ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Til Hemîsê çalakî: Divê dewleta Tirk were darizandin
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker da û xwest dewleta Tirk li dadgehên navneteweyî were darizandin. -
Dewleta Tirk êrîş bire ser Zirganê, sivîlek birîndar bû
Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran êrîş bire ser navçeya Zirganê ya Serêkaniyê, sivîlek birîndar bû. -
Li Efrînê teqîn
Li navenda bajarê Efrînê ya ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, teqîneke mezin pêk hat. -
Di teqîna li Serêkaniyê de 8 kes mirin, 19 jî birîndar bûn
Di encama teqîna motorsiklêta bombebarkirî ya li Serêkaniyê de 8 kes mirin, 19 kes jî birîndar bûn. -
3 jinên DAÎŞ’î yên dixwestin ji kampa Holê birevin hatin girtin
3 jinên DAÎŞ’î yên ku hewl dan tevî koma ku xwe wekî alîkariya mirovî didin nîşandan birevin, hatin girtin. -
Cenazeyê Şehîd Ehmed spartin axê
Li bajarê Qamişlo bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD`ê Talal Ehmed (Şoreşvan Qamişlo) li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan bi tevlîbûna dehan kesî spartin axê. -
Zanîngeha Rojava dest bi kampanyaya piştgiriyê kir
Zanîngeha Rojava bi kampanya piştevaniya akademîk re bang li hîndekaran kir ku tecrûbeyên xwe bi Zanîngeha Rojava re parve bikin. -
HRE: Li Efrîn û Ezazê 4 dagirker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand, ku li Efrîn û Ezazê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, di çalakiyan de 4 dagirker hatine kuştin. -
Li Eyn Îsayê sivîlek ji ber êrişa dewleta Tirk birîndar bû
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe gule li wesayiteke sivîlan a li ser rêya M4 a Eyn Îsayê barand. Ji ber êrişê sivîlek birîndar bû. -
Sarya: Statu bê qebûlkirin wê pêşketinên mezintir rû bidin
Rojnamevan Bêrîtan Sarya got, "Dema ku statuya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bê qebûlkirin, wê hîn bêhtir bi pêş bikeve." Sarya destnîşan kir, heta ku statu neyê qebûlkirin, DAÎŞ bi temamî ji holê nayê rakirin. -
Li Hesekê Şehîd Cûdî bi merasîmeke girseyî spartin axê
Cenazeyê şervanê QSD'ê Mehsûm Hesen (Çekdar Cûdî) bi tevîbûna sedan kesî bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê spartin axê. -
Cenazeyê şehîd Welat li Kobanê veşartin
Li Kantona Kobanê bi tevlîbûna sedan kesî cenazeyê şehîdê QSD'ê Welat Şaban (Welat Kobanê) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle veşartin. -
Şehîdê QSD’ê Hemade bi merasîmekê veşartin
Cenazeyê şervanên QSD’ê Hûsên Hemade bi tevlîbûna sedan welatiyên Şedadê bi merasîmekê ya li Goristana Şehîdan hate veşartin. -
Bi nêrîna rojnamevanan Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê
Rojnamevan Gulan Botan a ku ji bo şopandina geşedanên Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê hatibû herêmê, qala Şoreşa Rojava kir. -
Îsraîl bombe li gelek deverên Sûriyeyê barand
Hêzên hewayî yên Îsraîlê bombe li gelek hedefên li rojhilatê paytexta Sûriye Şamê barand. Tê gotin ku ji ber êrişê gelek kes mirine û hinek jî birîndar bûne. -
Pêngava li dijî DAÎŞ’ê hatibû destpêkirin dawî bû: 31 çete hatin girtin
Qonaxa duyemîn a pêngava ji aliyê QSD’ê ve hatibû destpêkirin, bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate ragihandin ku bi dawî bû. Di tevahiya pêngavê de 31 çete hatine girtin. -
Li Qamişloyê ji ber êrişa bi topên hawanê 2 sivîl birîndar bûn
Topeke hawanê li taxa Cirnikê ya bajarê Qamişloyê ket. 2 sivîl birîndar bûn. -
Di pêngava QSD'ê de 7 kes hatin girtin
Di qonaxa duyemîn a pêngava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de ya li dijî hucreyên razayî yên çeteyên DAÎŞ'ê 7 kes li Dêra Zorê hatin girtin. -
Salvegera şoreşê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi coş hate pîrozkirin
Salvegera 8'an a Şoreşa Rojava, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyan hate pîrozkirin. -
Pêngava QSD’ê didome: 6 çete hatin girtin
Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê di roja 3’an a pêngava QSD’ê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê daxuyanî da. QSD’ê got ku 6 çeteyên DAÎŞ’ê hatine girtin, gelek çek û cebilxaneya çeteyan jî hatiye desteserkirin. -
YPG: Li hemberî êrîşên paşverû em ê şoreşê biparêzin
Fermandariya Giştî ya YPG’ê derbarê salvegera Şoreşa Rojava daxuyanî da û got ku “Em hêzên YPG’ê ji bo parastina şoreş û gelê xwe, em ê heta dilopa dawîn a xwîna xwe têbikoşin.” -
Li Efrînê di teqînê de serçeteyek hate kuştin
Li Efrînê di teqînekê de serçete Husên Bedra mir, 10 kes jî birîndar bûn. -
MSD: Em şoreşê biparêzin û li dijî dagirkeriyê bibin yek
Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir û diyar kir ku divê şoreş were parastin. MSD’ê li dijî dagirkeriyê banga yekîtiyê kir. -
Newroz Ehmed: Rojava hêza gel û jinê nîşan da
Fermandara Giştî ya YPJ'ê Newroz Ehmed diyar kir ku Şoreşa Rojava hêza gelan û jinan nîşan da û got, "Banga me li gelê me ye ku xwedî li rûmet û berxwedanê derkeve, ku bi berdêlan hatine afirandin." -
'Jinan bi Şoreşa Rojava zincîr şikandin'
Meclîsa Jinan a Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi peyamekê Şoreşa Rojava pîroz kirin, diyayr kir bi Şorşa Roajva re jinan zincîrên ku li ser wan hatine ferkirin şikandine.