ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Di navbera rejîma Sûriyeyê û çeteyên DAÎŞ’ê de şerekî giran heye
Li herêmeke çolê ya Sûriyeyê di navbera rejîma Sûriyeyê û çeteyên DAÎŞ’ê de di du rojên dawîn de şerekî giran heye. Hate diyarkirin ku heta niha 40 kes mirine. -
Li Erînê teqînek pêk hat
Li navenda Efrînê teqînek pêk hat. Di teqînê de 2 kes birîndar bûn. -
Cenazeyê endamê YAT’ê Elî şervanê YPG’ê Dînçer veşartin
Cenazeyê endamê YAT’ê Elî (Şevreş Qamişlo) ê 27’ê Hezîranê û şervanê YPG’ê Omer Dînçer (Hozan Oeyaniş) ê ji ber nexweşiyeke giran şehîd bûbûn, li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan bi merasîmekê veşartin. -
Li Efrînê sûcên şer: Sivîl ji bo fîdyeyê tên revandin
MÎT'a Tirkiyê bi hevkariya çeteyên xwe yên li kantona Efrînê Kurdan direvîne. -
YPG’ê nasnameya 2 şehîdên xwe eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê ragihand ku endamê Yekîneyên Antî Terorê (YAT) Şevreş li Qamişlo di operasyonekê de û Hozan Peyaniş jî ji ber nexweşiyeke giran şehîd bûne. -
Êrîşî Girê Spî hate kirin: Leşkerekî Sûriyeyê birîndar bû
Dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundê Evdiko yê Girê Spî kir, di vê êrîşê de leşkerekî Sûriyeyê birîndar bû. -
HRE’yê li ser êrîşên dagirkeran a li ser sivîlan daxuyaniyek da
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Efrînê û sivîlên li herêmê daxuyaniyek da. HRE’yê anî ziman ku bê navber jîngehên sivîlan tên hedefkirin. -
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sivîlên Eyn Îsa dikin hedef
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Xalidiyê û Hoşan ên dikevin rojavayê Eyn Îsa li gel Tesîsên Bêhndanê yên Saqir bombe dikin. Di êrîşê de sivîl jî tên hedefkirin. -
Gundekî Eyn Îsa hate bomberdûmankirin
Dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi topan li gundekî Eyn Îsayê da. -
Pîşesaziya Qamişloyê bi rengekî hevpar tê birêvebirin
Şoreşa ku li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi hişmendiya neteweya demokratîk hatiye hûnandin, bandorê li her qada jiyana civakî dike. Yek ji van qadan jî Navenda Pîşesaziyê ya Qamişloyê ye. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn şaneyek DAÎŞ’ê girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Hesekê ragihand ku wan şaneyeke ya çeteyên DAÎŞ’ê ya li herêmê kuştin û teqînê dikin girtine. -
Rayedarên Rûs nameya Kongreya Star qebûl nekirin
Koordînasyona Kongreya Star ji Rûsyayê re nameyek nivîsî û tê de bal kişand ser êrişên dewleta Tirk û tişta divê li dij bê kirin ragihand. -
Cenazeyê şehîdan li Kobanê hatin veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Erdal Amed û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îbrahîm Mûstefa li Kobanê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dicle veşartin. Di merasîmê de nasnemeya 2 şehîdan jî hate eşkerekirin. -
Dagirker gundê Kopirlik a Girê Spî topbaran dike
Artêşa Tirk a dagirker gundê Kopirlik a dikeve rojavayê Girê Spî topbaran dike. -
Cenazeyê şehîdê Hêzên Xweparastinê El-Umer veşartin
Cenazeyê şehîdê Hêzên Xweparastinê Îd El-Umer bi merasîmekê girseyî li Goristana Şehîdan a navçeya Şedadê veşartin. -
Li Rojava û Lubnanê Zeyneb Kinaci hate bibîranîn
Zeyneb Kinaci (Zîlan) a di sala 1996’an li dijî dewleta Tirk a dagirker li Dersimê çalakiyeke fedayî pêk anî li Rojava û Lubnanê bi çalakiyan hate bibîranîn. -
Dagirker 4 gundên Şera bomberdûman dikin
Dewleta Tirk û çeteyê wê gundên Meranaz, Malikiye, Şiwarxa û Alqamiyê yê Şeraya Efrînê bomberdûman dikin. -
Li Hesekê qetlîama Hêlincê hate şermezarkirin
Li Hesekê sûcên dewleta Tirk a dagirker û qetlîama Hêlincê hate protestokirin. -
Li Eyn Îsayê agir bi du cihan ket
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li rojavayê Eyn Îsayê qada di navbera gundê Hoşanê û Tesîsên Bêhnvedanê yên Saqîrê bomberdûman kir. Ji ber êrîşê agir bi qadê ket. -
Li Şedadê endamekî DAÎŞ’ê hate girtin
Tîmên taybet ê QSD’ê di operasyoneke taybet de li Şedadêya Hesekê endamekî çeteyên DAÎŞ’ê girtin. -
Dewleta Tirk li Tirbêspiyê agir bi zeviyan xist
Dewleta Tirk a dagirker 12 kîlometreyan li bakurê rojhilatê Tirbêsipyê agir bi zeviyên dora benzînxaneya Seîdayê xist. -
Dagirkeran li Til Temirê agir bi zeviyan xistin
Vê êvarê çeteyên dagirker li gundê Qasimiyê yê Til Temirê agir bi zeviyan xistin. -
Li Girê Spî gel li dijî dagirkeran daketin qadan
Gelê li gundê Heman Turkmen a girêdayî beldeya Silûk a Girê Spî, li dijî dewleta dagirker a Tirk a bi zorê lireyên Tirkî dide bikaranîn, çalakiyeke protestoyê li dar xistin. -
Jinên Hesekê li dijî dewleta Tirk daketin kolanan
Jinan li Hesekê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk protesto kirin û nameyek pêşkêşî navenda Koalîsyonê kirin. -
Li Şedadê êrîşên dewleta Tirk protesto kirin
Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Şedadê bi çalakiyekê hate protestokirin.