar an jî dolar bi kar bîne
Dewleta Tirk beriya bicihhatina qanûna Sezar li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî ferz kir ku TL bê bikaranîn. Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl jî pêşniyar li wan hatiye kirin ku dînarê Iraqê yan jî dolar bi kar bînin, lê wan qebûl nekirine. -
Qonaxa duyemîn a hewldanê yekîtiya siyasî ya Kurd destpê kir
Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd, ragihand ku qonaxa duyemîn a hewldanên di navbera hêzên siyasî ya Kurd de destpê kir. -
‘Çeteyan sivîlê bi navê Arif Xelîl qetil kir’
Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê diyar kir ku Arif Xelîl ê 80 salî cenazeyê wî 10 kêlometra dûrî wgundê wî hate dîtin, ji aliyê çeteyan ve hatiye qetilkirin. -
Dewleta Tirk Efrîniyê 80 salî revand û qetil kir
Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li Efrînê Arif Ebdo Xelîl ê 80 salî 9’ê Hezîranê revandibû qetil kir. -
Dewleta Tirk hate protestokirin, bang li NY’ê hate kirin-NÛ BÛ
Rêxistinên Mafên Mirovan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bal kişandin ser sûcên mirovayetiyê yên dewleta Tirk û bang li NY kir ku bila li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere. -
Cenazeyê şervanê Lîwa Siwar Idlibê Tîzînî spartin axê
Bi tevlbûna bi sedan şêniyên Minbicê cenazeyê şervanê Lîwa Siwar a girêdayî Cebhet Ekrad Ehmed Tîzînî de cih digirt, li Goristana şehîdan a Minbicê bi merasîmekê spartin axê. -
Li Til Temirê zeviyên çandiniyê hatin şewitandin
Artêşa Tirk a dagirker zeviyên çandiniyê yên gundên Til Temirê şewitandin. -
Dewleta Tirk li Efrînê 300 darên zeytûnan birî
Li Efrînê ya ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, 300 dar ji aliyê dagirkeran ve hate birîn.